5- xan dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
10 Xulek
742 Dîtin
carek cara reme li dê û bavê ḧazir guhdêra.
hebû mervekî, kuřê birayê wî. ew lawik hebû deh salî. apê wî çû serê sibê ba soldirû. solim jêra dirût. serê sibê kuřk şand ba berxa, ba kara. êvarê ko hat- sola wî qetya bû: bin çarux avîtbû ser milê xwe. hat. êvarê apê wî go:
- lawo, te serê sibê çarux kirîye pyê xwe,
êvarê maye rûyê çaruxe...
go: - apo, kara belî hêşîne,
ruh û gyanê min distîne.
apo çira vêxsitî,
ber bi kozêva diçûye,
nihêrî kêwrîşk, rûvî nava kozê melsî,
piř ecêvê giran digirtî.
go: - evê ev guř, hirç, kêwrîşk
tevî berxa hewandîye,
çaruxê rûyê wê qetandîye,
wê ’ecêvê giran bîne serê min.
rabû serê sibê milê xano jêkirîye,
xano terke dinê dibûye.
payz çû, zivistane,
serê xano ketîye xax û gêjyê girane.
xano terke dinê dibûye,
çû li ba xelîf şan mêvan bûye.
- xano bigirin, bikin ber sûlînê berxane, -
wextekê xano kirin ber sûlînê mîyane.
xano ji wêderê terkeselayî dinê bûye:
ba xelîf şan diheře,
çû cem şayê ’ecem bû mêvane,
li wêderê xano digirin dikin ber sûlîna mîyane.
çend sal şivanî dike,
digirin dikin ba revê hespane.
xano li wêderê jî hespa xwey dike,
dikin ba boşê devane.
esḧava lêxist, talanê şayê ’ecem biřîye,
talanê şayê ’ecem vegeřand, anî ber dêrîye.
şayê ’ecem çev li xanoyê xulam ketîye,
xano bi milk bûye,
şayê ’ecem zêrê xwe helandîye -
milk zêrîn ji xanora çê kirîye:
ji wê rojê heta îro jêra xanê çengizêrîn gotîye.
şayê ’ecem wî weke kuřê xwe ḧesab kirîye:
ji xwera çûye rav û nêçîr kirîye.
rokê çûye li ser kanyê:
şivanek li ser kanyê razaye,
şivan kodek şîr dotîye,
li ber xwe danîye.
ew şivan bilûrvan bûye,
bilûr li ser koda şîr bûye.
mêşek ji pozê şivan derketîye,
qul bi qulê bilûrê bihurîye,
ser bera sipî buhurîye,
bera şîr bûyye.
piř hindik buhurîye,
xano deng li şivan kirîye,
şivan rabû, rûniştîye.
go: - xano, min çi xewnek xweş dîye:
çûm ser pira darîn buhurtîye,
çûm ser berek sipîda, min xeznek dîye -
de xewna xweda (ruḧê wî bûye).
xano bi çevê xwe dîye,
ku ew xewn ruḧê şivan bûye,
çûye vî qûçî vedaye,
xiznekî zêr dîye.
ewî şiva birûskê li ser dîye.
xizne ji cî guhartîye,
li wêderê veşartîye -
zêra gişk veşartîye,
şiva birûskê bi xwera anîye.
sibê biřî ba hosta, dibê:
- weke şûjnek minra çêke,
ez qayşa hespê xwe pê çê dikim.
vî şûjnî li ba xwe hilanîye,
qewlê şûrê xwe danîye,
go: - minra şûrekî çêke.
çar - pênc ro pey ketîye,
roja qewl k hatîye,
çû k şûrê xwe anîye.
go: - hoste, şûrê min weyne.
şûrê xano k biřîye -
hosta veşartîye.
şûrek misrî bi destê xano danîye,
xano hesnê şûrê xwe hilanîye,
xano dirêş lê xistîye,
şûrê misrî qul kirîye.
go: - hosta, ev ya hesnê şûrê min nîne!
şûrê misrî hiltîne,
anî şûrek nêrz bi destê xano danîye.
xano vî dirêşî li şûrê nêrz xistîye,
ew jî qul kirîye,
hesnê şûrê xano nîn bûye.
go: - hosta, hesnê şûrê min şam - derzîye.
