vê furqetê ebter kirîn

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  495 Dîtin
Nusxeyên din: wê furqetê ebter kirîn, feryad ji destê furqetê
jar û ze’îf û zer kirîn, feryad ji destê furqetê
puř zer kirîn wek zêř mam, çehvên bi lutfê pîr mam
da’im ji řê çavnêr mam, feryad ji destê furqetê
çavnêrî řeftara te bûm, muştaqî gulzara te bûm
lew dûr ji dîdara te bûm, feryad ji destê furqetê
dûr bûm ji wê refit û çunê, wan ’işweyan gufit û kenê
nayê bi çehvan min dinê, feryad ji destê furqetê
dunya bi min mij bû û ẍemam, xew jî li çehvan min ḧeram
’umrek bi vî ḧalê he mam, feryad ji destê furqetê
sa’et li min têk sal bûn, da’im li ser dest fal bûn
ḧerfên dihatin dal bûn, feryad ji destê furqetê
îro tinê derhat elîf, me’na diçû bejna şerîf
ya xare lê kemxe û qedîf, feryad ji destê furqetê
vê furqetê puř dil şewand, cerḧên qedîm dîsa kewand
şîşên di sor ta ta tewand, feryad ji destê furqetê
daẍên me dîsa řeş kirin, yek yek ji nû ateş kirin
lê zêde penc û şeş kirin, feryad ji destê furqetê
sewda wisewsNusxeyên din: û bê hoş û gêj kirim, puř her di dil xûnřêj kirim
çendan we bûm lê hêj kirim, feryad ji destê furqetê
«balilhErebî» ji nale û zarîyan, gezmên di wan xummarîyan
xew nakirîn şev tarîyan, feryad ji destê furqetê
şev bû di nêvNusxeyên din: dinê zivnigî çeşmên me da, ḧetta be şîrNusxeyên din: bi ser mizgîn da
dê bê seḧer şahê geda, feryad ji destê furqetê
mizgîn ku da min ev qeder, rûḧê şirîn min hate ser
xeylek li min řon bûn beser, feryad ji destê furqetê
řon bû bi dîdara te dil, bû ẍerqê enwara te dil
naret ji ferwara te dil, feryad ji destê furqetê
minnet me dildarê xwe dî, dîsa ji nû yarê xwe dî
sultan û xundikarê xwe dî, feryad ji destê furqetê
řeş kakulê sunbul çevîn, minnet me dîsa ẍem řevîn
nû bû li dil ḧubib û evîn, feryad ji destê furqetê
derdê ẍedar bêm furqete, furqet ji can puř zeḧmete
ya sehil ku ’aşiq řuḧ dete, feryad ji destê furqetê
narê firaq û suhtinê, êşa xedenga nuhtinê
purs kin ji ’uşşaqan tinê, feryad ji destê furqetê
’aşiq ewn her dem mirinNusxeyên din: her dimirin, çend yek di řemzên dilberin
keybiř li dil min bihtirin, feryad ji destê furqetê
narê firaq û suhtinê, êşa xedenga nuhtinê
puřs kin ji ’uşşaqan tenê, feryad ji destê furqetê
şewqe bi řemz û awrin, ’aşiq heřo carek mirin
lewa ku ew her dilgirin, feryad ji destê furqetê
ya reb bi dîdara xwe kî, min waslê yara xwe kî
bes suhtîyê nara xwe kî, feryad ji destê furqetê
me ji dostê satek dûr nekî, perkende û mehcûr nekî
dîsa ji nû dil hûr nekî, feryad ji destê furqetê
keybir dihatin sed welê, hatîye nêv eḧmed dilê
lew kuştine sed wek melê, feryad ji destê furqetê
xaka řîya dilber melaNasnava edebî, bikşîn di çehvan wek cela
dîdar qismet bû hela, feryad ji destê furqetê