min dî ji ẍeflet cam di kef

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  436 Dîtin
min dî ji ẍeflet cam di kef, şahî bi xef dil kir hedef
řoj hat şeref sitêr bûne xef, her çar teref nûra yeqeq
zulmet nema suḧbet we ma, nûra şemalan çû sema
lê ew dema zulf bûn cema, hatin semayê, yek neseq
werdan gulav girtin xunav, lê min di nav suhtin hinav
min dî bi çav zulfên belav, lê bûne dav bend kir bi nav
nûra beser gufit û xeber, qend û şeker zulfan ji ser
xalên di qer bavê seḧer, da bête der subḧa bi ḧeq
m ji bihrîyan puř nalîyan, şev tarîyan ceng bû myan
wer kuştîyan ji wan yengîyan, bi wan tillîyan xweş ke gyan
kir şefqe mîr anîme bîr, berdan me tîr kir me esîr
negha feqîr zulfa ḧerîr, avêhte şîr da pê me ḧeq
ê muşterî dêmê zerî, nebir serî ney can berî
bavêt serî gava berî, lazim heřî wê ev perî
telbê di řê nîşan berê, tîr awřê mujgîn perê
’işq û suřê beḧir û berê, avêhte rê ser ma qeleq
min dî di newbê yar tew, sundise ew bêm bê derew
meh bû di qewsê boyî ew, şêvan lew nayê me xew
hêstir řewan tên wek cowan, tîr dan ewan řeş ebruwan
dil wek gowan ber kaşowan, ser lu’luwan belgên wereq
bejna şepal dêmê bi xal, i’rab û dal qewsê hilal
neqşê celal cama zelal, xemra ḧelal suḧbet bi ḧal
ez telbeya ava ḧeya, tê bûm teya ku ji badeya
cama xwe ya bû ’işweya, yar lew peyapey tên sebeq
derhat û mest subḧa «elistErebî», min dest bi dest dî cam di dest
kakul dibest tayek veřest, vêřa şikest nîşane qest
ew lebşeker wa hate der, tayên di ber da sor û zer
xalên di qer lef çûne ser, le’lan seḧer lê bû ’ereq
canê melêNasnava edebî ji «qalwaErebî»: belê, bendim welê der kakulê
belgên gulê řû heykelê, ew miske lê carek hilê
perde û sutûr da bê qusûr, bêtin zuhûr dêmê bi nûr
nûra ẍefûr xalên di hûr, cama tehûr le’lên şefeq