şam - derzî anî bi destê xano danîye.
xano şûrê şam - derzî anî pişta xwe girê daye,
xelîfe çev bi şûrê xano ketîye,
xelîfe çû ba şayê ’ecem gotîye:
- şayê ’ecem, bistînin şûrê nîvçeye,
bidin destê xelîfeye,
k xano bibe duşmanê dînê meye.
xano şûr ne bi rezê xwe da xelîfeye,
xelîfe divêje: ew xulame,
kurmanc şûr pê çi dike,
layqî mine.
xano go: - şa ’ecem, bide min,
bide mine weke şeqek çermê di gaye,
ez dimdim xwera çêkim birc û avaye.
go: - xano, lawo, bidim te weke çermê di gaye,
bike birc û avaye.
xano lêxist çermê ga anî,
danî avê şilkirîye,
kirî duwêl û dewêle,
girt deşt û newêle,
çiqa k cyê çermê ga girtîye -
lêxist asasê dimdim vekirîye.
xano hosta êxrata şayê ’ecem xastîye,
rojê syûsê hosta jêra şandîye,
dîwarê dimdim danîye,
êvarê serê syûsê hosta jê kirîye.
her rojê syûsê hosta jêra şandîye,
risas helandîye, nava dîwêr danîye,
heřo - hero şayê ’ecem hosta şandîye.
rokê pîrek hatîye, go: - xano, lawo,
tu min nakî dya xwe?
ez jî serê agirekî vêdxim.
pîrê nihêrtîye -
xano karê xwe û mehrebê kirîye,
go: - dimdimê xanê min hatîye ber yemanê,
rojê syûsê hosta berdanê,
xazil li wê rojê ser dimdim bibe roja êxirzemanê.
bi vî awî biharê lêdxin,
payzê dimdimê xanê min hatîye ber çêkirnê,
xwezil bi wê rojê ser dimdim, ser xanê min bive
roja mirnê (pîrê divêje).
baranê lîlandîye,
berfê çirpandîye,
xano ava xwe jê anîye,
nava dimdim çê kirîye...
berfê lîlandîye,
xano dest kir talanê şayê ’ecem,
bazirganê şayê ’ecem şêlandîye.
bajarê şayê ’ecem go: - heye, we heye,
ew xanê xulamê teye,
ew bûye eduyê dînê teye.
şayê ’ecem go: - ne min go, nestînin şûrê nîvçêye,
nedin destê xelîfeye,
bira bibe qumandarê xana bi xweye.
xelîfe dibe qumendarê ’esker,
’esker dikşe ser xano.
paşakî hatî ji alyê hewrêze,
hefit hîva ’esker li dû bûye rêze,
go: - ezê dimdim xirab bikim, bikim parêze.
weynin topa derxane,
bikim yek çil hezar ritil dermane,
bavêm xanyê dimdim -
belkî xano bive yemane.
kirin yekê çil hezar dermane,
çil hezar top hevra berdane,
qe xano ne go yemane.
’eskerê xelîfe tên. gotna sê sala çadra vedgirin, rez datînin. tirî digêje nava çilê kanûnê, nîvê zivistanê. sibê tirî tijî dikin ji xanara dişînin, nava çilê kanûnê, divê:
- xano, tirî ji tera dişeynin.
ha li wêbe, ha li wêbe,
wê medeta te destê me çêbe.
xano jî, ḧaşa, dêlk wan heye, bi şîre: pîrê didoşe, dimeyne, nava çilê kanûna vêdrokî mast ji xelîfera dişîne, divê:
- nava kanûn estomastê girtîye ji wera dişeynim:
ha li wêbin, ha li wêbin,
wê medeta we dest min çêbin.
dixiwezin deh salî dinê jî biseknin -
mineta min ji we tune.
’eskerê xano memûdekê nemayê,
lawkê bêsebre,
lawkê garsî, ’evdal aẍaye,
swarê li mihînê, temir xanê teyare.
temir xan kuřê xanoye,
xano k zêrê xwe anîye,
dimdim çiqawiz kirîye,
carê mehya wan sermertalk zêr dide wan.
rojekî jî ji mehrebê vala ne bûye,
sermertalê zêrê wan nedaye.
memûdekê nemayê kaẍez ser tîrê pêçaye,
avêt çadra xelîfê beẍdayê:
«kanî wê li qûntira çyayê».
serê kanî pê nîşan dayê.
ser kanyê xistîye,
ava dimdim ji ser biřîye,
wextek weke mehekê çûye,
ava wana çikyaye.
xano go: lê dayê, lê dayê!
tu bike hîvî du’ayê,
belkî barî tevîke baranê nîsanê,
xanê min bike nimêja îmanê.
bi qudreta xadê baran dibare,
çend roj av dikeve cirnê wan,
qedera mehekê hespê xwe av didin,
ji xarna wanara, ji hevîrê wanara -
ava wan diçke.
ava wan çikya. xano dibê:
- ez nakevim bin gunê,
kî ji we ber bi mala xwe diheře, bila here.
hemû wed dikin, dibên:
- em bimînin, bi hevra bimînin,
bimirin- bi hevra bimirin.
tenê memûdê nemayê dibê:
- xano, destûra min bidî!
destûra wî didin,
derî lê vedkin,
diheře çadra xelîfê baxda.
