6- xan dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
13 Xulek
722 Dîtin
go: gelî civatêd mêra,
guhdarî bikin!
ezê ji wera bêjim hikyat û şêra,
ezê ji wera bikim gilyê xweş mêra,
law dim-dime xan têda.
go, mervekî hebû ji welatê romê, navê wî ḧesen. ew ḧesen ha qoçax bû. dewlet li dû ket, ko bigre. ḧesen revî çû nava ’ecem. dewleta romê şand ji ’ecem şahra go:
- mervekî minî ahwa revîye, hatîye nav ’erdê te, tu wî bigrî, bişeynî ji mera.
’ecem şahî go: çima bişeynim ji tera, kêrî min tê, ezê neşeynim ji tera.
’ecem şahî ḧesen ji xwera kir topçî, danî ser topê. ewî çil sal topçîtî kir: milekî wî jê qetîya, bi topêra çû. ’ecem şahî anî milekî jêra çêkir ji zêra, navê wî danî ḧesen xanê çengizêrîn. anî ji xwera danî xizmetkar nav mala xwe.
ḧesen xan sê kuřê wî hebûn, hersê kur jî zewcandibû. heta vê wextê jî ḧesen xan ’ecem şahî di yek mal dibûn. rojekê jî kuřê wî aḧmed xan, kuřê mezin, çûbû li çolê: şûr li ’erdê dît, anî hate mal. xelîfe, birayê şahî, jê sitend. ji wî rojîve ḧesen xan dilê xwe parîkî ’ecem şahê xirav kir, go:
- heya kengê bimîne, ezê vê heyfê bistînim, çima şûrê kuřê min sitend?
rojek jî, roja înyê, ’ecem şahî, ḧesen xan çûne ji xwera geřandinê- li xas baxçê. rastî şivanekî hatin bi pezra. lê şivan çî zane ’ecem şahe, yan ḧesen xane? jê tirê, ko du mervin bi rêva diçin. şivan gazî kir:
- hê, peyano, şîr naxun?
go: - belê, emê bixun!
go: - de biseknin, heya şîr bînim ji wera.
şahê ’ecem û ḧesen xan rûniştin. şivan kodek şîr dot anî ji wanra.
danî li ber wan, go:
- ha min nan bîr kirîye, go, de biseknin, mexun, heya ez heřim nan bînim. bilûr danî ser şîra kodê û çû pey nan. ’ecem şah qelûna xwe tijî kir, ḧesen xan agirek lêxist û danî ser qelûna ’ecem şahî. ’ecem şah qelûna xwe kişand û ser qelûnê xewda çû. xano dît - cyê ko qelûnê danîye ser ’erdê, wêderê erd qelşî o mêşek ji ’erdê derket ser qelûnê û bi qelûnêra çû kete pozê ’ecem şahî. carek jî pozê ’ecem şahî derket û dîsa bi qelûnêra çû kete cyê xwe. erd hevra hat. ’ecem şahî hişyar bû, go:
- xano, lawo, min xewnek dît!
xano go: - axa, xadê xêrke, go bêje te çi xewn dît?
go: xano, lawo, derê xiznekê vebû: ez û tu em ketin têda, go hewqa malê dinê hebû têda, go dinya ’alem bixara hezar - hezar sal xilasbûn tunebû. ji wêda bihurîn çemekî sipî rastî me hat. ser vî avî, go, pirak hebû, di vî pirîda hefit qulk hebûn.
xano go: - axa, xadê xêrke, xewne, go, ez çi zanim çye?
’ecem şah aqlê wî neket, lê xano bi aqil bû, texmîn kir, go: «xizîne a li vê derê bû, ko ’erd qelşî, mêş jê derket, av jî, go, şîr bû, pir jî, go, ev bilûr bû, qulk jî, go, qulkê bilûrêye, hefit qulk». o derketin çûne ji xwera xas baxçe. êvarê vegeřyan mal.
xano go: «ez heřim xanî ji xwera bixazim cem şahî, heřim li wêderê xanîkî çêkim». erzeḧalek nivîsî: nav erzehalê nivîsî o da destê şahî, go:
- axa, eva bû çil sal ez ji tera topçî bûm, divînî ko milê min jî topêra çû. eva bû çend salî ji tera xizmetkarî dikim: heya îro em bi yek mal bûn, bi hevra bûn. ji îro şûnda ez xay kulfetim, xay kurim - îda em nikarin bi hevra ebûr bikin. gerekê tu ji mera cyê çermekî ga ’erdê ji mera bidî, ko ez ji xwera xanî çêkim.
xelîfe go: - jêra mede cyê çermê gaye,
bike ji xwera avaye,
dive ji tera sergêjaye.
