ke hesta zulfî řûy dapoşî min lew daẍe sûtawim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1384 Dîtin
ke hesta zulfî řûy dapoşî min lew daẍe sûtawim
îlahî! ey řeqîb, řojî qyamet bêye pênawim!
qerarî da be řoḧim tîrî nazî çû le qelbimřa
mepirsin çend emin lew ḧesretey dił piř le zûxawim
demêke her letwêy awrî derûn û awî çawim dam
le dûrî to ’eceb mawim; nesûtawim; nexnikawim
tebîbêkim nîye derdî derûnim bê mudawa ka
heta mawim be ummêdî şîfa her çaweřêy mawim
diłim bo to desûtê, dîdekem bo to debarênê
demêk wabê, eman! ey cêt lenêw dił, pêt leser çawim
eto řoḧit dewê emnîş edeb her talîbî wesiłim
meke men’im, be dûrî çawekanit! pîr û xerfawim
be řoḧ coyayî wesłe řemzî çawî, baweřîm nayê
le merdum hênd xîlafî we’de min dîtûme tirsawim
lelayê barşî çawim, lelayê sozşî cergim
ne pêy demirim, ne pêy degirim, kebabî nîwe birjawim
le sozî girye cergim řeş buwe, çarim çîye çibkem?
wekû masî be nêw mawim ne sûtawim ne xinkawim
be bê to qet nejîm, şadîm nemênê, dîde bê nûr bim!
demêk aramî řoḧim be, ḧeyatim, ’umrekem, çawim!
le dest ew şoxe wa zulfan be naz dênê û deba, hawar!
wefayîNasnava edebî řojî lê kirdûme şew, ’umrî be ba dawim