4- dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
16 Xulek
768 Dîtin
ha bi xurmîne,
bi xurmîne,
ew qiset raste, qe derew nîne,
qiseta xanê çengizêrîne.
xan êtîmê dero - dero,
çû cem şayê qecero,
dabû kêr û kembero
xan sivekê zû rabû:
qesta dîwana şa kirbû,
şa dîwanê derketbû.
go: - herê xano, te miraz çye?
qaweçya odê jê xwestye,
hefit sala bû qaweçye.
wexta hefit salê wî temam bûn, got ko: «bese, wekî ez haqa wext qaweçîme».
xan sibekê zû rabûbû:
qesta dîwana şa kirbû,
şa dîwanê derketbû,
go: - herê xano, te miraz çye?
revoçya hespa jê xwestye.
ewî hefit sala hesp çêrandin. rojekê hespê xwe bir devê berê, dîna xwe dayê wê kerî pez wê derêye, go: «xadê zane, ezê lezekî heřim cem wî şivanî». çû, dîna xwe dayê, wekî şivan razaye: şîrê xwe dotye, hevana xwe daye ser dêv, bilûra xwe jorda daye ser. go: «xadê zane, ez deng lê nakim, rênicbere, westyaye, bira xwe - xwe rabe». kêlekê rûnişt, dîna xwe dayê, wekî mêşek ji pozê şivîn derket. kevrek pêşber bû, ji qula bilûrêra çû kete hundurê kêvir. lezekî seknî, dîna xwe dayê, dîsa ew mêş ji binê kêvir
derket, qula bilûrêra hat kete pozê şivîn. şivan rabû ser xwe, go:
- pe, min çi xewnek dî!
xan go: - xadê xêrke, te çawa dî?
go: - min xewn dî, ez ser bera sipîra, pira hefit çevîra çûm ketim nava malê hanûn û qanûn.
xan xapand, go: - kuřo, go, mala te ava be, eva, go, xewneřojke te minra go, kesîra gilî neke, wê te bikenin.
ewî rabû pezê xwe rakir, xan jî revoyê xwe terqand.
xanra derket cerdeke giran, evê cerdê revoyê wî terqand.
xan para pey cerdê ket, merîk ji cerdê girt, çek û sîlḧê wî hilda:
pêncî mêr cerdê kuşt, pêncî axtirme anî, lê milekî xan fiřî.
xan ew revo axtirmava tanî heyata şa. şa sibê zû rabû, dîna xwe dayê,
’ecêveke giran, go:
- kuřo, ev çi tevaye, çi ’ecêve?
şa xan nas nekir, xan wêderê jêra sond xar, go:
- serê şayî, bavê şayî,
ez xanê revoçyê teme -
min revoyê te diterqandin,
çya û banîya digeřandin,
minra derket cerdeke giran,
wê cerdê revoyê te terqandin.
ez para pey cerdê ketim,
min merîk ji cerdê girt,
çek û sîlḧê wî hilda,
pêncî mêr cerdê kuşt,
pêncî axtirme anî,
milekî xanê te fiřî.
şa wî çaxî nas kir, wekî xane, xulamara go:
- kuřo, bikin, bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
nav legana biḧelînin,
milekî xanê minra zêr bikşînin.
milekî zêr jêra çê kirin, usa hizkirna xadê hebû, wekî xûn û goşt milê wîda hat.
şa dîna xwe dayê, wekî xan mêrekî çêye, go:
- xan, go, tu bive qirserdar, dest talan - tûjanaka bîne.
ew hefit sala bû qirserdar. çi mêrê çê destê xwe ber xwe hildida, danî digîhande xwe. hefit salê wî temam bûn, wekî qirserdar bû. rojekê go: «mala min xirav nebûyo, min şivan xapand, ez jî qe ser wî kevrîda neçûm, çika çi heye, çi tune?»
xan sivê zû rabû,
qesta dîwana şa kirbû,
şa dîwanê derketbû,
go: - herê xano, te miraz çye?
go: - şa, go, hine xalî bide min, wekî ez xwera bikim sitar, avayî.
şa go: - serê şayî, bavê şayî,
ez nadme te qedera çermê gayî,
wekî tu xwera bikî sitar - avayî,
orta xwe, te nakim tu gêjayî.
xan divêje: - serê şayî, bavê şayî,
tuyê bidî min qedera çermê gayî,
kevir li kevir nakim zêdeyî,
orta xwe, te nakim gêjayî.
