3- xanê çengizêrîn

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 14 Xulek  539 Dîtin
xanê kurda merîkî qaçax bû: mêşeda bû, çyada bû. şayê ’ecem pê nikar bû, çiqa qasdê xwe, ersawlê xwe dişand- pê nikar bû: xanê kurmanca pê rûnenişt.
rojekê xanê kurda xwera fikirmîş bû, go: «hefit kuřê min hene, ezê sivê wî hefit kuřî bizewcînim, hefit jina bînim, usa jî zarê lê bîter bin, îda qaçaxî minra dest nade, neferê min gele dive». sîlḧa xwe hilda, çû tesmîlî şayê ’ecem bû. şa ’ecem go:
- tu qaçaxekî xurit bûyî, min tu cara nikar bû tu bigirtayî, çi hesavê te, te daye sîlḧa hatî tesmîlî min bûyî?
go: hewalê min ewe, neferê min zef bûn, qulxekê bide min, ez hefit kuřa bikevim qulxa te.
go: çi qulxê dixazî, ezê bidme te!
go: qulxa min, go, ezê syar bim, revoyê hespê te biçêrînim.
xan - man danê, go: here mala xwe bîne!
çû mala xwe anî. her kuřekî xwe kire polîsayê xwe, xanê kurda qulxa hespa dayê, wekî biçêrîne revoyê hespa.
xanê kurda revoyê xwe diçêrand, rokê hat ser berê, wekî wêderê şivan şîr xwera dotbû, bilûr dabû ser koda şîr, cîb - cî raza bû. xankê kurda çû, go: «nanê min tisîye, ez heřim cem şivan şîr bixum». hema wî çaxî xankê kurda dît mozek nava çar
kevra hat kete qula bilûrê, hat kete pozê şivan. şivan vecênqî
rabû ser xwe, go:
- xankê kurda min xewnek dît!
ewî jî go: - xadê xêrke!
go: min dî ruḧê min çû kete nava xizneke zêra, min tiştek jê nanî: bereke mezin bû, pirake ser bû, hefit çevî lêda bûn, ez jê derbaz bûm, min hew zanbû xewn nîne, min hew zanbû rastîye!
xankê kurda fikirmîş bû, go: «ew bera mezin, go, tasa şîr bû, ew pira seřa - ew hefit qulê bilûrê bûn, têda hefit çevî, wekî ser pirê bûn».
xankê kurda ew axlîş kir, go:
- xewneřojke!
go: tu rast dibêjî?
go: tucar ser berê pira tunene, go, xewna te derewe!
şîrê xwe tevî hev xarin: şivan rabû pezê xwe kişand hefa şeher, xanê kurda jî rabû çû orta herçar kevra nihêrî, dîna xwe ko dayê, selek avît, sel rakir, bin wî selîda hesavê zerzemîn bû û navda nerdiwan bû.
gava kete hundur, lê nihêrî temam xizne - zêre. jê derket, derî dîsa rind girt. êvarê çû mala xwe, gote jin, zarê xwe, go:
- qulx me têr nake, gerekê em xwera tivdîrekê bivînin, xan - manekî çêkin.
ser wê nêtê seknî, sivê revoyê xwe bir.
revongê xwe diçêrande,
çya û banî digeřande,
devê bera disêwrande.
dê revongê xanê kurda didayê,
xanê kurda bê çekî, bê sîlḧîye,
pey cerdê hewar û gazîye.
xankê kurda syarek jê girtîye,
çek û sîlḧê wî jê sitandîye,
heyştê mêr dikuştîye,
sed axtirme dizvirandîye,
çengê xanê kurda ber qolangê mila difřandîye.
xankê kurda sivekî zû ber dîwana şa seknîye.
şa go: xankê min, te çi hewale?
go: - min revongê te diçêrande,
min çya û banî digeřande,
devê bera disêwrande.
cerdê revongê te didayî,
xankê teyî bê çek, bê sîlḧ bû -
pey cerdê hewar, gazî bû:
min syarek cerdê girtibû,
min çek û sîlḧê wî jê sitandibû -
heyştê mêr dikuşt bû,
min sed axtirme hesp para zivřandibû,
çengê min dan, qolanê milada fiřandibûn.
ewî şa digote xulamê xwe, go:
- kuřo, bikin, bilezînin,
qursê zêra mal bikşînin,
nav legana bihelînin.
ewî çengê xanê xwe zêr dikşand.
xankê wî digo: - ez tewaqe şayê xwe dikim,
bide min qasî çermê gayîn,
lê avakim mal - avayî.
