«alilh» seḧer
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
16 Xulek
2084 Dîtin
«alilhErebî» seḧergaha ezel, yelmûmê ’işqê şu’le da
nûra cemala «lim yizilErebî», zatî tecellaya xwe da
zatî tecella da li zat, bê isim û asar û sifat
sirra ḧurûfên ’alyat, xef bû di sitir û perde da
zatek muqeddes bû wicûd, cûşiş nedabû beḧrê cûd
wesfê izafat û quyûd, yek jê tecellayî neda
ḧusin û cemalê xwest evîn, vêkira di yek zatî civîn
nûra qedîm bû ’işq û vîn, wan pêkve naz û ’işwe da
’işqa ji nûra «la yizalErebî», ḧusin û cemala bê misal
îsandî yelmûm û şemal, dîsa xwe lê perwane da
’işq û meḧebbet her hebû, ḧeq ’aşiqê zatê xwe bû
muḧtacî ḧusnek dî nebû, neqil û rwayet jê we da
burhanê ’eqil dûrkir qyas, ismê kemalatê di xas
ewwel îlahî pê binas, vê nûrê ew pertew veda
ew nûre da bû şewq û tav, ’alem xuya bû hem di nav
berqên xwe avêtin belav, řeng řenge ew nûr berqe da
subḧan ji řemza xalqî, nûra sipêda sadqî
avête qelbê ’aşiqî, lerzîn û ta û cezbe da
me’nayê ’işqê bêm: çîye? lew min bi çeşmê dil dîye
’eksa cemalek safîye, zahir di mir’ata me da
ḧusin û meḧebbet zatekin, me’şûq û ’aşiq latekin
li sûret û mir’atekin, her yek di me’naya xwe da
ger dilber û ger ’aşiqin, ’arf di vêda sadqin
ayîneyê nûra ḧeqin, cî cî di wan da celwe da
’aşiq ewe me’şûq ewe, zahir ewe muzhir ewe
rûḧ her ewe gewher ewe, di her şahdek da şu’le da
di her şahdek da dêm ji duř, puř nazdar û řemz û suř
xettê ẍubarî nuqte puř, katib ji bala nesxe da
ḧerfên kişandî katbî, nûra di řûḧ û qalbî
yek yek bi ismê wahbî, i’rab û cezim û nuqteda
nûrin ji ser ḧetta qedem, neqqaşê sermeşqê qidem
pê zeyînand lewḧê ’edem, yek yek di wan da çeşne da
ew şekil û sûret sewwirîn, esiln li bala zeyînîn
nisbet bi wan em sayeyîn, tertîbê xellaqî we da
’alem bi ’alem ew neseq, bû ayîne esmanê ḧeq
nûra tecellaya teteq, ’eksê cemalek sade da
her hey’eta řûḧ lê û cisim, şeklê ku lê danî tilsim
her yek ji yek řa bû isim, lew ḧerf ḧerf endaze da
em têk hûyyatîn yeqîn, ismîn ji mesder muşteqîn
mewhûm û laşey, mutleqîn, ’eksîn di nêv ayîneda
pertew ji ’eynî nûrekê, tên tên tecella tûrekê
ew ser didit yek fûrekê, lew çendî leb leb qetre da
ew şahdê zerrîn ji ’eyb, her celweyek dayî ji ẍeyb
vê ’alemê ew tête ceyb, dîsa ji wê řewneq veda
řeng řengê ḧusna sûretan, neqiş û nigarên desxetan
bala û bejin û qametan, nazk leban puř xende da
şêrîn lebên qed ney şeker, sîmîn berên nazk beşer
zulfan sitar bû řoj di ber, biskan li miskê te’neda
guldesteyên nûrîn qedem, destan ji enguştan qelem
ew laleyê baẍê irem, mawer li zulfan jale da
hin esmerin hin dêm zerî, meh peykerin suř muşterî
wildan û ḧûr û ew perî, min dî di libsê came da
çendî ku xemil û řewneqin, tezîynê ḧusna mutleqin
têk cilweyê nûra ḧeqin, ’işqa ezel pê şîwe da
ḧusna munezzeh bê nişan, wî lê nivîsî zerkeşan
xal û xetên ’enberfeşan, her kes bi wan dil yeẍme da
darûyê ḧusna dilberan, bi xemil û libas û zîweran
bête şuhûda beseran, bînahîye di her dîde da
