dîsa ji nû bê ḧale dil

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  776 Dîtin
dîsa ji nû bê ḧale dil, saqî werîn cama zucac
muştaqî xemra ale dil, lê xweşî anîNusxeyên din: pê xweş dibit bit mizac
saqî ku dêNusxeyên din: saqî divê mehweş bitin, kakul ji şêvaNusxeyên din: şîşa řeş bitin
qerqef bila ateş bitin, em dê bi wê dil kîn ’ilac
da em bi wê dil ḧey bikîn, pê sîne daẍ û key bikîn
sed menzilan pê gey bikîn, ew dê di seyrê ditNusxeyên din: kit řewac
bê nûr û narê muḧbetê, bê neqiş û wesfê qudretê
naçînNusxeyên din: naçî meqamê wesletê, «nuru lena ûەالّelîْlu dacErebî»
ev nar û sîqalaNusxeyên din: narê sîqala, nûr û sîqala dile, da’im li wê qala dile
newroz û sersala dile, weqtê hilêtinNusxeyên din: ku hil bit ew sirac
ḧetta bi nûra badeyê, řengîn nekî seccadeyê
dûrî ji wê şehzadeyê, duřdaneya gerden ji ’ac
duřdaneya gerden bilûr, řeyḧan li ser werdên di cûrNusxeyên din: subḧan ji ser, řeyḧan li ser dêm bûne hûr
hey hey bi mestî têne dûr, xala li nik ferqê bi tac
mihra te puř ebter kirîn, xalan ji ber biskanNusxeyên din: bin, ji bin zulfan derîn
zulfaNusxeyên din: biskê muselsel ’enberîn, çîn çîn ji çînê tête bac
tenha ne kurdistan didin, şîraz û yeng û wanNusxeyên din: şîraz û gurcistan didit, neyg û dan, neygê wan didin
her yek li ser çehvan didin, ji espehan têtin xerac
çehvên belek qewsên helek, çerx û felek ẍalb melek
«fî ḧubîha ’umrî delekNusxeyên din: hilkErebî, waliḧb yicrî fî ’ecacErebî»
şahd hezar řeng xemmilîn, řeqis û sema pê kemmilîn
îro melaNasnava edebî em sed dilîn, saqî werîn cama zucac