şa go: - kuřo, heřn weke qedera çermê gakî xalyê bidnê, bira xwera bike avayî.
çermê gayî, çermê gayî,
çermê gayî sorî pêle,
hûrk - hûrk kir duhêle,
girtîye rast û mihêle.
usa kir duhêl, wekî qulpa derzîva derbaz bû. bir çû çarinkalê wî kevrî dorê da geřandin, qêmîş nebû, wekî serê wî girêde, anî serê wî da ser hev, mixek têda kuta.
xan sivekê zû rabû:
qesta dîwana şa kirbû.
şa dîwanê derketbû,
go: - herê xano, te miraz çye?
xan sêsd pale jê xastye.
şa go: - kuřo, bikin, bilezînin,
sêsd paleyî minra bînin,
ser xanê kurdada bişînin.
xanê kurda çi cindîye,
pêşya sêsd paleyî ketîye,
ser kela dimdim peya bûye.
lêxist riknê kelê kola. wexta ko temam riknê kelê kola, ketne nava zêr û zîv. xan go: «mala min xirav nebûyo, evê sivê heřn gilyê min bikin». rabû serê wî sêsd paleyî jêkir, avîte riknê kelê, tenê merîk jê hişt.
navê wî memûdê melekanî:
pirz bê serê zimanî,
axir wê rojekê bive baysizê mala xanî.
dîya xan xanra go, go:
- kuřo, lawo, go, te gunê wî sêsd paleyî kirîye situkuřa xwe, te tenê eva meryê hana hiştîye, ew xwe ne boxê jina teye?
xan go: - dayê, wekî, go, eva kelê çêneke, kese nikare çêke.
go: - de tu zanî, lawo, wele ne usane, wekî tu divêjî - bira usa be.
xan sivekê zû rabû:
qesta dîwana şa kirbû,
şa dîwanê derketbû,
go: - herê xano, te miraz çye?
xan şahra sond xar, go:
- ew palê te duh dayî,
go, qet tu xevat minra nekirin,
temam, go, revîn - çûne malê xwe.
şa go: - kuřo, bikin, bilezînin,
pênisd paleyî minra bînin,
ser xanê kurdada bişînin.
xanê kurda çi cindîye:
pêşîya pênisd paleyî ketîye,
ser kela dimdimê peya bûye.
hefit sala kela çêkir: rojê du kevir dadanî, zirîçk diheland berî ortê dida. wexta hefit salê wî temam bûn, kela wî jî temam bû. rabû hefisd top - tiving anî hat, da destê wî pênisd paleyî.
got: - rojekê wê ser vê kelê bive şeř, wekî hildişe, bira hema îroda hilşe.
xan çû kete hundur. ewî pênisd paleyî ew top - tiving hevra dayê. aqasî dengê wê hundurda kiviş dibû: hesavê çilkê baranê, çawa kirîşekêke. ewî rabû ew pênisd pale temam xelat kir- her yekê kode zêr heqê wan dayê, îzna pala da, pale heřne malêd xwe.
pale hatin derketin şeherê şa, xwera bazar kirin. ew hefit salê wan bû, wekî jin, zarê xwe nedîtbûn, bona mala xwe hûr - mûr dikirîn. cav dane şa, go:
- pale hatne ketne nav şeherê te, nav şeherê teda bû xelayî.
şa rabû xelîfe şand cem serkarê pala. çû got:
- kuřo, we xelayî kire nava şeherê me, derên heřn.
serkarê pala go: - dewlet xadê, go, serê xanê çengizêrîn. îsal hefit salê meye, wekî em jêra dixevtin, kelê çê dikin. her yekê me, heqê me kode zêr daye.
xelîfe go: - kuřo, go, heya duh na pêr jî xan revoçyê şa bû, îjar kuřa bû xanê çengizêrîn?
xelîfe çû cem şa, go:
- şa, ḧal û hewalê pala ev. rave kaẍezekê binvîse xanra bi gef û guř, wekî şeřê wî tera tune, wê kaẍeza te hilde.
