şoxekey bê řeḧim û însaf qatîlî canim were

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  584 Dîtin
şoxekey bê řeḧim û însaf qatîlî canim were
ba’îsî gumřahî şah û şêxî sen’anim were
dił hemîşe întîzarî lutif û în’amî tuwe
derdemendî qametî tom çaw be giryanim were
dił weku bulbul denałê talîbî awî gułe
her etoy piřşengî jînim mahî tabanim were
gyan û dił bo to nemawe piř le ah û ḧesrete
sîne piř coş û xiroşe canî cananim were
da’îma wek sofî meczûbe be ’îşqî dulberan
ta nefewtawim ’ezîzim pêşî fewtanim were
’aşiqî wek min le bo to zeḧmete peyda bibê
çaweřêy tom zû le bo baẍ û gułistanim were
payzî hîcranî to wa řengî řûy zerd kirdûm
hem leber sardî fîraqit řû le kêwanim were
’aczimNasnava edebî řûḧî řewanim, piř le êşe cerg û dił
toy tebîbim zû le bo dermanî derdanim were