dilberê serdarê xûban, ez nizam ageh heye

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 6 Xulek  643 Dîtin
dilberê serdarê xûban, ez nizam ageh heye
’arfe bi ḧalê qulûban, ’alme bi ḧalê meye
’alme bi daẍên fu’adan, gezmeyên wan nûn û sadErebîan
çûne dil ḧetta bi řadan, yengîyê řeş goşeye
gezmeyên wan sadErebî û nûnan, awřên eswed ’uyûnan
řadkin ew qetil û xûnan, min dîye û dil şehdeye
lazme li sultan û mîran, puriskirin li ḧalê esîran
em kirîn amancê tîran, suxteyên dermandeye
hêj nizanim mîr di bîrîn, zanit em sî sal esîrîn
çehvenêr puřsek emîrîn, lew bi řeḧim û şefqeye
puř dibêm şefqe li bale, ’arf û saḧb kemale
carnan bêyne xeyale, purs bikit çi lê heye
şefqe kit carcar nihînî, tûleyê astan vexwînî
da vekim daẍan bibînî, nar û pêt û şu’leye
da bizanit pêt û narim, kuştîyê cuhtê xumarim
muḧbetê suhtim buwarim, lazim ew zanit weye
’alme bi derd û birînê, ma dema dîdar û dînê
xef dibit řemza evînê, vê bizan bê şubheye
her dema dilber dyar bit, can û dil têk tarumar bit
dê çi řeng muḧbet sitar bit, xefkirin bê feydeye
her dema meḧbûb zuhûr bit, zêde mezher bê qusûr bit
dê tecellayek li tûr bit, berqê lam’ cezbeye
cezbeyê dil ji wucûd bir, xef ji ber ’eynê ḧesûd bir
min bi miḧrabê sucûd bir, lê ḧecer nîşaneye
secdeya ber nûn û dalan, min tewafa zulf û xalan
ew bese ji saḧb cemalan, da biçîn lê ’umreye
ê yekî sadiq ḧebînî, bê ḧicab ger ew bibînî
ma li hişyarî dimînî, serxiweşê bê badeye
’işqe tuẍraya nihînî, her dema meḧbûb dibînî
dê bi dil lazim bixiwînî, ev çi isim û nusxeye?
lam’a wê ḧusin û nûrê, ger çi tê dil şubhî tûrê
batne nayê zuhûrê, lê ḧicab û perdeye
’arfin me’na şinasin, ew bi sed sûret libasin
ẍeyrê meḧbûb wan nenasin, xef ji wan zanî meye
ê li min yengî kişandî, sed xedeng vêřa řeşandî
dil ji derbê herirşandî, ez kirî extermeye
lazim ew zanit bi ḧalî, dilber û yarê muwalî
gezmeyên qewsê hilalî, derb li nîva sîneye
hêj dibêm meḧbûb nizanî, min ewe řûḧê kyanî
purs nekir bîra xwe nanî, ev çiřa perkendeye?
purs nekir şahê cehanî, yûsfê dewr û zemanî
ev çi xake li astanî, bel esîrek jên meye
bûme xak ez lew ji řêve, da dema yar bê ji wêve
damenê bigirim ji pêve, çendekê min cehdeye
çendekê taqet didêrim, bim ẍubar bedrê veşêrim
ger ji çehvan ez bwêrim, min zenexdan telbeye
da binûşim mey ji lêvê, mawera řeyḧan û sêvê
lu’lu’ên şekker di nêvê, abê ḧeywan çeşmeye
çeşmeya ava ḧeyatê, şerbeta qend û nebatê
min li daẍan ew mifa tê, can ji bo şukiraneye
lew wekû sewda û dînim, her dema dêmî dibînim
dîn dibim ḧeyran dimînim, muşterî ya zuhreye?
şems di nêv burca şeref da, sed kewakib çar teref da
muşterî hatî bi řef da, istiwa çû qibleye
aftabê di istiwa’ê, ez ji ber zerb û cefayê
canifda tême liqayê, şubhetî perwaneye
min tuyî meqsûd ji jînê, min ji ber mewca evînê
sed dikem dîdar û dînê, mezhere bes zêdeye
ruhnîya çehvên nebînan, murişdê meczûb û dînan
darûyê derd û birînan, min teleb dîna teye
bîne pê nazk mubarek, deyne ser çehvên m barek
min curûḧ xweş bin bi carek, řuhin bibin pê dîdeye
bîn kefa nazk ji nûrê, tillîyên cama tehûrê
bihin ji mawerd û bixûrê, min zyaret tewqeye
da li ser çehvan bimalim, bulbulê werdên bi xalim
carekê reḧmê ke zalim, şefqe xo ḧeqqê weye
er nekî reḧmê tu mîro, dê çi bit ḧalê me îro
qet ne carek bêy esîro, girtîyê sî saleye
şûncihê peykan û neslê, ji tillîyên yaqût û feslê
er nekî derman bi weslê, ji derb û tîr û gezmeye
gezmeyên yarê ku bavê, ne ji mey û qend û gulavê
bêt dewa kit wan di gavê, ma ḧeyatek lê heye?
ne tinê qend û nebatî, mezherê řûḧ û ḧeyatî
hem but û ’uzza û latî, lew me dil butxaneye
xundê latê azerî tu, bê çi şîrîn dilberî tu
her cihê lê bêwerî tu, bê xilaf ew ke’beye!
ma dibit bê ḧeq xilafê, ser detê ma vê nisafê
er bikî bême tewafê, min bi eswed secdeye
da zyaret kim nişanî, ber zuḧel bêtin qiranî
tûleym ser li astanî, çehvenêrê mûçeye
ma bi zehrê şekkerînî, mûçe dî da xef bixiwînî
da řeqîb mel’ûn nebînî, puř «’ilîh alli’inhErebî»ye
ger bibexşî dil muradê, ji wê ḧeyat û xemir û badê
dê bikim gilleh û dadê, dad me dîsa ber teye
guh bide ber gilh û dadan, ḧakmê şehir û bîladan
dê tu daxwaz û muradan, dî kesê bêçareye
dê tu dîsa şefqetê kî, bi ew nişana cebhetê kî
me ji ḧerîmên xidmetê kî, meḧremên bê perdeye
bê nişanên me nişan kî, mah û xurşîdê qiran kî
bende kelbê astan kî, dûr nekî xweş tûleye
da dema suḧbet bi cûş bî, cam bi xwe ji le’lan binûş bî
me ji ḧebîb sed deng surûş bî, dînber û puř ’işweye
şerbeta wê cam û tasê, yar ku tê bêt ini’kasê
bêt me jî feyzek ji kasê, abê ḧeywan ew bi xweye
ê ji vê zerfê vexwarî, xwendî ew xettê ẍubarî
mestîya çehvên xumarî, qenc dibê ew zêdeye
min li dil tîrek muẍil dî, têk ji ber xûnê qizil dî
lê dibêm derdê ku dil dî, hêj ji çehvên şehleye
řuhnya çehvên melaNasnava edebîyî, xalqê ḧusna te dayî
ḧub tinê da min gedayî, ḧusin û ḧub yek çeşneye
dîtîye nûra yeqeq me, sed neseq lew tên sebeq me
puř ne bî erzan li ḧeq me, lê melaNasnava edebî xweş bendeye