îro ji derba xencerê

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  1587 Dîtin
îro ji derba xencerê, lazim bi êşanî mela
teşbîhê zulfa dilberê, zanim perîşanî mela
zanim perîşanî ji dil, bêḧed bi êşanî ji dil
teşbîhê biryanî ji dil, bîllah ne insanî mela
bîllah çi teb’et ademî, yekser dibêm yek ’alemî
deryayê qaf û qulzumî, yan çerxê gerdanî mela
ya reb çi wê miḧnetkeşî, ser ta qedem têk ateşî
mecrûḧê qewsê tûzreşî, lew dil bi peykanî mela
zanim ji ’işqê dojehî, beḧrek ji narê ashî
îro li mahê xergehî, teşbîhê seywanî mela
ev sîneya wek nay û ney, puř lê kişandin daẍ û key
hê dil bi na’ehlan didey, ya reb çi nadanî mela
duřdaneya dêm gewhere, ayîneya eskendere
bê murwetê dil kir kere, mecrûḧê xalanî mela
bê murwetê dil herirşand, teşbîhê şîşê lê kişand
ker kir ceger xwê lê řeşand, ateş li ser danî mela
narê ji řengê dojehê, ḧusin û cemala wê mehê
me di perdeya vê xergehê, xef kir çi ’ummanî mela
îro li ’umrê xwey telef, bê şahd û cama sedef
bê çeng û saz û nay û def, zanim peşîmanî mela
zanim te kohê tûre dil, lew her bi nar û nûre dil
şehkaseya ferfûre dil, lew mest û sekiranî mela
her sîne tabê natemam, napuxte xam bê mihir û cam
ẍerqên di xwîna dil medam, le’la bedexşanî mela
puř le’il û dur te ji kilkê ’işq, anîne nezma silkê ’işq
der berir û beḧrê mulkê ’işq, me’lûme xaqanî mela
bê ḧed li qelbê şubhê ney, cewra te danîn daẍ û key
lew bê ḧemel xweş nîne mey, emma bi şîranî mela
minnet ji tal’ her ji bext, asif bi text û bext û řext
belqîs ewî anî bi wext, îro suleymanî mela
ew herdu le’il û herdu weşim, geh geh bi naz û geh bi xeşim
ew bejin û bala hate çeşim, me di seyrê řûḧanî mela