ey senem ta key binałim min le dûrîy řê û xê

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  508 Dîtin
ey senem ta key binałim min le dûrîy řê wu xê
bes be naḧeq pêm nîşande ẍeyn û řê wu bê wu tê
ẍurbetîş yek car weha zułme le ’aşiq çawekem
mirwetit bê pêm bifermû řê wu ḧê wu mîm û tê
řeḧmetit wesle le bo min ey gułî baẍî îřem
tom bese ḧetta le batî ḧorî cîm û nûn û tê
cennetî min qametî serwî tuwe û gułzarekey
piř le narinc û lîmoyî sîn û yê wu nûn û hê
sîne piř soze le tawut wek semawer wa le coş
wa nezîk sutanekem ke, elf û elf û gaf û řê
agirî ’îşqit le bo min esteme ey diłberim
zêde germe meylî weslî ḧê wu sîn û nûn û tê
ḧusnî to bê şik geyşte ḧedid û mîqdarî nîsab
musteḧeqqim bêneḧîssey zê wu kaf û elf û tê
bo zekatî baẍ û bêstanî cemałit hatûm
namewê zyatir le ḧeqqî şîn û řê wu ’eyn û yê
piř xiroşe dił weku bulbul le dewrî ẍunçe guł
carê dił xoş ke ḧebîbim ’eyn û elf û cîm û zê