’ecayb řûyî yar piř nûre îmşew

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  548 Dîtin
’ecayb řûyî yar piř nûre îmşew
le baẍî sîne narinc zore îmşew
umêdî nabû ta êsta le xoşî
diłim lakîn gelê mesrûre îmşew
le xoşî wa serim suřmawe yaran
nezanim xewne yaxo şure îmşew
dû mangî yek şewe û řojêk leser wan
werin kê dîwyetî em core îmşew
eyanut nebuwe qet yek şew ke ko bin
bełam dyare witey çawkore îmşew
egerna bo debînim řoj û dû mang
le damênyan dû zehrey sûre îmşew
werin seyr û temaşay ’erdî řengim
biken çon řûn buwe bem xore îmşew
eger xewne xudaye şew dirêjke
heta meḧşer le bom řabêre îmşew
hetaku têr bikem xoşî le yaran
řeqîbî seg sîfet lêm dûre îmşew
weger řaste dirêj ke jînî bende
le cêy cennat û qesir û ḧûre îmşew
were «diłxoş» bigoře nawî ’acizNasnava edebî
be xoşî can û dił meşhûre îmşew