qesem be xałî hîndût be goşey çawî cadût

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  491 Dîtin
qesem be xałî hîndût be goşey çawî cadût
kuştimî şîrî ebřût xwên le diłim bû carî
şoxêkî ḧîlebazî çawbaz û piř le nazî
bo dił meḧřemî řazî řûmet gułî beharî
nexoşî bedmîzacim bo zyařetit muḧtacim
yaran biken ’îlacim le ’îşqî taze yarî
yarêkî nazenîne sûr ḧuru meh cebîne
ẍunçe gułî zemîne guławî lê debarî
serpişke xoy le gułşen çend bulbulî wekû min
le dewrî dên û deçin bo awî guł ’uzarî
dîn û diłî řifandim cergî legeł pisandim
be ḧubbî řûy sutandim fewtandimî be carî
’aciz lo xot cefada jyanî xot be ba da
netzanî saqî sade detxate bê qerarî