me lew fincan li ser deste ku mehtaba hilal ebrû

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  341 Dîtin
me lew fincan li ser deste ku mehtaba hilal ebrû
numayn min di mir’atê meya safa zelal ebrû
bi şîrînî bi zîbayî bi řeftarî bi balayî
binê nûnên di tuẍrayî li bala herdu xal ebrû
bila bêt «sa’im aldihirErebî» û bila iftar carek bit
kesê zanî ji dilber wê xuya bin her du sal ebrû
meşîNusxeyên din: şebê mestane řeyḧanî dilê min dî di amancê
řeşandî sîneyêNusxeyên din: kişandî şîpeyek tîran bi qewsê her du mal ebrû
seḧergeh zuhresîmaya me çûNusxeyên din: sîma wa di çû gulşen bi seyranî
bi ser çehvên nişanî da xiramî ew hilal ebrû
di bên: xawerperestî tu! nizanin min di keşfê da
numayn min di şerqê nazka gerden şemal ebrû
tinê ma her terazûne di babê ḧusnê kêşayî
hilalê xatemê ḧusnin li wî dêmê bi xal ebrû
me cewher ’unsirek xams numa îro di tal’ da
di vê teqwîmê insanî li tal’ bûne fal ebrû
bi zunnara di dêrê da li hindava çelîpayê
bi miḧrabê me bir secde belê emma xeyal ebrû
di mabeyna du ebrûyan dibînim qabeqewseynê
didit min «tirfih al’înErebî»ê cewaba sed su’al ebrû
di batin secdegaha min ji bo wêNusxeyên din: secdegahê min li ber wan herdu ebrûne
bi ’eynî taqê miḧrabin di ’ilmê ehlê ḧal ebrû
eger de’wayê mûsayîNusxeyên din: ’îsayî di ’işqê da bikim ca’iz
melaNasnava edebî da’im tecellaye ji wê terḧa şelal ebrû
bi şîrînî bi zîbayî, çi katib bû we kêşayî?!
«ti’alî alilhErebî» nişan dane we şîrînNusxeyên din: zihê san’ ku danîn ev misal ebrû
ne şîrîna li derbendê ne meḧbûbê semerqendê
ne kêşayn bi vî řengî li neqşê bê zewal ebrû
nişana qabeqewseynê ku qews avêhte ebsaran
di teqwîma tecellayê bi serNusxeyên din: du ser, li ser lê bûn hilal ebrû