şimşadê xeram û serwê ẍennac

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  586 Dîtin
şimşadê xeram û serwê ẍennac
canan dibirit bi ’işwe tarac
min dî seḧerê di xwabê mestî
dengNusxeyên din: řenge tezeru û laleNusxeyên din: nale durrac
bişkiftî ji ẍunçe nêrgiza mest
bû ferq ji ser qedîfe dîbac
cebhet keşfî ji subḧê sadiq
nûrê ku veda ji ser şebê dac
elmasî numane şubhî misrî
danîn cegerê me dil kir amac
nesrîn û benefşe tewwizandinNusxeyên din: nesrîn û binefiş û nêrgizê mest
mawer diřeşande şûşeyê ’ac
cuhtê ḧebeşan «biturْfeةû al’eyْnErebî»
anî qederek ji espehan bac
sîma ku numa nema li hiş sîm
sîmab ji xecalet ma ji ixracNusxeyên din: sîmab ji xecle maye recrac
mir’atê sikenderî li pêşe
«biḧir û liha alْ’ikusu emwacErebî»
dora qemerê ji ber şefeq da
ku sipêdeNusxeyên din: şewqê li ferqê ser niha tac
çerx û felek û melek dyarinNusxeyên din: dibarin
«şimsu û kwakbu û ebracErebî»
zuhre bi qiranê qabê qewseyn
«û alnecْmî aza hewî bîmîdْracErebî»
dengê melekan zimêhneNusxeyên din: z mihte zimzim
erwaḧ jiNusxeyên din: di ’işqê têne mi’rac
dil beḧre û sed hezarî mewcin
’arfNusxeyên din: zahd çi xeber ji beḧrê mewwac
borî û bi ẍencekê melaNasnava edebî kuşt
ew ẍunçeleba delal û ẍennacNusxeyên din: ew me’denê řemz û naz û ẍennac