îro mela serapa lew têk bûme ateş

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  513 Dîtin
îro melaNasnava edebî serapa lew têk bûme ateş
min dî seḧer xeraman neyşekera şirîn meş
ya reb çi turfe mêwe ev řenge mey dibexişt
şi’ra me tê perîşan nezma me tê muşewweş
dil geşte me ji dêrê naçim kinişteyê qet
miḧrab wê bi min řa wer da biçîne laleş
meḧbûb wek sitêra govend û ’işqibazî
têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxiweş
ḧeywan li kû dimînit? em muftîyê zemanîn
bêtin ji destê saqî cama zelale bê ẍeş
wer guhde çeng û nayê şêrîn ku bên semayê
camê binûşe vêřan çi sade û çi zerkeş
tal’ ku têt û furset muhlet li nik ḧerame
min ’umrê nûḧ nîne were saqî û bi lez xweş
neyşekkera şirîn qed me ji dest te mey divêtin
da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş
camd çi kin bi ḧusnê ku wan nezer li xware
xerteb’etin di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş
ebleh xwe naspêrit carek bi dest delîlan
kore çi kit tewafê nabîntin berê reş
bêzê dikit ji qencan ji naz û řemz û ẍencan
qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
şoxa ku ez di bendê dil girtîye kemendê
letîfe zuhresîma ebrû hilal û mehweş
feyza me şubhî nîle em dicle û furatîn
ger şeyx û wer îmame vêřaye min keşakeş
birhên ji destê qudret nişane kir nişanî
lam’ ji ber dibarin çi yengîyek we peřweş
ellah li min ḧeyate çi şekker û nebate
ji nûve dê cwan bim ger bihin bikim gula geş