to eḧmedî muxtarî

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 3 Xulek  693 Dîtin
to eḧmedî muxtarî, muqeřřebî ẍeffarî
şafî’î tuřředarî, lêt bê selamî barî
xakî ḧîcaz, fîdame, koley şaw û gedame
heta řojî qyame, nyazîy diłme yarî
tewaf û awî zemzem, se’îy sefawu meřwem
hîç nîye pêy bedel kem, be bê xesare darî
’eřefatî munewwer, hem muzdelîfew meş’er
xîf û mînay mutehher, legeł řemî cîmarî
menzerey řojî ḧeşirin, ḧecac ke řêge degirin
tabî’î nehî û emirin, bo ẍafîr û settarî
hemû mîwanî xwane, pak le gunah cudane
talîbî merḧebane, ’efûy perwerdîgarî
medḧî ḧebîbî ekřem, dûre le min be herdem
me’qûl nîye ke dest dem, le medḧî seḧb û yarî
ew merkezî în’ame, serdarî xas û ’ame
min mêşuley hewame, le řast ew tuřředarî
ew serwerî zemîne, îmamî muřselîne
şefî’î muznîbîne, minîş gedaw hejarî
ew şahî ser be tace, ew saḧêbî mî’race
’alem bewî muḧtace, le řojî şermezarî
min bê behaw ḧeyame, řoj û şew piř xetame
bê melce’u pename, ger řeḧmetêk nebarî
emma egerçî dûre, beynî min û ew nûre
wek suleyman û mûre, nîsbet ke bikirê carî
le mekke bû zuhûrî, ew zatî piř le nûrî
xełatî kird ẍefûrî, be řutbey tacîdarî
paşan leber řeḧmetî, xuday řebbul’îzzetî
kirdî ’ezmî hîcretî, legeł siddîq bû sarî
bo lay medîne hatin, hatin bełam çi hatin
řoj û mang bû hełatin, ’alemyan hate dyarî
le paşî ew cenabî, hat komełî esḧabî
buwe mecme’î eḧbabî , muhacîr û ensarî
medîne bû munewwer‎, be hatnî ew serwer‎
mekke debû mu’etter, pak bowe le kuffarî
buwe cêy tekbîr û tehlîl, buwe cêy tesbîḧ û tenzîl
buwe menzîlî cubra’îl, lewê dehate xwarê
řû bikene lay medîne, cêy fexrî muřselîne
meřce’î ehlî dîne, xoşî le bo zuwarî
’alem lewê ẍenî bû, hemû kes gułşenî bû
beşyan le xermenî bû, kewtîne bextyarî
bełam emin be tenya, ne dînim û ne dunya
ẍerqî gunahî derya, her mam be întîzarî
egerçî řût û qûtim, le çake wa le dûtim
çunke ẍulamî xotim, lêm dûr mebe yekcarî
le dûr ke dête berçaw, dê bon bixur û ’etraw
be nûrî şahî gułbaw, řûnake çar kenarî
zemane piř cefaye, herçî heye bełaye
fîtne le fîtne daye, le dêhat û le şarî
’acizNasnava edebî egerçî xwarî, le dergey şermezarî
me’yûs mebe le yarî, şafî’te lay ẍeffarî