dil yeke dê ’işq yek bit ’aşiqî yek yar bes

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  645 Dîtin
dil yeke dê ’işq yek bit ’aşiqîNusxeyên din: ’aşiqan yek yar bes
qible dê yek bit qulûban dilberek dildar bes
min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê ’işq
lew di ’işqê da me best iḧram û yek zunnar bes
terḧ û terzêNusxeyên din: terḧê sunbul bûne zunnar û çelîpa yek bi yek
lew m zunnar û çelîpa yek tinê yekcar bes
hin ji nik dêrê ve tên qesta kiniştê hin dikin
ney ji wanim ney ji wanim min derê xemmar bes
ger çi tên reqis û semayê her seḧer sed neyşeker
min di bezma suřşirînan ew şirîn řeftar bes
weh çi wala gewherin hatin libasê cisim û can
min ji wan ḧûrî siriştan ew perî ruxsar bes
ḧewce siḧrê samrî nînin ku zulfa řeş bikitNusxeyên din: bikey
çeşim benda dilrubayan kakula ’eyyar bes
bulbulan sed gul di çavin çav li sed gul dî dikin
min ji baẍê gul’izaran yek gul û gulnarNusxeyên din: ew gula bê xar bes
min di baẍê gulfiroşan dî ’eceb řesmek ẍerîb
xarteb’an gul bi destNusxeyên din: di destin û gulperestan xar bes
ew cefa çû der ji ḧed zulma te bir ḧetta bi çînNusxeyên din: zulma te em wêran kirîn
řeḧmekê carek nekîNusxeyên din: bike hey zalim ev azar bes
ẍerqê deryayê gunahîn tişneyê lutfa ḧeqîn
řeḧmetê amurizgar û şefqeyê ẍeffarNusxeyên din: dildar bes
ehlê dunyayê seraser dijminên min bin melaNasnava edebî
piştemîrê min ’elî bit ḧeyderê kerrar bes