bêtin di ḧusnê řeng řeng, bi nay û def û qanûn û çeng
ew ’işqe van tînit bi deng, lewra bi ḧusnê neẍme da
sirra kelamê eqdesî, dem dem di libsê enfesî
têtin tenezûl bê ḧesî, ne bi guftugo bû qisse da
we divê ku ’uşşaqin hebin, dildar û muştaqin hebin
wê şemsê afatin hebin, da kifiş bibit di sipêde da
da kifiş bibin kewkeb ji çerx, řabin hezar me’rûf ji kerx
şiblî û se’dî û alî ferx, ’işqê di wan keşfa xwe da
da ḧusin û ḧubib û mezheran, kifiş kin li her ’erd û deran
’aşiq bixûnin defteran, dilber meḧebbet name da
ḧusin û cemal û ’işqeye, aram di perdey da neye
meḧbûb lew ḧetta heye, nabit di perde û xelweda
meḧbûb û xûb û dilberan, bigrî li wan heftê deran
dê xwe ji şubbak û penceran, zahir bikin di her dîde da
ew laleyê ji gul taze ter, fesla buharê bête ser
cî cî bi hevra têne der, xweş xweş di ’erdê xare da
řemzek ẍerîbê fatrî, peyda bibit nêv xatrî
quwet te nînin řagrî, xef kî di nêv qelbê xwe da
mefhûm ku bû me’lûm di dil, zîwer bidê tê sed ’emel
bînit libasek puř xemil, hindî ku se’î û cehda da
lefiz û ’ibaret cameye, meḧbûb me’na bi xiweyh
lê xemil û ḧusnek zêdeye, lewra bi ḧusnê zîbe da
min ev misal lew bo te best, zoran bi zulfan dil vebest
her çi te dî sûret perest, duřê yetîm bê feyde da
pîs û xerab û zişt û ’ar, ma ew bi xemlê têne kar
ê di qeydê libsê nedye yar, ḧubbê bi xwe davê ne da
çarê hilîn yarê bibîn, ne perdeya tarî bibîn
sed carî ew karî bibîn, gul wê dinêva buẍçe da
ew bû murada kirdigar, lew kir irade û ixtyar
vê buẍçeyê her lê buhar, guł geş di baẍê ẍunçeda
bayê evînê ku livî, hatin li ser zulfan çivî
her dem hezar dil dakevî, xalan di damê dane da
beḧra wicûdê cûş hat, nûrek tenezzul bû ji zat
hatin te’eyîwin her sifat, eşya zuhûr ’ilmîye da
eşya di ’ilmî bûn zuhûr, isman ji feyza ismê nûr
teqwîm bestin bê qusûr, ḧukmê sifatê seb’e da
vê ’alemê teqwîm best, her ismekî fi’la xwe xwest
ḧukmê teserruf da bi dest, her wê di mulkê qebze da
e’raz û ’eyn û cewheran, waḧd ji eslê mesderan
te’sîr bexşê mezheran, sed řengî, ḧerfan sîẍe da
feyza ḧurûfên ’alyat, beḧsa sutûrên saflat
ayat û wesfên muḧkemat, tertîbê ’uşir û sûre da
katib nivîsîn ew ḧurûf, her talbek pê bû wuqûf
hatin ji dil sed ah û ûf, ser xet li lewḧê sade da
ew desxetê katib semed, waḧd li ser lewḧa eḧed
neqşek řeşandî bê ’eded, ce’da cemalê şane da
esma di kamil řas kirin, ce ce qwa’îl řas kirdin
bala fewa’il řas kirin, jê ’illetek sûrîye da
esma muqabil bûne zewc, lê cumle jê bûn fewc fewc
beḧra wucudê hate mewc, mewcan di beḧrê lucce da
cûşiş ku da deryayê cûd, di ayîneya ismê wedûd
carek tecella bû wucud, nûrek ji nûrê jê veda
fûrek ji nûrê wî vekir, genca zuhûrê pê vekir
kenza xwe qufil û mifte kir, hêj wê di qufil û mifte da
ḧusnek munezzeh sewwirand, nûra ḧebîb jê afrand
’alem di kunhê ḧeyîrand, «ruḧ alqidisErebî» can nefxe da
’erşê cihat lê bû ḧeyat, ew şahdê qudsî sifat
jê bû te’eyîwin nûrê zat, seywanê şewqê hale da