şa rabû kaẍezek nivîsî bi gef û guř, da destê du qasda, şand xanra. wexta qasd kaẍez bir, çûne kelê, xan dîna xwe dayêda, wekî qasdê şa û kaẍeza şaye. ber rabû, kaẍez danî ser serê xwe. lê wexta kaẍez xwend, dîna xwe dayê - ’ecêveke reşe, wekî jêra gef û guř kaẍezda nivîsîye. rabû kaẍeza wî qelaşt, milekî qasdê wî jê kir, çevê yekî jî derxist- ser şada verêkir.
wêda tê qasdê kore,
ḧalê xweda pore - pore,
divê: - ḧukmê vî xanî çiqa zore.
wêda tê qasdê qope:
ḧalê xweda kote - kote,
divê: - ḧukmê vî xanî dil cegerê min disote.
hatne cem şa. şa dîna xwe dayê - ’ecêveke reş. şa rabû defa hewarê xist, ’esker top kir, top - cebirxane, çû ser kela xan şeř. êvarda dora kelê çarinkal girtin.
kuřê xan rabû sivê dîna xwe dayê, ’ecêveke reş, hat go:
- bavo, hesavê siteyr - peyrê ’ezmana heye,
hesavê kevir - kuçka heye,
hesavê qirş - qala heye -
hesavê ’esker, top cebirxana tune,
dora kela me girtine.
xan go: - lawo, ew heye bazirgane:
baceke bavê te ser wane:
hergê dane, xwe wê dane,
hergê nedane, wan û bavê te li hev dane.
wana wêderê hefit sala kire şeř ser kelê. ’eskerê xan hundurê kelêda bû, yê şa rastê bû. xan lêdxist, ’eskerê şa qir dikir. şa dîna xwe dayê
- boşe, koka ’eskerê wî hat, ’emir kir, wekî sivetrê ser kelê bikşin heřn.
pîrekê bihîst, wekî ’eskerê şa wê ser kelê bikşe. rabû çi kir? çarşevek xwe wer kir, dêlkek dot, qatix haveyn kir, çû kelê.
xan go: - pîrê, te xêre?
go: - xan, tuyê çi bidî min, wekî ’esker sivê ser kela te bidme kişandinê?
go: pîrê, ber destê xadê ad be: wekî ’esker sivê ser kela min bikşe, ezê beramberî te zêra bikşînim bidme te.
pîrê rabû kils şewtand, temz hêra, anî hat bircê kelêda bir çû vala kir. kûpê qatix hilda, çarşevek xwe war kir, çû nav ’eskerê şa. ’eskera da pêşîye, go:
- pîrê, ew çye?
go: - qatxe!
go: - pîrê, kela û qatix? îsal hefit salê meye em ser şeř dikin, ew çawane?
- ha, mala we avabe, hundurê kelêda mêrg hene, zevî hene, çayîr hene...
- pak, pîrê, lê ewê han çi bû, te anî bircê kelêda vala kir?
go: - ew jî arê binê kewara bû: me arê teze hêra, binê kewara min temz kir, anî hat wêderê vala kir.
wêderê cav dane şa, wekî: «ḧal û hewalê pîrê eve, wa divêje». şa dîna xwe dayê, wekî bi sozê pîrê, gotna pîrê, ew hefit sala ser şeř dike, wekî hefit salê dinê jî şeřke, tu altikirna xan tune- ’emir kir ser ’esker, wirkî sivê ser kelê bikşe.
memûdê melekanî,
pirz bê serê zimanî,
axir wê rojekê bive baysê mala xanî.
êvarê dereng hat, heya hat - xulama nan xarbû. xanmê nan jêra anî, ber geřya, go:
- memûd, tu dereng bûyî, xulama nan xarîye, şîva te kêmasîye, ezê sivê zû ravim, teştîya te ḧazir kim.
memûdê melekanî go: - ha - ha pê hatê, tu zanî, wekî sivê ’eskerê ser kelê bikşe, lema te şîva min kêm hiştye.
rojê- heqê memûdê melekanî kode zêr bû, kincê wî weke yê xanî bû, hesp - zînê wî jî mîna yê xan bû. memûdê melekanî rabû çû cyê xwe, rûnişt kaẍezek nivîsî şahra, wekî «îsal hefit sale, wekî tu şeř dikî, tu hefit salê mayîn jî pêra şeřkî, tucara tu nikarî altikî. heya ji serê filan çyayî av tê hundurê kelê, kengê te ew av biřî, paşê tuyê altikî». memûdê melekanî rabû kaẍeza xwe serê tîrê xist, avîte nava ’eskerê şa. memûd jî xwe pey kaẍezê xwe avît, çû.