şa go: xankê min, go,
ezê bidme qasî çermê gayîne,
go, tu kevir - kevir zêde nekî,
orta min û xwe gêjyê nekî.
ewî go: - emê qol bidne hev, - qayîlî hev sitandin.
weke çermê gayî tesmîl kirê,
xankê kurda çû bazarê,
sitend çermê gayê reşe:
ewî sê ro, sê şeva dikire avê,
ewî duhêl rayşte.
ew çerim weke têlê zirav, ko kinca pê didrûn, usa kir. ew çû ser kela dimdim (berê kela nîbûye, teze wê bike kela).
ewî ew duhêl çap dikir,
davît deşt û newêle,
ûsa jî serê duhêlê hevanî.
şayê ’ecem bihîst, go: - xankê min,
min da te qasî çermê gayîne,
ne min go: «kevir - kevir zêde neke,
ne min go, orta min xwe gêjyê neke.
xankê kurda îja go:
- ne qirara min û te heye, min bihustek xanî gotna te zêde nekirîye.
şayê ’ecem go: te ez şaş kirim, lê tişte nave, here xwera avake.
go: - şayê min, go bide min hefisd pale.
ewî digote xulamê xwe:
- kuřo, go, zû bikin, bilezînin,
go, hefisd paleyî bo xanê kurda bişînin.
ewan dikir, dilezandin,
hefisd pale dicvandin,
boy xankê kurda digîhandin.
xankê kurda çî cindîye,
pêşya palê xwe ketîye
biřîye ser kela dimdimêye.
salekê riknê kelê dida kolandinê,
av diçû, derdixist çyayê jorîne,
bin ’erdêda şevê hefisd pale dixevtî,
rojê danî pê kelê dida çêkirnê.
du sal temam dibû -
av danî orta kelêye.
riknê kelê temam dida çêkirne.
binerdeke zefe mezin dikole,
ewî şevê serê sed paleyî jê dikir -
hefit roja hefisd pale temam dikuşt.
palek jê dima.
meḧmed begê kuřê wî go:
- bavo, ewî jî bikuje!
ewî go: - mervekî minî zefî heyfe,
navê wî meḧmûdê meleganî.
destê min diçe te, meḧmed beg,
destê min naçe meḧmûdê meleganî.
ewî go: - bavo, tuyê zîyanê bikşînî.
zîyana wî çi hebû dest meḧmûdê melegane -
ewî usa cyê avê zanbû, ko hatîye kelê.
xankê te sivekê diçeye,
der dîwana şa seknîye.
şa ji dîwana derketîye:
- xankê min te miraz çye?
go: - ew hefisd pale te didayî,
ewî minra kevir neda ser kevre,
ewî axçek pere nebir mala xweye.
go: - tu çi dixiwezî?
go: - heysid paleyî dixazim,
ezê pê xanûmanê xwe çêkim.
şa nizane ew çê dike kela dimdime.
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
heysid paleyî boy xankê kurda bicvînin.
ewan dikir, dilezande,
heysid pale boy xankê kurda dicvande.
xankê kurdayî çi cindîye,
pêşîya palê xwe ketîye,
biřîye ser kela dimdimêye.
- ez ne dimdim bûm,
bûme xayê dimdim.
ez ne xayê kela dimdim bûm,
bûme xayê kela dimdim.
heysid pale dida xevatê,
heyşit sala kela da çêkirnê.
kela da çê kirnê pola - bi zirîcê, -
usa jî sûra dorê, du derge têda dihîşte,
herdu dergê pola dida çê kirnê.
ewî ew heysid pale dikire hundurê kelêye, hostê wîva, derê kelê dida dadanê, digote meḧmed begê kuřê xweye, usa jî digote meḧmûdê meleganêye:
- kuřo, digo, bînin topa mesîlêye,
go, kuřo, agirkin bedena kelêye.
yek bazin jorda nanî xarêye.
go: kuřo, bînin ceyran tope,
go, kuřo, bavêjin sûr û bedena kelêye.
ewan agir kir sûr û bedene -
yek neynok jorda nanî xare,
elaletê têda dizare.
ewî digot: - veke derê kelêye.
ew pale temam jê derdixiste. pale zef ditrisya.
- xankê kurda, em tewaqe te dikin, heyşit sala em xevtîne, em heqê xwe ji te nastînin, me azake, em heřne malê xwe.
xankê kurda go: - ez heqê we bidme we, hûn gunene!