’işqa ji ḧusnê sewwirî, ẍaret kirin ḧûr û perî
herçî di kunhê fekkirî, ew ma di ’eciz û ḧîre da
ew sûretê mir’atê ḧusin, jê bû zuhûr ayatê ḧusin
lê bû tecella zatê ḧusin, vê ḧusnê ew serçeşme da
serçeşmeya ḧusnê ewe, xurşîd û ’alem pertewe
geh bedre geh mahê newe, wer muşterî yan zuhre da
wildan û ḧûrin ger perî, şîrîn û meḧbûbên berî
cumle ji ḧusna xawerî, nûrê dwan yek zerre da
narê ji nûra eḧmedî, sirra sifatê sermedî
di ayîneya zatê xwe dî, keşfa kemalatê xwe da
ew bû qelem ew bû ’eqil, lew bê ḧedîsê da neqil
deryayê ’ilmî kir şuẍul, tefsîlê ’ilmî cumle da
ew bû di cumle rabte, mîzan û ismê baste
feyza ḧeq ew bû waste, çeşmê wucûdê surme da
yek bû elîf wê nuqte kir, çendî şekil lê zêde kir
herdem peyapey sifre kir, bala bi bala rutbe da
waḧd ji nûra wê duřê, peymane’ê cama suřê
mey xistî anî ber fiřê, hem cam û hem peymane da
ẍeyb û misaln her du silk, peyweste anî mîmê mulk
ew katbê elmasî kilk, ji wî xameyî ev řeşḧe da
nûra tecella hate ’erş, esma ḧemî lê bûne neqiş
şewqa di wan çû ta bi ferş, isman bi zatî secde da
katib qelem dîsa geřand, ismek ji isman sewwirand
kursî ji nûrê afrand, cennatê xuld û sidre da
ser çeşmeya vê dozexê, beḧra cemalê da řexê
feyzek ji nûra berzexê, dagirt û geh geh fûre da
ew berzexa řeng ayîne, hingî ku eşya dayîne
wan tê şemal îsayîne, jê sûretek ’eksîye da
wesif û kemalatên subûḧ, ḧerfên kitaba ’eqil û řûḧ
ismek divê lê bin wizûḧ, lew lewḧ û kilk û xame da
ew nusxeya ’alî isim, lewḧek divê jêřa cisim
da ḧerf lê bin murtesim, ḧerfan şekil nûrîye da
lefzê ku me’nayek divê, terkîbê imlayek divê
sûret heyûlayek divê, řûḧan di nefsê cusse da
ma têne dîtin ḧusin û suř, bê bejin û balayên ji duř
katib ji wan ḧerfên di puř, nûnek xeyalî besme da
duřdaneyên xawer misal, ayîneyên têda şemal
nûrek munezzeh ew cemal, mey kir di nêva şûşe da
řûḧanyên qudsî misal, têne libasê xetit û xal
saqî meya gulgûn û al, tînit di fincana me da
mey ku di camê bête nûş, bê deng û sewt her tête gûş
jê tête dil herdem surûş, lew nev şerab alûde da
ev řeng tecella kir subûḧ, saqî ji şehkasa futûḧ
mey řêhte cama ’eqil û řûḧ, řoj bû di qewsê qubbe da
řoj bû di nêva neynkê, katib ji ḧerfê ’eynkê
nêv goşeya qewseynkê, tuẍra bi ismek taze da
tey kir di nêv tuẍrayê isim, teksîr ji ḧerfan kir tilsim
ḧusna muqeddes bû du qisim, ḧukmê tecellayê we da
yek ’eqil û řûḧê e’zeme, misbaḧ û nûra ’aleme
ḧewwa’ û neqşê ademe, bê mudde hem bê madde da
ê dî ku nefsa kullîye, ḧusnek munezzeh ’alîye
ew jî bi řûḧ řa eslîye, wan her di hev da saye da
ayîneyê zatê yekin, lew dilber û latê yekin
vêkira di mir’atê yekin, hemta di naz û ’işwe da
ew tên bi cem’ê fir’ û esil, ma’il dibin vêkira bi wesil
nabin ji yek ferq û fesil, ḧukmê wisalê lê we da
vêkira ku bûn wesil û cem’, barîn ji mabeynê lem’
îsa ji erwaḧan şem’, şem’a nufûsan şu’le da
îsa ji erwaḧan qebes, puř şu’letên nûrîn qefes
nefsan bi ’işqê da nefes, qelban bi ḧubbê lehce da
ew latê ḧusin û ’eynê nûr, sûret bi sûret tên zuhûr