şa kaẍez xwend, gote xulama: - kuřo, go xayê vê kaẍezê?
gazî memûdê melekanî kirin. şa go:
- kuřo, go, kêmasîya wî mêrkî tera çi bû, te eva yeka sêrî kir?
dilê şa ber xan dernedket, lê ’eskerê wî bihîstibû: kuřê xelqê bûn, tiştê usa qebûl nedkirin, şa jî nikarbû veşarta kaẍez. lê pirsî go: -kuřo, memûdê melekanî, hilbe kêm qulxya wî tera çi bû?
go: - serê şakim, hespê min yê wî rinditir bû, rojê kode zêr heqê min bû.
êvarê, go, ez dereng hatim, şîva min hindik bû, bona şîva xwe min ev kaẍez tera nivîsî.
şa go: - kuřo, tu çi kêrî wî hatî, ma tu kêrî min bêyî? - gote topçya, go, - memûdê melekanî devê topêva kin.
memûdê melekanî anîn devê topêva girêdan, avîtin birca kelê, kuştin, go: «tu çi kêrî wî hatî, çi kêrî me bêyî?».
şa rabû, ’emir kir, ’esker şand, deve - delûl şandin ser wî çyayî, wekî ava kela xan dihat. av biřîn, ev deve - delûl temam şeřjê kir, xûna wêya kanata wêda hat.
kuřê xan sivê zû rabû, çû sarîcxana, wekî nimêjê bike, dîna xwe dayêda, wekî av tune: sarîcxanada xûn bûye ceger, seknîye. hat vegeřya malê, gote xan, go:
- xan, ḧal û hewalê sarîcxanê me bû ev.
xan go: kuřo, bivînin memûdê melekanî kuye?
geřyan, memûdê melekanî ne dîtin. dîya wî jêra got: - xan, min tera nedgot, memûdê melekanî wê bive baysê mala te?
xan gote dîya xwe, go: - tu rave dukê xadê bixiweze, belkî baranek bibare, sarîcxana me xûnê temz be: sivê em nimêj bikin, deste şûrê derêne şeř. dîya wî dwa xadê xwest: ’emrê xadê usa ḧiz kir, wekî baraneke usa barî, ew xûn temam sarîcxana kişya - derket, dewsa wê xûnê av kete sarîcxana.
sivê rabûn, nimêja xwe kirin, gazî xadê kirin. dîya xan xanra got:
- kuřo, lawo, go, ne îslam heye? rave kaẍezekê binvîse îslamêra bişîne, wekî îslam hewarîya me bê. @xan rabû kaẍez nivîsî. melekî topal hebû, da wî meleyî, ser îslamêda şand. bi zaranî jêra go, wekî kaẍezê tu jêra zû bivî, çika cava wan çye minra. mele kaẍez bir gîhande îslamê. îslamê kaẍezêda nivîsî, wekî - «hefit roja ber xwe bide, roja heyşta emê xwe tera bighînin». usa jî zaranî melera got:
- bira hefit roja ber xwe bide, emê roja heyşta xwe pêra bighînin.
mele vegeřya hat. îda êvar bû: derê kelê dadayî bû. ber derê kelê raza, kaẍez jî ber serê wîda bû. @hesasê şa digeřyan, hatin dîna xwe danê, wekî merîk ber derê kelê razaye. perê kaẍezê ber serê wîra sipî dikir. kaẍez derxistin, nihêrîn, wekî îmdat ji îslamê xwestye. îslamê cava wî daye, gotye, wekî «hefit roja ber xwe bide, roja heyşta me xwe tera gîhand». hesasê şa wê kaẍezê diqelêşin, dewsa wê kaẍezê yeke din dinvîsin: «xan, hefit sala ber xwe bide, sala heyşta me xwe tera gîhand» û careke dinê wê kaẍezê dikne ber serê mele, lêddin diçin.
