dil ji min bir dilberek

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  1221 Dîtin
dil ji min bir dilberek zîba qeba
çehiv ẍezal û puř şepal û meh liqa
nazdare ew li textê dilberî
dilrubaye can fezaye rûḧ şifa
ḧûrî ’îne ez nizanim ya perî
ya gulek ře’na jiNusxeyên din: di (amed) gulzarê wefa
ya reb ew guldesteyê baẍê irem
dûr nebitNusxeyên din: nekî (amed) jê her seḧer badê seba
sorgulek min dî di gulzarê bi meş
lale û řeyḧan li ser têneNusxeyên din: hatin (amed) sema
sunbulên ře’na li ber taqê hilal
wê dikin se’yê li ser merwe û sefa
nazka min her dema bêtin xiram
sed hezar dil wê li pey hev der qefa
ez çi bêjim ku li min le’lê di te
puř kirin ḧed gelek cewr û cefa
ey «melaNasnava edebî» bawer bi meḧbûban meke
karê wan her exzê cane bê xeta