tu seḧergeh bi temaşa were bazarê ḧudûs

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  570 Dîtin
tu seḧergeh bi temaşa were bazarê ḧudûs
liNusxeyên din: lê te bê fa’de azarê nedit xarê ḧudûs
da ji dil ẍunçelebek nazk û teřdaneNusxeyên din: duřdane bijêrî
bi tebessum bi te řa bête ji gulzarê ḧudûs
sed girh min di diln jê ku çep û rast dikitNusxeyên din: dikir
şahdê ḧusnê qidemNusxeyên din: şahê ḧusnê qidemê zulfê girihdarê ḧudûs
bil ji sultanê qidem min bi tu iqrar nehinNusxeyên din: nye
ger li kaba me nihen metqebNusxeyên din: misqib, medqeb û bizmarêNusxeyên din: minqarê ḧudûs
dil di deryayê qidem qafe bi sabit qidemî
ger çi da’im li serê ferqe me minşarê ḧudûs
belkû dîwar bi guhin lêNusxeyên din: guh bin, guh bên bi xudê kî bi xudê
bi tu řengî nekirî eşkere esrarê ḧudûs
lem’eyek ger ji kinarê qidemê pertewê dit
dê ji ber wê se’etêNusxeyên din: şefeqê meḧu bin enwarê ḧudûs
berNusxeyên din: wê bi sed pencereyan daye şu’a’ê qidemê
gunbedê ’işqê li ser kursîyê dîwarêNusxeyên din: dewwarê ḧudûs
tu ḧudûsê we mebîn qenc nezer dê carekê
li esasê qidemê danîye dîwarê ḧudûs
here eslê xwe û tertîb û qyasê jî bike
ger nizanî çye yekcarî berê darê ḧudûs
ateşê ’işqê şubî zêře û wicûdêNusxeyên din: eger zêřê wicûdê ḧel dikit
heye mumkin nefiřit zîbeqê ferrarê ḧudûs
ellah ellah ku di ’umrê xwe tu carek ne bihî
çi seda têt ji vê gunbedê dewwarê ḧudûs
tu ji ber perdeyê wehmê were der da bibhî
çi newa têt bi sed neẍme ji ewtarê ḧudûs
ḧal û musteqbel û mazî di xwe da têk yekin
subiḧ mewcûde bi ’eynî xwe di êvarê ḧudûs
řast û çep gav û se’et her li me ew datînitNusxeyên din: her li ser min didtin
zulfeqarê qidemê ḧeyderê kerrarê ḧudûs
řast û evraz û nişûvî neNusxeyên din: me buwarin yek û yek
lê tinê wê li me bû da’re berwarê ḧudûs
dê bi qelbê me çi dit lam’eya islamîyêNusxeyên din: dê li qelbê me çi dit lam’ê nûra qidemê
ku li canê xwe me xef bestîye zunnarê ḧudûs
řeng û jengê ḧedesê neqşê ḧudûsê me di dil
bide ber řendeşê ’işqê ewe qessarê ḧudûs
can li ser destî nihayî diřîya canan da
rûḧ sef sef ku vewestane di bazarê ḧudûs
wê ji ẍeflet biretin saye zewalê ey dilNusxeyên din: dê ji ẍeflet vebirit saye ji ser ferqê te ew
řûn tinêNusxeyên din: řûbnê, řûtnê, řû nenê da tu emanet li siha darê ḧudûs
tu ji feslîNusxeyên din: weslê here eslî ku di vî deyrê xerab
da nebî merkebê cehlê tu li bin barê ḧudûs
da nigarê xwe bi sed řengî bibînî îro
were carek bike seyrê tu di etwarê ḧudûs
tu bi ḧalê me dizanîNusxeyên din: nizanî çye her leḧze melaNasnava edebî
me di dil têt û diret xencerê ẍeddarê ḧudûs