muḧbetê miḧnet di zorin, ḧub dibêm bê şek belaye

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 7 Xulek  937 Dîtin
muḧbetê miḧnet di zorin, ḧub dibêm bê şek belaye
’umir û jî xweş pê diborin, sotin û derd û cefaye
sotin û derdê evînê, ’illetê daẍ û birînê
xweş dibin ma ew bi dînê? şerbeta lêvan mifaye!
her dilê suhtî bi ulfê, yar ne derman kit bi zulfê
ta ebed ew bendê qulfê, ’işq derdek bê dewaye
’işq derdek bê tebîbe, lê mufa wesla ḧebîbe
kuştime cewra řeqîbe, puř le’înê řûsyaye
daẍ û key min lê hezarin, gul di dest şewkên bi xarin
suřperî dêw wê li kinarin, ehirmen xatem řevaye
tebi’ dêwan dest gehşitê, ḧûr û wildanên bihşitê
’aşiqê dilbendê qiştê, can bidit yekcar řewaye
miḧnet û cewra ḧebîbî, qehir û azara řeqîbî
ḧeq tinê da min ẍerîbî, lê şukur baxoy we daye
řuhnîya wê şewq û tavê, şerbeta qend û gulavê
kes nehin meḧrûm ji navê, lê tinê bo min ẍelaye
bê nesîb min dî ji camê, dûr dûr meḧrûm ji řamê
girtîyê wê qeyd û damê, ev ẍerîbê canifdaye
dûredestim bê nesîbim, dilberim xanim ḧebîbim
puř ji dîna tey ẍerîbim, rûḧ û raḧet min liqaye
puř mulazim têm liqayê, mame ḧetta multeqayê
min řiḧê şîrîn didayê, hudhud er mizgîn bidaye
hudhudê rizwanê ẍeybê, sed xeber şîrîn ji ceybê
da dilê min murde ḧey bê, guh li řê min wek sebaye
çehvenêrim guh li řême, lê seba řû daye pê me
’erziḧala muḧbetê me, bendeyek sadiq melaye
canifdayê min di řê da, furqetê derbek we lê da
qalbek bê řûḧe wê da, kuşt dibêm bê min řewaye
dem bi dem ew çehvenêre, bête nîşanek me jêře
da bibit ew zinde vêře, yarê sadiq bê buhaye
’aşiqên sadiq di kêmin, yar dibê: sed can fidê min
zanim ew najîte bê min, ’aşiq û puř mubtelaye
’almîn em vê dizanîn, cisme ew, em řûḧ û canîn
qet ji hev batin xuyanîn, ger çi zahir ew cudaye
hudhudê wê řemz û řazê, ba bû ew çû gufit û sazê
qisse bir beḧsa mecazê, qasdê xweş tebi’ baye
ba demê weqtê mecal da, çû ku ew yare bipalda
qisseya ḧalî bi ḧal da, guh didêrit yarê baye
muḧbeta meḧbûb û latan, puř vekir zîwer sifatan
daye qelb û řûḧ û zatan, řoj di mir’atê xuyaye
muḧbeta sûrî du qisme, qufil û miftaḧ û tilsime
hin ji řûḧin hin ji cisme, nar û nûre hin hewaye
ḧubbê cismanî du řojin, ger çi dil puř pê disojin
xef ceger peykan di nojin, mislê neqşê bê beqaye
gul ḧeta suhirin bi tê ve, bên tebessum pêve pêve
bulbulê serxiweş di nêve, neẍme û nal û newaye
her çi cilwa bû ji navê, nû gulek dî girt xunavê
wî ji dil çû muḧbeta vê, ew bi ya dî řa tebaye
her kesê muḧbet ji řûḧe, mubtelay nûra subûḧe
wî di dil da sed curûḧe, cezbe û lerzîn û taye
herdu řûḧ yek nûrê tavin, çerxek û du sitêr li navin
herdu dane murẍ û davin, ismê ḧey dam lê vedaye
nûre puř nadir wucûde, ger çi ewwel nar û dûde
berqê lam’ dê li kû de? ḧub di qelban kîmyaye
’arfê cewherşinasî, ê bi vî wesif û libasî
dê qedir bihtir binasî, meq’edê sidqê cezaye
dûr nekî da wî ji derê xwe, wernegêrî wî ji berê xwe
borîye ew di serê xwe, ser di nava řê nihaye