- lê, go, te em çima kirne kelê? te derê pola ser me dada, te usa jî kela da ber topa.
go: - wekî hûn qelp bixevtyana, topê kela hilşandana - hûnê temam binda qir bûna. wekî we rind çê kirîye, ezê we her yekî sed zêrî bidme we. şayê ’ecem padşakî zore, wê sivê kelê bide ber topaye: wekî kela ser minda wê hilşya, bira ser weda hilşya. wekî dewa şa minra hebe, ez îdî jê serfinyazim.
go, memed beg, zûke heqê pala bîne bide.
go: - bavo, te pêra bazar ne kirîye.
go: lawo, min serê wî pênc manatê zêr hesav kirîye rojê.
- ê, go, bavo, heqa perê te hene?
ewî teze ’elamî kuřê xwe dikir, digo:
- lawo, mêşokekî tu hilde.
ewî dibir zîndanê, kuřê wî teze çev pê ket, go:
- bavo, ev çi xizneye?
go: - min anî cem şivanekî, bona xatrê nanekî, tase şîr anî.
go: - bavo, çiqa îçka te zefe, yanê - çiqa dilê te fireye: îsal deh sale kela te em çê dikin, lê tu rojekê kuřê xwera qene digote ko xizna te heye.
ewî mêşoke zêr tijî dikir, digo:
- de bive bide palaya.
heqê pala temam hesav dikirin, her palekî çarisd dikete, sed zêr jî mizgînya wan didayê.
pale zef şa dibûn. pale berdan, çûn. meḧmûdê meleganî cem xwe dihîşte.
pala diçûn derê dikana pirtî zef distandin. şeherlûya digo:
- ev çi hesave?
pala digo: - hûn qe pê nehesîyane? îsal heyşit sale em ser kela dimdim dixevtîn, herke me pênisd zêr distande: emê teze heřne malê xwe, usa jî kinca divin kulfetê xwera.
birazyê şa pê dihesyaye,
digote apê xweye:
- ne min go, ewî xanê kurmanc xwey neke -
çêkir kelaye, wekî ser bive şeře,
em nikarin jê bistînin.
şa go: - ’eskerê min zefe,
ezê wî, kuřê wî têda bişewtînim.
kaẍezek dinvîsî,
boy xankê kurda dişand:
«çî tey kelêye,
kela bide mine,
ez qulxê bidme te,
navê min be, xarna tebe.
meḧmed begê wî kaẍeza dixand:
ḧaşa, du gilyê pîs jêra dişand,
digo: «kî.. min meçîta teye,
go, gun.. min şeyê ber serê teye,
min kela çêkirîye -
deh salaye,
em hefit birane,
heta neyêne kuştinê, kela nayê daynê.»
kaẍez digîje şayê ’ecema,
birazyê wî digo: «heqê teye,
çima te xankê kurda anî xay kir,
îro jî ew gilyê pîs tera digote,
mineta xwe te nakşîne.
ewî qasdê xwe nava şeher dixiste:
«şêstî heta bîst salî gerekê top bive, here şeře».
xankê kurmanc sivê radbûye:
dora kela wî temam girtîye,
cyê xilazbûnê têda tuneye.
deng kir meḧmed begê kuřê xweye,
go: - rave, lawo!
dora kela me şa girtîye.
go: - bavo, tu şayşa mekşîne,
zimêrê me heta bîst salaye,
şa tiştek heva namîne.
hefit sala ser kela dimdim ew û şayê ’ecem dikne şeře.
dike, nake nikare bistîne kelêye.
birçîbûn dikeve nava ehelyê şa;
zef kulfet diçe şikyat dike,
divê: - îsal hefit sale te mêrê me biřîye,
em nikarin xwe xaykin.
şa fikirmîş dibû, digo:
- bira ’eskerê min para bikşe bêye.
meḧmûd meleganî xanê kurda dixeyde,
ewî kaẍezek dinvîsî,
digote şayî, digo:
«qewata xankê kurda zefe,
tu nikarî kela jê bistînî.
hefit salê dinê jî şeř be -
talaşa wî nîne.
wekî cîkî tera bêjim,
tê xankê kurda kelê riḧet jê bistînî:
ava wî tê çyayê jorîne,
binê ’erdê karêz kirîye,
av anîye kelêye.
wekî bê av bimîne,
wê teslîmî te bive».
ewî kaẍez tîrê da,
şev davît nav ’eskerê şa.
neferekî şa hildaye,
kaẍez dide xandinê:
mizgîn diket nava ’eskerê wî,
dida destê şaye.
