şebê qedrê li me řewşen ke tu řûḧî were xweş

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  453 Dîtin
şebê qedrêNusxeyên din: hecrê li me řewşen ke tu řûḧî were xweş
me ji nû xweş ke li ser çehvênNusxeyên din: çeşmê şehîdên xwe bimeş
ma li min kî nezerek lutfê ji dil ẍemzeyeyanNusxeyên din: ẍemze beyan
biřeşînî cegerê řîş ji qewsên xwe bi weş
seḧerê cumle şehîdên te bi řim avêhtîNusxeyên din: seḧerê cumle şehîdê te bi defter ku temam
êjmarîne yeka yek me ḧemî şeş sed û şeş
lê şehîdên te bi ejmar bi xencer kuştînNusxeyên din: lê şehîdên me jimarîne bi xencer te dikuşt
hê neçûy xûn ji birînan sed û heftad û du leş
cengê hindî dikirin fêrs û řimbazê ’ereb
tox û ’ala di feřengîne kemandarê ḧebeş
tu binê řom û ’ecem kuştine zengî di kemîn
hane her tîp peyapey ji teref řû xweş û xweş
da me şehzade bi destê xwe mubarek qedeḧek
ne ẍubarek ji xumarî û ne tundî û ne ẍeş
du qedeḧ mey bi nişanî diderit řeng bi řeng
nêrgiza nazke ře’na û gula tazeye geş
ẍalba ehlê zemanî ma mela ademîyn?!
ve ne mayîn ji kerê mey řeş û gayê teyê beş
’arfên ehlê besaret ji neseq merdumê çeşim
surme pûşin di beyazê we qebaya xweye řeş
ḧeyf nîne qedema te ku li ser hefit tebeq
were carek tu li ser çehvê melaNasnava edebîyê xwe bimeş