ins û perî wildan û ḧûr, cî cî di wan da cilwe da
her yek ji feyza ismekê, tên sûreta tillisimekê
lew me’neya her cismekê, pertew ji nûrê lê veda
da siřřê tewlîdê bibêm, ne ji wehim û teqlîdê bibêm
me’na ji tewḧîdê bibêm, dil vê eda’ê şehde da
me’şûq û ’aşiq her du lat, meczûbê yek dê bin sifat
ḧîna ku bû yek iltifat, be’zek sifatan ḧisse da
«...zi’Erebî» ḧerfê bû tilsim, lew hat te’eyîwin şexsê isim
ser wa libasê řûḧ û cisim, şeklê eḧadî sifre da
hay û hûya subbûḧîyan, řeqis û semaya qudsîyan
teşbîhî cûşa sûfîyan, feryad û zikir û lerze da
westane şahd sef sefin, batin di ẍeybê xef xefin
teşbîhî berqa xatfin, lam’ di çerxê tis’e da
siřřa di cama badeyê, yar hate nîva ḧelqeyê
medhûş û mestê wê meyê, şûşa gulav aşufte da
řemza di cama şerbetê, xef tête nêva suḧbetê
her çî ku fincanê detê, wî can bi nezir û sedqe da
şem’a wisalê her geşe, şewqa şemalê ateşe
mey tête camê bê ẍeşe, saqî ’eceb ev bade da
saqî ’eceb ev bade řêt, ’aşiq ji me’şûq ev divêt
fincan bi fincan da û mêt, kama dilê bê çare da
eşya li pey hev wellidîn, yek yek ji weslê beddîn
hem mesderîn hem mewrdîn, vê qulzemê ew řeşḧe da
ev řeşḧe da wê qulzemê, mey hate tasa ’alemê
cama cehanbîn da cemê, bi eskenderî ayîne da
’eksa ji ḧusna meyfiroş, avête fincanên bi pûş
nageh di caman hate cûş, fûrî di nêva kûze da
saqî ji řengê bulbule, avête çerxê ẍulẍule
řûḧan li dorê silsile, govend û řeqis û ḧelqe da
meḧbûb xwe nîşanda sefê, carek di cama qerqefê
hatin bi awazê defê, tenbûr û çengê neẍme da
’eynî tebî’et cuz’ û kul, bişkifit di wî baẍî du gul
’işqê geřandî camê mul, ḧusnê di wan da pence da
berzex bi berzex bûne řast, nînin di nêv da kêm û kast
menzil bi menzil her guhast, durcê lu’alî ḧuqqe da
avête duřdana xwe duř, îsand ji misbaḧa xwe suř
dolabê necmê neḧis û kuř, mihra sitêra se’de da
çewganê bayê lamekan, fulka felek qa’im sekan
teşbîhî go da ber şekan, her bê sukûn û sekne da
ew kamlê bê ’eyb û neqis, neh çerx bi her yek new’ û şexis
wî yek bi yek anîne řeqis, tê seb’eyê seyyare da
her neh di vê çerx û lezê, çerxin li dora merkezê
beḧra du ’alem lê kezê, tê ev ḧebab sergeşte da
beḧra du ’alem lê zebed, mewc û ḧebabin hin cemed
peyweste têtin cezir û med, seywan li seḧrayê veda
ew xeyveta kewkeb misal, geh bedir û meh lê geh hilal
sêzde dwazde mah û sal, çerxin di seyra tis’e da
min dil ji fehmê qasre, ji wê sûretê çarpa kire
pê kir temam ew da’re, neqşek ji wê terwende da
yek yek ji teqwîma qedîm, lê bû neseq ḧukmê ḧekîm
avête wî lewḧê řeqîm, ew ’alema suflîye da
hingî ku xetit û nuqtene, ewza’ û eşkal tê hene
her yek bi miqdarê xwene, esla tesewur řê ne da
miqdar û şeklê hendesî, kêm zêde yek pê naḧesî
teswîr dikir eqlîdesî, ḧetta di setḧê sufle da
mesref di nav van meş’elan, qet’a mesafa merḧelan
sirra burûc û menzilan, řesma sulûkê cadde da
ew yek bi yek xalî nehin, bê ḧikmetek ’alî nehin
ger van suřek ḧalî nehin, řeqsek çiřa mestane da?