şa xwe - xwe ser textê xwe peya dibû,
diçû ser çyayê jorîne -
usa jî gilî rast bû:
av dida qetandinê.
sivê meḧmûdê meleganî rabû - av tuneye.
xeyda wî ser çye?
sehetekê dereng gihîştîye xarnê,
xarin jêra nemaye:
ew revîye, çûye nav ’eskerê şaye.
şa go: - kuřo, te çima kaẍez şandîye,
’a’îlxa te hindik bû, çye?
go: - aylxa min zef bû,
mehê sed zêrê zer bû.
go: - lê te çima ew kaẍez dişande?
go: - ez xeyîdî bûm.
şa go: - bona çi bû?
- sehetekê dereng gihîştime xarnê, xarna min nehşitine.
go: - ez nikarim qasî wî ’a’îlxê bidme te, te bona gilîkî ev xeber anî serê wîya, tê usa jî bînî serê min.
meḧmûdê meleganî dikuşte.
xanê kurda rabûye -
ava wî tuneye,
go: - dayê, du’akê bixaze xadêye,
bira baranek bibare qudretêye -
av banê xênîda bê xarêye,
pê bikin ferzek - dudu nimêje,
ebebata xadêye,
hûnê heřn ber şûrê xezêye.
go: - de rave, rave, meḧmed begê min,
meḧmed begê min, mal rave!
meḧmed begê min mal rabû:
şûr li navê çarta bû,
qeme piştê ha li ba bû,
ewî pênisd mêr dikuşte,
pêlê xûnê ew dişûşte.
go: - de rave, rave, ûsiv begê min,
ûsiv begê min, mal rave!
ûsiv begê min mal rabû,
şûr li navê çarta bû,
qeme piştê ha li babû,
ewî şêsd mêr dikuşte,
pêlê xûnê ew dişûşte.
go: - rave, rave, tahar begê min,
tahar begê min mal rave!
tahar begê min mal rabû,
şûr li navê çarta bû,
qeme li piştê ha li ba bû,
ewî heysid mêr dikuşte,
pêlê xûnê ew dişûşte.
go: - de rave, rave, dursim begê min,
dursim begê min mal rave!
dursim begê min mal rabû:
şûr li navê çarta bû,
qeme piştê ha li ba bû -
ewî nehisd mêr dikuşte.
go: - de rave, rave, ’elî begê min,
’elî begê min mal rave!
’elî begê min mal rabû:
şûr li navê çarta bû,
qeme li piştê li babû,
ewî hezar mêr dikuşte,
pêlê xûnê ew dişûşte.
go: - de rave, rave, bênyamîn begê min,
bênyamîn begê min mal rave!
bênyamîn begê min mal rabû,
şûr li navê çarta bû,
qeme li piştê ha li ba bû:
ewî hezar pênisd mêr dikuşte,
pêlê xûnê ew dişûşte.
go: - xankê min de rave,
mala te xirav be,
anîne koka hefit birane.
jina meḧmed begê digote,
digo: topê bikşînne banê kelê jorîne,
qasdekî bişînim pey şêx şelaldîne,
bêje kurmancê te ketne derîkî tenge.
ew qasd kaẍez dibre.
dihat ’eskerê şêx şelaldîne.
xankê çengizêrîn hefit roja
pey kuřa dikire şeře.
ew hunurê jina meḧmed bege:
ewê dikuşt du hezar mêre,
pêlê xûnê ew dibre.
jina meḧmed begê digot xasîya xwe, digot:
- ezê ber ruḧê te bidim,
em tucara nakevin destê şayê ’ecema.
êvarê mizgînî dihate kelêye,
xwe pêra digîhand ’eskerê şêx şelaldîne.
ewî diqeland koka ’eskerê şaye:
heriçka çûke dimaye,
ew jî dikir ser ayna dînê xweye,
nav dadanî bang û sedaye.
paşê hildide dive jina meḧmed begêye,
wekî şa nikarbû kela bistanda jinekêye,
kutasî temam bûna wêye.
jina meḧmed begê duḧala bûye, diçe mala bavê xwe, hefit mal jê çê dive. ew hefit mal dikare dinê temam kuta bike, dikare aza jî bike. hefit mal dimîne û dimînin.
kela dîsa destê kurmancada dimîne: kuřê meḧmed begê dîsa tê ser kelê, kela destê wanda ma.
îda ewe.