’ecem şahî go:
- nebî, nebî, nebî,
xan bi mera xayîn nabî,
law dim-dime xan têda,
dim-dim beko xan têda.
xano çermê gayê kirîye,
alyê sûkê fetlîye,
cem soldirû zol kirîye,
cyê dim-dim girtîye.
’ecem şahî go: -
- hêre, hêre, hêre,
xano mêrk bi fêle,
çermê ga kir dewêle,
girtî deşt û nihêle.
go, xano hoste, pale ji ’ecem şahê xast: hoste û pale civand, hevisd pêncî pale civand, çû cyê kelê, ji hoste - palara go:
- salê mesrefê malê we çiqase?
- yê min sed zer.
yê dinê: şesd zêr.
ev hefisd pêncî pale, hoste mesrefê salê wan bi yekcar da, go:
- heya sal diqede, kelê min xilaz be. hûn ji kelê dernakevin, naçin, - o tevir hilanî û dû derp li ’erdê xist û go:
xano, hate li bistirê,
risas hilanî xistyê,
go, îşala serê me xweş be,
ezê şayê ’ecem bînim ber mirnê.
go, xano hate li ber kolê,
hefisd pale, hoste kolandin,
go, îşala, go, serê me xweş be,
ezê şahê ’ecem bikim axir tolê.
evê du kilama got, tevir li ’erdê xist û avêt, go: «de bişxuln».
mehê carek tê hafê wan,
go, hatî mehê yekane:
xan çûye cem hostane,
asasê kelê vedane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê dudyane,
xan çûye cem hostane,
çêkir tewlê hespane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê sisyane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê topane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê çarane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê ceblixane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê pêncane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê zêrane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê şeşane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê aşxane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê heftane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê avane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê heyştane,
xan çûye cem hostane,
çêkir cyê sitîyane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê nehane,
xan çûye cem hostane,
çêkir koşk û serane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê dehane,
xan çûye cem hostane,
çêkir sûr û bedenê kelane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê yanizdane,
xan çûye cem hostane,
çêkir bircê kelane,
law dim-dime xan têda.
hatî mehê donizdane,
xan çûye cem hostane,
kelê me bû temame,
mehê me bû temame,
rojê me bû temame,
salê me bû temame.
aḧmed xan go: - babo,
her bînin, bînin, bînin,
topa mezin bikşînin,
emê kelê xwe bicêrbînin.
go: - her meste, meste, meste,
kelê me kelak beste,
sed top lêdan dirûste,
kevrek jê ne hilbeste.
go, payze, baranê ’erdan şilkir,
xan serê hefisd pale, hosta jêkir,
bircek ji kelê asê kir.
go, payze, baranê erdan reşandî,
xan avît pêşîya bazirganbaşyê
şahê ’ecem şêlandî.
go, payze, baran erdan şilkir,
xan avît pêşîya bazirganê şahê ’ecem
yekcar batmîş kir.
’ecem şahî gazî mileta kirîye:
«bila bên îmdata min».
ewdemed ko hate herçîke,
hemû bi kuling nalçîke,
go: - gelî şaha, dilê xwe megirin,
ezê kelê ji wera bikim şûna sêv, hurmê, karçîke.
ewdemed hate ji dere:
sedilk ’esker li bere,
go: - gelî şaha, dilê xwe megirin,
ezê kela ji wera bikim şûna bêdera.
ewdemed hate ji kerkûre:
sedilk ’esker pey bûne tebûre,
go: - gelî şaha dilê xwe megirin,
ezê kelê ji wera bikim beden û sûre.