mestane govendê dikin, řeqsê li dor fendê dikin
qesta şekerxendê dikin, le’lan ji gewher xende da
tê bayê çerx û lewleban, tedwîr û seyra kewkeban
şe’sanîya řûz û şeban, dolabê her jê tê seda
sûret bi sûret lê kişand, lewḧê heyûla neqqişand
zîr’ab ji nûrê lê řeşand, teqwîm û şekil û xane da
katib di çerxê cedwelê, xweş neqiş avêtê welê
kir ḧaşîya hefit heykelê, nêv kullyatê xemse da
danîn di pergaran esil, bestin muqabil deh fesil
vêkřa dewa’ir bûn wesil, berzex bi berzex ḧisse da
çar ’unsirin çar teb’etin, vêkřa bi mîzan vêk ketin
bi hevřa muxalf sîretin, lê di sûretê şexsîye da
ḧetta bi mîzan çar esil, bi hevřa nebin cem’ û wesil
cisman ji hev nabin fesil, bazû ji bazû şeq neda
çar ummehatin sê benat, her bê qerarin bê sebat
puř ’işq û meylin iltifat, di vê taze deyrî kuhne da
hin suflewî bazî dikin, hin meylê evrazî dikin
xweş řeqis û şehbazî dikin, sergeştene di ḧalê xwe da
her hey’et û her cismekê, her ferd û new’ û qismekê
řûḧ wê bi destê ismekê, her wê di qebiz û pence da
kullab bi destê wahbe, yan řakde yan cazbe
yan xafze yan nasbe, yan ref’e û yan cezme da
ew cezme dayî merkezan, ê dil ji ber şewqê lezan
ḧikmet bi qanûnê bizan, ehlê dil ev jê gufte da
řemza di necim û hey’etê, ’eqlê mucerred naretê
bê nûrê ’ilmê weḧdetê, ew ma di şekik û şubhe da
feyyazê ’ilmê «min lidinErebî», pey pey ji beḧra kan û kun
geh geh bi ustadê suxun, wî gewherê nasufte da
feyza ’ulûmê felsefe, hatî di nêv çeng û defe
min dî di camê da xefe, fincan bi can min cur’e da
her neh felek lê kaxekin, dûr û diraz wek axekin
tê darin ew jî şaxekin, vê terḧê insan mîwe da
insan berh ’alem dirext, sultan ji xelwet hate text
pê zeyînîn iqbal û bext, dewlet ji bala tale da
sultan ji bala hate xwar, lahût di nasûtê veşar
peyweste bû nuqte û medar, dewra ’urûcê geř we da
dewrê gehandin her teref, meḧbûb bi fincana sedef
’aşiq geřandin sef bi sef, duřdaneyê seywan veda
saqî ku da min ew sulaf, feyza meya gulgûn û saf
za’il kirin şubhe û xilaf, ’ilmek ji bejnê ruq’e da
’ilmek nema dil pê nemûc, qelbî di ’işqê kit ’urûc
dê tey bikit çerx û burûc, şehpeř di dara sidre da
dolab û çerxê neh felek, pêş destî kursî bûn helek
sergeşte hatin ew gelek, di wê nuqteya mewhûme da
eḧsen ji vî nezmê letîf, çendî sivk hatî xefîf
meḧbûb bi destê xwey şerîf, neqdê me muhir û sikke da
eḧsen ji vî wesfê refî’, eşkal û ewza’ên bedî’
têtin ji nûrê wek reqî’, bê ’eyb û neqis û řexne da
eḧsen ji vî nezmê melaNasnava edebî, eşkal û ewsafên cela
lew dil bi wan bû mubtela, cezbe û celale di sîne da