ma dibit ew dûredest bit, wê ji fincana te mest bit
cam ji şehkasê bi dest bit, ebteran ew mey dewaye
yar puř ḧusnek li bal bû, dilberek ẍayet cemal bû
ew ji ḧal ageh bi ḧal bû, şubhî wê şefqe û ’etaye
mehdera wê xêrxiwazê, nukteyek wê řemz û řazê
wê bi dil seḧ kir ji sazê, muẍnî û qanûn û naye
yûsfê dewrê zemanî, go nesîm: han vî nişanî
lê ji bo nekhê dehanî, nexweşan ew lê şifaye
mawera belgên gulê bû, bihin û bûya kakulê bû
darûyê qelbê melêNasnava edebî bû, lew bi çehvên min celaye
ba nesîm dê çî lezînî, saẍ û salim ma tu bînî
vî kumeydî lê gehînî, da swar bit lê peyaye
ẍefletê bayê nesîm hat, xef ji bal yarê kerîm hat
puř bi iḧsanek ’ezîm hat, qasdê şahê gedaye
dil nefes dîsa bi ber hat, lew ḧekîm luqman bi ser hat
naf’ê derdê ceger hat, tal’ê kewkeb numaye
min ku ew nîşan giheştê, ev dilê sed daẍê řeş tê
zerreyek xweş lê neheşt tê, ismê e’zem pê gehaye
çûme ser pişta kumeydî, min jê puř ew jan û key dî
beḧir û beř me li ber xwe tey dî, deşt û çol û kerbelaye
me û nesîm xweş pence têkřa, wê diçîn wek teyr vêkřa
beḧsê zulfa yarê pêkřa, borê ’işqê puř fiřaye
gunbeda nûrîn xuya bû, sipêdeya sadiq numa bû
yek bi yek şewqê veda bû, qesir û eywan û seraye
qumrî û bulbul dixiwînin, lê ’eceb ew xweş dimînin
her seḧer meḧbûb dibînin, ’endelîb vêřa tebaye
buẍçeya sorgul di geş tê, çîçek û reyḧanê řeş tê
dilberê seyran û geşt tê, sunbulan ta ta semaye
sebzeyan şebnem gulav lê, sor ’eqîqan duř xunav lê
dilberan seyran û řav lê, ’er’eran sîtab daye
bûm şerîf ez bi astanê, şahdên wê gulistanê
saqîyan cam cam didanê, kewkeban seywan vedaye
çendekî çemen ḧerem bû, lê medam wek subḧidem bû
min bihişt baẍê irem bû, lê seba go min sebaye
sef bi sef wildan perî bûn, bendê zulfa ’enberî bûn
têk li dêmî muşterî bûn, řeqis û govend û sefaye
puř ’umir min çû bi sextî, lê şukurxiwazim ji bextî
zuhreyek bû ew li textî, belkû bêm «şims alziḧîErebî»ye
perdeya xelwê ku hilda, yengîyek min dî di mil da
gezmeya jehrê li dil da, qet nego qetil û xetaye
hadrî çûm secde jêřa, lê nyet iḧram ne vêřa
’aşiqê ev gezme têřa, her çi ta’et kit řewaye
çûm zyaret pê û destî, lê nehişt ewwel bi qestî
da bisojit řûḧ û hestî, ’aşiqan sotin cezaye
şerbeta wesla xwe nadet, yar henin ’aşiq ceza det
dilberan ev řenge ’adet, mehřuwan kemtir wefaye
pîşe meḧbûb ẍenc û naze, wesfetê ’aşiq nyaze
yar li ber zazan icaze, şerbeta şîrîn mifaye
çûm tewafa pê û destan, şubhetî sekiran û mestan
ehlê ḧal û xûb perestan, wan ji ’umir ev mudde’aye
tillîyên nazk şemalîn, min li ser çehvên xwe malîn
talbê werdên bi xalîn, dil di vê fikirê tebaye
çû ’umir me di vê xeyalê, ma şevek ’îdan di salê
bêm zyaret zulf û xalê, řoj û şev min ev du’aye
çerx ditirsim kit şitabê, zû ecel pê dit rikabê
can birit me di vê ’ezabê, ev syah řeng ejdehaye
çendekî sadiq cema bin, er bibêjî canifda bin
wek melêNasnava edebî lazim tu nabin, wî ji dil canê xwe daye