ewdemed hate ji ’erebistanê:
top kişya li ’erebanê,
go: - gelî şaya dilê xwe megirin,
ezê ji wera bistînim firingistanê.
ewdemed hate ji hekarî:
erd û ’ezman ber dinalî,
hefit şa xwe berdane alî,
go: - gelî şaya, dilê xwe megirin,
ezê kela ji wera bînim ser asasê xarî.
ahmed xan rabû ser banî,
go: - babo, çiqas belgê darane,
hinga sitêr li ’ezmane,
hewqa çadir, ’esker dor kela me dane.
xano go: - çiqas belgê darane,
hinga sitêr li ’ezmane,
hawqa çadir, ’esker dor kela babê te dane,
pacê babê te li wane,
eger sibê nedan, lê dane.
û hevdu asêkirin û seknîn.
go, xulamek xano heye,
navê wî kepoye,
gazî kepo kirîye,
li ba cixsî şandîye,
go: - bila şûrek ji mera çêke -
ji esîlkerxanê misrîye,
diçim ordyê şahîye.
kepo alyê sûkê fetlîye,
li ba cixsî çûye,
go: - xano min li ba te şandîye,
go, bila şûrek ji mera çêke,
esîlkerxanê misrîye,
diçim ordyê şahîye.
cixsî jêra şûrek çêkir -
ji esîlkerxanê misrîye
û destê kepo daye.
kepo şûr hilanîye,
alyê kelê fetlîye,
destê xano danîye.
xano carek şûr hejandîye,
du cara şûr hejandîye -
şûr ji nîvî fiřîye,
sed nelat dê û bavê cixsî daye.
go: - bila şûr minra çêke esîlkerxanê misrîye,
diçim ordyê şahîye.
kepo perçê şûr hilanîye,
alyê sûkê fetlîye,
li ba cixsî çûye.
go: - xano min li ba te şandîye,
go: «bila şûrek ji minra çêke
ji esîlkerxanê misrîye,
diçim ordyê şahîye».
cixsî şûrek jêra çêkir,
ji esîlkerxanê misrîye,
destê kepo daye.
kepo şûr hilanîye,
alyê kelê fetlîye,
destê xano danîye.
xano carek şûr hejandîye,
du cara şûr hejandîye,
sê cara şûr hejandîye -
jehrê sor jê barîye.
destê xwe avêt pênisd qazî (zêr)
mizgîn hijmartîye- daye kepoye.
go, xulamekî xano heye:
navê wî meḧmûde,
pêra derket xayîne,
kaẍez dinvîsîne -
revî destê şahê ’ecem datîne,
go: kanî vaye, bin kevrê nemrîne.
şa go: - meḧmûd, lawo!
rojê ’a’îlxa te çye?
go: - şahê min, hêre, hêre, hêre,
’a’îlxê min rojê mertalk zêre,
belê perçekî nan jê kême.
şayî go: - tereso, hezar xulamê min heye,
heqê wan perçekî nane!
go, her bînin, bînin, bînin,
topa mezin bikşînin,
meḧmûd têda tesqînin -
birca kelê zerqînin.
go, topa mezin kişandin:
meḧmûd teda tesqandin,
birca kelê zerqandin.
go, aḧmed xan rabû ser banî,
cilê nimêja danî,
go: ya rebî, tu ji mera bişeynî avek baranî,
pê bînim nimêj - îmanî.
xadê tala jêra şandîye avek baranî,
pê anî nimêj - îmanî.
go, derencê kelê sor û zere,
’evdal beg jî hate dere,
sedilk ’esker li bere,
hê derneket hembere.
derencê kelê sor û sipîye:
ahmed beg jê difřîye,
go: - babo, ordyê şahê ’ecem hê têra min nîne.
ahmed xan go: - babo, em îşev mêhvana kê bin?
go: lawo, mêhvanê xelîfe bin,
lê belê, hîmeta serê xwe bin!
ahmed xan ber bedenê derketîye,
rastî xelîfe hatîye,
xelîfe şûrê xwe kişandîye,
destê xano danîye.
