îro ji murada te dilê min bi birîne

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  500 Dîtin
îro ji murada te dilê min bi birîne
«alilhErebî» çi ḧebîbî çi tebîbî vekewîne
carek tu nezer de li me miskîn û ẍerîban
berde tu ji ḧebsê û ji zindanê derîne
da’im ji xeyala te me sed nale di dil da
lewra ji misala te çu sorgul me nedîne
mislê te ne adem we ne ibrahîm û nûḧe
yûsif bi te meḧbûb û li ye’qûbî şirîne
mi’racê te kir kes dî nekir sedrê risalet
qasd ji xudê řa bo te cibrîlê emîne
ẍeyrî te nehin der sedefê beḧrê wucûdê
lew lazme em qesdê bikîn řahê medîne
zalim veşrî kufir nema qet di dinê da
cennet bû muzeyyen xemlîn ḧûr û perîne
bûbekir û ’umer her du ji ḧubba te dinaln
meqtûl ji firaqa te çi ’usman û ’elîne
şems û qemeran şu’le ji řûyê te vedabû
yelmûm ji te bû mom û şemal jê eysîne
gava ku tu hatî bûye řonahî li her ca
êdî me ne dî zulim û xirabî veşrîne
ismê teye mektûb di gel ismê xudayî
çend muzinb û ’asî bi wî navî ẍefrîne
’eksê ji ruxê te şeb û rûzan we dixiwazin
hindî ku hene cumletê mir’at û eyîne
ger dê tu nebûya nedbû çerxê bi da’ir
sergeşte ji şewqê ne tinê neh felekîne
fehma mine qasir we neşêm wesfê eda kim
meddaḧ ji te řa xalq û hindî melekîne
carek tu şefa’et ke bi navê xwe ji bo min
lewra ku melêNasnava edebî ẍeyrî te imdad tu nîne