şayê ’ecem gazî dike,
diheře cem şayê ’ecem.
şayê ’ecem dibê: - memûdkê nemayê,
çi te xirabî dît xanê xulamê min?
go: - her roja sermertalek zêr dida me,
min bêbextya ha kir.
- memûdkê lawo, nemano,
heye min sed xulam nagîje kerîk nano,
xanê xulamê min sed mertal zêrê te jî nedano.
her bînin, bînin, bînin,
memûdkê nemayê bînin,
devê li topa bilfînin,
xanyê xulam bircê bireşînin.
memûdkê nemayê tînin,
dev li topa dilfînin,
davên li xanê bircê dixînin,
her wesalekê xwera diçe.
şa ’ecem dibê: - bila dilê xanê xulamê min ji min nemîne.
ava wan k deqete,
êvarê dikin civîn.
xano dibê: - ava me qetyaye,
gerekê em bi şûr heřn merebe bikin.
ewl em diheřn çadra xelîfê beẍdayê,
destê xwe ji xwera bigirin,
emê bêjin hatin teslîm dibin.
kengê şûrê min bi destê min ket -
hê wê gavê ezê bikim merebeye.
wextê k wê heřn, jin dimînin.
pîrê, jina ’evdal axa dimînin.
her yekê fîncanek jerî hildide destê xwe,
’evdal axa dibê:
- lê jinê, jinê, jinê,
mexwe jerîya mirnê,
bisek ser şedîya dinyayê.
serê sibê radbin,
ewlî diheřn çadra xelîfe.
xelîfe di dilê xweda dibê:
«hatin teslîm bibin».
xelîfe dibê: - xano, min şûrek ji xwera kirîye.
xano dibê: - xelîfe, hesnê şûrê te çye?
dibê: hesnê şûrê min şamê misrîye,
dibê, min çil hezar zêr ser seqa wî danîye.
xano dibê: - xelîfe, hesnê şûrê te ne şamê misrîye!
- lê, dibê, çye?
dibê: hesnê şûrê te şam - derzîye.
gava xelîfe şûr dide destê xano,
dibê: - xelîfe, şûrê te bi destê min ketîye,
medeta te, xal û xarza destê min çye?
dibê: - xano, tu ancax destê xwe ji qevda şûrê min berdî,
ancax reca serê xwe bikî.
xano çev li xulamê xwe -
li temir xan, wan şikênandîye,
xano şûr davê serê xelîfe fiřandîye,
wêderê merebe çêkirîye.
eferim lawkê şivanî,
nan û şîrê te xarîye -
helal bive wî canî,
vegeřim te li dimdimê dikim sultanî.
eferim lawkê garsî,
li ber çadra direqsî,
xofa xadê natirsî.
’evdal axa swarê di mehînê,
dinya kir berê xûnê -
mirin çêtre ji vê jîynê.
temir xanê teyare:
tê hefit xêbet dike xare.
şevê temir xanê teyar
tê hefit xêbet diqelîne.
tê, nimêja sibê dike li male.
şûrê temir xan k çê dike -
hosta mixek li balçixa şûr dike,
dawdişîne, merva dikuje,
hesp û zîn reḧet nake.
têmir xan dibê: - lo bavo, bavo!
reme ne li bavê wî hostayî,
ku siqa şûrê min daye,
davêm girkê milayî,
reḧet nake hesp û zîn.
xano dibê: - çika şûrê xwe bide destê min.
şûr bi destê xano dide,
xano dinhêre şûr nakşîne -
hema tevî kalan dawdişîne.
xano şûr ji kalan dikşîne,
dide destê temir xan.
dibê: bavo, binhêre şûrê kuřê xwe,
hêb dweşînim perê xwe,
hê xweş dikim şeřê xwe.
usa dibe merebe- hevdu diqelînin.
diheřn ko heřn çadra şayê ’ecem.
diheřn ber defkê wan dikujin,
’eskerê xano dikujin.
diheřn, dibê: - em diheřn xanyê dimdim,
çika çiqa ’esker mera şeř kirîye?
diheřn ba pîrê, dibê:
- pîrê, çiqa ’eskerê xano hebûye?
dibê: - nizanim, bêjin ’eskerê xwe, bila gişk bên,
hergê dimdim tijî kirin -
wê gavê emê zanbin çiqasin.
tên dikevin xanyê dimdim, tije dibin.
pîrê radbe agir berî xanyê çiqawzê dide.
’eskerê şa ’ecem bi xwera dide qelandinê.
ew jî nava wana tê qelandinê...
tenê jina ’evdal axa xilaz dibe:
duḧala bûye,
dibe şedîya dinê.