dilberê min seḧerê hat bi tox û bi yedek

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  393 Dîtin
dilberêNusxeyên din: dilbera min seḧerê hat bi tox û bi yedek
sed yedek bûn di berî têk bi sincab û weşekNusxeyên din: bi sencabî û şek
be edeb çûme tewafêNusxeyên din: yareb çûme bwarê, yar bû çûme bwarê bi zyaret kef û pa
«qale: ya ’aşîqu û hatîke yedî hatî yedekْErebî»
dil û can her du m danê ku icazet ji me xwest
«qultu: esْtewْ dî’ke alْbarî allihu me’ekْErebî»
te divê saf û zeẍel jêk vedî tecirbe ke
da ’yarî bi temamî binumîtin te meḧek
dewrê zulfa te muselsel bi nezer ḧel ku nebit
nezerê safî dinêNusxeyên din: dilî ser diderit nuqteyê şek
ahuwa min neku řencek te bi xatir bigehit
bi xudê kî teNusxeyên din: lew ku ew seg bi xudî hat mesekNusxeyên din: hatîye sek
bi evînî melek û çerxNusxeyên din: melekê çerx û felek têne sema
řewşenin têk bi mihrê ji sema ta bi semek
neku peyweste bi yek bin ji suřê ’işqê du řûḧ
dê bi eşbaḧê bibin wasil û peyweste bi yek
ji musemmayê ’eded û kisretê esma tu mebîn
zeyd û ’emrên me ḧeta çend du nîne yek û yekNusxeyên din: çendî du bin tu bike yek
çi fesaḧet bi melaḧet we didêrî tu melaNasnava edebî
ev edaya te di şi’rê we şirîne û bi nemek