ḧeyf di qeyda xak û gil bit ’arfê çalak rûḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  531 Dîtin
ḧeyf di qeydaNusxeyên din: ḧeyfe qeyda xak û gil bit ’arfê çalak rûḧ
dê mucerred bit ku pertew dit ji nû ew pak rûḧ
qeydê xak û gil nebit da bê ḧicab û perde bî
mislê bedrê carnan têxt xusûfê xak rûḧ
şem’ê serNusxeyên din: siř nûr nadirit ger ew nekit perhîzê dil
zewqê cama ’işqê nakit ger nekit imsak rûḧ
dil bi tayek nêrgizan deNusxeyên din: û, nazkek terwende de
gul dikinNusxeyên din: nekin, dikit teşbîhî xaran her xes û xaşak rûḧ
camê ’işqê pakê rûḧanî tehûra batne
şewwişî û herNusxeyên din: ê nenoşî her we ma ḧetta ebed napak rûḧ
hey’eta keyf û kemê Nusxeyên din: lê keyf keyfa ’arfe
dê bimînit ger nebit naçar bê teryak rûḧ
dê bi gulzara cemala sebzepûşan wê çi bit
ê di mihrê da nebit dil pare pare çak rûḧ
ber ji can derrakeyekNusxeyên din: puř ji can řa dergehek řewşenter û wala divêt
sûretê ḧusna muqeddes da bikit idrak rûḧ
ger xeberdarî ji siřřa «kunit kinzaًErebî» guh bidêr
da bi sed nûrêNusxeyên din: řengî beyan kit me’neyê «lulakErebî» rûḧ
lam’ê siřřa tecellî ser li tûrê dil didit
zebit nakit wê mecalê sed hezar eflak rûḧ
herdu îlanênNusxeyên din: řeşmarên te dî min tewqê gerden kirNusxeyên din: bin medam
da me her bêtin tebessum wey gula zeḧḧak rûḧ
cewherê ḧusnê eda tenha dibit meqbûlê tebi’
ger ne seyqel dit bi nûrê ’işqê wek ḧekkak rûḧ
dê bi vî endaz û terzî keyNusxeyên din: bê bibit siḧrê ḧelal
ger ne bala tebi’ bit wek pehlewan çalak rûḧ
dil bi řim avêhitNusxeyên din: dilberim avête dil we lê bar kirî qewsê şevî
dê bidit ber gezmeyan bê sûc ew seffak rûḧ
şehsiwar îro kemend avêhtineNusxeyên din: şehsiwarê min kemend avêtîye qelbê melêNasnava edebî
bend nakit ẍeyrî fitraka te sed fitrak rûḧ