go: - xano, min şûrek kirîye,
çil aş bûha dayye,
çil hêstir mizgîn dayye,
hê dibên- te arzan kirîye,
binhêr hesnê şûrê min çye?
go: - şûrê te misrîye,
ji eslê xwe şam - derzîye,
ji îro şûnda ḧalê weyî aẍa, aẍalera destê min çye?
go: - xano, ahwa meke!
destê xwe baliçqê şûrê min veke.
xano go: - bi qewata xadê şûrê zirav bikşînim,
serê weyî aẍan û aẍaleran bi wî şuḧurî çirqînim.
go, şeř kişya çolk raste,
xûyn devê şûrê bû maste.
go, şeř kişya çolk dûze:
xûyn devê şûrê bû toze,
çar alî bû gaze - gaze.
go: - hatî lawkê hekarî:
dest avêt misrê tarî,
çev kir xêbeta wî alî.
hatî lawkê garsî:
şûr û mertal çirûsî,
nav ordyê şahê ’ecem çeqsî.
hatî lawkê xêbûrî:
dest avêt misrî - morî,
çev kir xêbeta jorî.
hatî lawkê şivanî:
dest avêt misrî penî,
çev kir xêbeta wî alî.
(navê heyştê lawka didin, hema min jî bîr kirîye, nikarim bêjim).
ber bedenê gihîştin ḧeve,
bê nava li hev givaştin,
eyar li hev çirandin,
îdî herçî maye bela bûn, çûn.
xano û mervê xwe hatin li kelê rûniştin. kaẍezekî ji wanra hat: «paşekî, navê wî badîn paşa ji nava romê, ji wera îmdat hat».
xano go: - lawo, were em heřn pêşyê.
rabû, usa jî ḧesen xan, hersê kuřê xano û heyştê xulamê wî, rabûn çûne pêşîya badîn paşa.
badîn paşa bêbextî kir, ji qaweçyara got:
- silêmanî, jehrê bavêje nava qehwê, bide ji wanra.
wekî çê kir qehwe, silêmanî jehrê avîtêda- da ji xanra, hersê kuřê wîra, ji heyştê xulamê wîra. hemû mirin.
badîn paşa ji qehwaçîra got:
- qehweçî, çar qehwa çêke, dayne ser lengeryê zêra û bibe here jinê wîra, ko ew jî bixun bimirin û em firêqet heřne kelê.
jina xano ser bedenê rûniştî bû, dî ko peyakî hat, lê nihêrî ko qehwaçye - çar qehwe ser lengeryê danîye o li destê xwe girtîye, hat, hat li kelê. jink pirs kir, go:
- qehwaçî, go, ka xano, ka hersê kuřê min? ka paşa bi ’eskerê xweva li kune?
qehwaçî got: - ji mera gotne qehwa çêke, bibe ji xanmara, bila ew jî bixun, cî çêkin heya ko em tên.
xanim fem kir, go:
- qehwa dayne li wêderê, here bêje bila bên, cî çê kirîye.
qehwaçî çû. xanim qehwe da ji pişîkêra, pişîk hişk bû. xanmê fem kir, ko hersê kuřê wî, mêrê wî, xulamê wî temam derman kirne, mirne. xanim qehwe rêt û derê kelê asê kir. nihêrî ko badîn paşa bi ’eskerva hatin, hatin ber kelê tijî bûn. derê kelê asê bû. paşa ji xanmêra go:
- derî veke, em bêne hundur!
xanmê go: - bi vî qewlî, go, carek ko derê kelê vekim tu bi ’eskerva tijî bivin nava kelê: yek bimîne derva, venakim.
paşa hate xebera xanim, go: bira soz usa be!
fem nekir. derî vekir, ’esker temam tijî kir nav kelê û paşa bi derencava çû ko here cem xanim. xanim ahwa cem devê cebirxana rûniştî bû, nergîlê xwe dikşand. agirê nergîlê avît nava cebirxanê.
agir kete cebirxana, kela welgerîya - binî û serî hate hev. paşa bi ’eskerêva, xanim bi hersê bûkê xweva temam têda man.
heya niha jî hê divên şûna kelê hêşîn nave: hişke, hişke û hişke...