ji neş’a badeya saqî dilê mecrûḧê şeydaye

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  402 Dîtin
ji neş’a badeya saqî dilê mecrûḧê şeydaye
ji şewqa dîtna saqî «zimîrErebî» û da mucellaye
were sûfî musliman be bi saqî secde’ê bîne
ku sûret mezherê zat û sifatê ḧeq te’alaye
dilo er tê meke gazî cewaba «lin tiranîErebî» da
ji ber fikirê di mûsayî dilê min tûrê sînaye
bixiwaze gewhera ’işqê bi terka emrê nefsanî
eger cuz’ek ji me maye yeqîn neqşê heyûlaye
seḧer her řû li meydanê xerab û mest û serxiweş tên
melaNasnava edebî ’uzrê te meqbûle ku dilber mahê sîmaye