dil yeke dê ’işq yek bit ’aşiqî yek yar bes

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  646 views
dil yeke dê ’işq yek bit ’aşiqîAlternative Versions: ’aşiqan yek yar bes
qible dê yek bit qulûban dilberek dildar bes
min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê ’işq
lew di ’işqê da me best iḧram û yek zunnar bes
terḧ û terzêAlternative Versions: terḧê sunbul bûne zunnar û çelîpa yek bi yek
lew m zunnar û çelîpa yek tinê yekcar bes
hin ji nik dêrê ve tên qesta kiniştê hin dikin
ney ji wanim ney ji wanim min derê xemmar bes
ger çi tên reqis û semayê her seḧer sed neyşeker
min di bezma suřşirînan ew şirîn řeftar bes
weh çi wala gewherin hatin libasê cisim û can
min ji wan ḧûrî siriştan ew perî ruxsar bes
ḧewce siḧrê samrî nînin ku zulfa řeş bikitAlternative Versions: bikey
çeşim benda dilrubayan kakula ’eyyar bes
bulbulan sed gul di çavin çav li sed gul dî dikin
min ji baẍê gul’izaran yek gul û gulnarAlternative Versions: ew gula bê xar bes
min di baẍê gulfiroşan dî ’eceb řesmek ẍerîb
xarteb’an gul bi destAlternative Versions: di destin û gulperestan xar bes
ew cefa çû der ji ḧed zulma te bir ḧetta bi çînAlternative Versions: zulma te em wêran kirîn
řeḧmekê carek nekîAlternative Versions: bike hey zalim ev azar bes
ẍerqê deryayê gunahîn tişneyê lutfa ḧeqîn
řeḧmetê amurizgar û şefqeyê ẍeffarAlternative Versions: dildar bes
ehlê dunyayê seraser dijminên min bin melaPen name
piştemîrê min ’elî bit ḧeyderê kerrar bes