sivê derê kelê vedve, mele diçe hundurê kelê. xan tê pêşyê:
- ha, mele, gidî, zaranî bêje, çika îslamê qe çi got?
go: - xan, gotîye, bira hefit roja ber xwe bide, roja heyşta me xwe pêra gîhand.
gava xan kaẍez vekir, dîna xwe dayê, wekî ’ecêveke reş, îslamê têda nivîsîye: «hefit sala ber xwe bide, sala heyşta emê xwe tera bighînin».
xan go: - mala wan xirav be, ezê bi ava baranê çawa hefit sala şeř bikim, wekî ew sala heyşta xwe minra bighîne? go, em deste şûr heřn şeřê dijmin.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê çengizêrîn rabû,
pencerê rawesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
çev renga kuřa mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan ’evdile rabû,
pencerê rawesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
çev rengê sitîya mabû.
go: - sitîno, ha sitîno,
paşî me gilî - gotin li kêno?
sitîya sond xar: fîncanê jerê girtine xwe, kêrê çirtimeva, go
- wexta wekî hûn bêne kuştinê, emê vê jerê bixun, vê kêrê jî xwe xin. îjar xan ji kelê derketin. şa dîna xwe dayê, wekî xan kuřava ji kelê derketin. şa rabû kaẍez nivîsî: «xan, go, evê kaẍeza min hilde, bive destidayê min, dîsa kela xweda rûnî mîna berê». kuřê xan, xan ’evdile gihîşte kaẍez, kaẍez qelaşt, avît. xan jêra go:
- kuřo, lawo, te çira usa kir?
go: - bavo, kuřê mêra, mêr divêjin:
ne hespekim, te ez xwey kirme,
ne beranekim, kozî kirme,
kuřê mêra - mêr divêjin,
rojê oxirmê giran kuştinê nafkirin.
rabû, çûn. xan ’evdile herdu birê xweva çûne mêvanîya xelîfe. xan çû mêvanya şa.
şûrê xelîfe ji qavê kişya bû, xeza dixast. xan ’evdile xwe xelîfêra got:
- hela çika şûrê te çawane, çawa dibre?
xelîfe şûr da xan ’evdile û pêra - pêra poşman bû.
go: - xelîfe, şûrê te çye?
go: - tîra wî birûskîye,
xwe - xwe temam derzîye.
xan ’evdile go:
- xelîfe, ha xelîfe,
tu bidî min sed top qedîfe,
tucar nagre, ew teglîfe.
wêderê xan ’evdile lêxist serê xelîfe fiřand. cav dane şa, wekî kuřê xan xelîfe kuştin.
heya kuřê xanê çengizêrîn gihîştine bavê- milekî bavê wana, lingekî bavê wana fiřî. kuřa gavanyê xwe cinyazê bavê danî, ser şeř kirin. xan go:
- ’evdile, şûr bikşîne ji kalîne,
bira bibře hesp û xudîne.
wê formê hevdu qir kirin: xan, kuř û xulamava hatin kuştin. bûkê xan herçê xwe kuştin- hemî kuştin. yek jî duḧala bû, xwe bircê kelêda avît. usa ’izkirna xadê hebû, ba kete dawa dêrê wêya: hêdî, nerim hate ’erdê. tişte pê nehat.
şa rabû çû kelê ’eskerê xweva, herçê ’eskerê mayîn.
binê kela xanda hebû gozeke barûtê. dîya xan texte qul kirbû, qelna xwe jorda dabû ser qulê, çixara xwe dikşand, go: «wexta ’eskerê şa bê tije hundur bive, ezê vî agirî bavêm nava barûtê, bira gişk pêra qir bivin». şa hate hundurê kelê ’eskerê xweva. kaẍez nivîsî dîya xanra, go: «were evê kaẍeza min hilde bive desdayê min, bûkek te jî maye - duḧalaye, mal ser zikê jina jî şêne.
dîya xan go: - kafir, go, paşî van kuřa, van bûka, van xulama, teze seranpîran ez bêm kafir bivim?
agirê çixara xwe welgeřand qulkêra nava barûtê. heçê ’eskerê şayî mabû, ew jî wêderê temam hate qiřê.
gotna gotîya, çawa divêjin, heya roja îroyîn silsileta wê bûkê kurek dive, ser wê kelê şeř dike.
îda ew bû, kuta bû.