feleka etlesê sergeşte di cama me ḧebabe

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  395 Dîtin
feleka etlesê sergeşte di cama me ḧebabe
mewc didit qulzumê ’işqê me li ser dest ẍurabe
dil kemerbesteyê ’işqe û bi xwe zunnar perestîn
mey û me’şûqe du’ayê me û seccade qibabe
ji ḧicabê were der nazk û mestane bimeş tu
te cehan zîr û zeber kir bi xudê ev çi ḧicabe!?
destê cibrîl hilavêt ji bejna te niqab
bi yeqîn qafe li řojê were der sîne niqabe
me bi işraqî su’alek ji lebê ẍunçeguşa kir
go bi ilhamê dizanî di su’ala me cewabe
tu binê saz bi awazî çi řengî me dixiwazin
«alilh, alilhErebî» bi xudê qet dibhî ev çi xitabe?
guhde nayê ji lebê le’lê bi qanûnê ḧikayet
dê çi şehde bi defê řa bidirit şehde řebabe
te divêtin bi meřa şust û şuwa çihreyê dil key
me tehûr ateşê seyyale û cama meyê nabe
xweş perîşan sifet û mecme’eyê sûretê ḧalîn
pîrê ’işqîn û cwan tebi’ û dilî ’ehdê şebabe
dûredestîn ji xeyalan me divê yek ji xudê řa
xef di beḧsa me ji dil bêt û birit ’eynî sewabe
me muşerref ke du çeşmên me bisata qedemî ke
puř li nik min heye mey, mêzeke min sîne kebabe
kesk û soran tu binê çerx li dora du hilalan
du qiran mane beraber şefeqê perde ’isabe
’er’eran ta di şepaln wereqan cezbeye vêřa
nêrgizan ser di giranin li benefşan xem û tabe
çîçekên qews quzeḧ řeng hezar řeng semaye
sunbulan girtî xunav û li gulan taze gulabe
mest û hişyar hemî kec kulehin řeqis û sema tên
ez nizanim çi neseq keyfe nizanim çi şerabe?
xakê payên te di řêza sek û tûlan xwe dinasîn
me ne sûc û ne gunah û ne xeta ev çi ’itabe?
ji wisala xwe zekatê bide miskîn û feqîran
ku cemala teye kamil di kemala xwe nisabe
’aşiqê mes’ele xwahî were em muftîyê ’işqîn
destekê sunnete têda di yekê nessê kitabe
dil bişo tu ji nifaqê ku bidit sîne beraqê
bi sefa hemřehê erbabê dil û ehlê sefa be
nezera ’eynê ’inayet bi me da şahê wilayet
ji ’inayet nezerê dil me tejî ’ilmê ’ubabe
lebê le’lên te di bê her bi yekî nuqteyê ’ilmin
bi xetê ḧerfê elf cezme şubî ḧelqeyê babe
xet û xalên te bi mûmû ji me řa mes’ele goyîn
me ji wan ḧaşyeyan sîne tejî şerḧê lubabe
abê ḧeywan te divê řast binûşî şebê qedir
dest ber gerdenê puř pêç û xemê zulfê duta be
me ji biskên tey girihdar ji bextê xwe girîne
me ji zulfên bi xem û tab di dil da xem û tabe
te divê berq û birûskan biřeşînî tu nezer de
te divê řoj xuya bit ji şubakê tu xuya be
te divê zîr û zeber kî me du zulfan bide ber ba
te divê qenc qyamet li me řabit bi xwe řabe
bes li min naz û ’itabê bike ey nazke teb’ê
te li min sîne kebab kir û li dil ’ehdê şebabe
qesdê serçeşmeyê ḧeywan ḧeqîqet ke nişanî
bi cehanê mebe meẍrûr ku cehan ’eynî serabe
serkeşî şîweyê erbabê wefa nîne, řiḧê min
te ji dil suhit mela bes bi melêNasnava edebî řa bi cefa be