ey xesteten û bêkes û mu’nîsî xeterxom

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 1 Xulek  731 Dîtin
ey xesteten û bêkes û mu’nîsî xeterxom
ey saḧêbî ’îsyan û nemîmîy û nezer xom
ey na’îbî şeytan le wesawîsî beşer xom
ey řût le te’am û le şeřab řojî ḧeşir xom
zahîr be cemal û be kelam saḧêbî nûrim
batîn be ’emel piř emel û kelbî ’eqûřim
ey çone ḧîsabim le lîqay řebbî ẍefûrim
piř êş û elem daxîlî naw nař û seqeř xom
ey nefsî xesîsim bibe age le munadît
bangit ke deka weqte bikey koç le guşadît
ẍafił mebe îtir bese meẍrurîy û şadît
piř kîbir û hewa musteḧeqqî şîn û çemer xom
dił bê ẍem û ẍafił be hemû dem le qyamet
qet carê nîye bête xeyałim be melamet
ta kîbir û hewam kem bê nemênim be nedamet
ey tabî’î nefis û hewes û bê seruber xom
çî bikem be hewa çû be heba ’umrî nefîsim
lam wabû le dunya nîye hemtam û ře’îsim
bew cehle muceřřed le hemû core enîsim
ey ’acizNasnava edebî û bêçarew û piř ax û keser xom