2- dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
12 Xulek
917 Dîtin
lo, lo xano, tu kurmancî,
tu qebûlke li vî tacî...
xurmîne, xweş xurmîne,
mesela xanê çengizêrîne,
eva raste derew nîne.
xan sibekê zû rabûye,
nimêja sibê nekirîye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
revoyê hespa jê xastîye,
revûstîya hespa jê sitandîye.
ewî hespê xwe diterqan din,
devê çema diçêran din,
çya û banîya digeřan din.
ewî anî hat hespê xwe da mozerganê. şivanek jî pezê xwe dabû mexelê. go: «nanê min tisîye, ezê heřim ba wî şivanî şîr bixum, hespê xwe rakim».
çû dîna xwe dayê, şivan razaye: şîrê xwe dotîye kirîye tasekê, bilûra xwe danîye ser, kulavê xwe kirbû sî û ber kulêvda razaye. go: «ez deng lê nakim. bila rabe, ez û wî tev nanê xwe bixun. ez jî ’evdê xadême, ew jî ’evdê xadêye». topek jî pêşberî şivan bû. mêşek ji bêvla şivan derket, kete berhefit qulê bilûrê, ser şîrra derbaz bû, çû kete wî topîda. xan go: «welleh, ew ruḧê wî bû. ewî ’eceme, ezî kurmancim, go, ezê heřim».
nihêrî mêş dîsa vegeřîya, kete bêvla şivên û şivan rabû ser xwe, go:
- min xewnek dît!
go: te xewna xwe çawa dît?
go: min xewna xweda dît bera sipî, pira hefit çevî, top û qombare usa hebû, hesab tune bû.
xan gotê, go: - top mala te keve, got, ber û pira? go, bera sipî, pira hefit çeva tune. gava ava xewna te guhê şah ’abas ket, wê te bikuje.
go: xan, ez bextê tedame, xewna min dîtî kesîra nevêjî.
ewî sond xar: herdiwa jî sond xarin, kesîra nevêjin. herdu tev pûniştin, nanê xwe xarin. ewî rabû, çû gihîşte hespê xwe, şivan jî pezê xwe rakir.
wê şevê cerdeke giran derketîye,
revyê hespê xan xistîye,
xanê kurdan pey ketîye,
sîyarek li cerdê girtîye,
tivniga sîyarî hildaye,
revyê şahê xwe sitendîye.
şah ’abas sivê xewê rabûye,
’ecêveke giran bi çevê xwe dîye,
heyat tijî hesp bûye.
go: - xano, lawo, ev çye?
go: - cerdeke giran derketîye,
revyê hespê te xistîye,
milekî xanê te fiřîye.
go: - lawo, bikin, bilezînin,
qursê zêra ji mal derînin,
nava ’êlê bigeřînin,
milekî ji xanra bihelînin.
ewan kirin, wan lezandin,
qursê zêřa ji mal anîn,
milekî ji xanra kişan din.
xadê usa ’emir kirî:
milê xanê te sax kirî,
av, xûn lê peyda kirî.
xan sibekê zû rabûye,
nimêja sibê ne kirîye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
avayîk ji şah xastîye.
go: - xano, were vê yekê meke,
tu avaya tu çê meke,
serê min xwe gêjî meke.
go: - serê şahî, bavê şahî,
tuyê bidî min qedera çermê gayî.
go: here, min da te qedera çermê gayî,
ji kêvir, kêvir meke zêdeyî.
go: - serê şahî, bavê şahî,
go, ez kevir, kevir nakim zêdeyî,
go, kevrek heye, ha li deştêye:
xanê xwe bide berêye,
reḧet razê mala xweye,
fikira meke ji cerdêye.
çermê gayî reşî pêle,
hûrk - hûrk kir duhêle,
girtîye deşt û mihêle.
serê duhêlê da ser hev, bi bizmarekî lê da, girê ne kir.
xan sibekê zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
- lo - lo, xano, te miraz çye?
go: - bide min deste palaye,
xwera çêkim sitar - avaye.
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
nava ’êlê bigeřînin,
sêsd paleyî ji xanê minra bînin.
ewan kirî, wan lezandî,
gel xanê kurdara sêsd pale înandî.
xanê kurda çî cindîye,
pêşîya palê xwe ketîye,
ser kela dimdim danîye.
hefit mehê xwe kuta kir,
av li zarincada der kirin,
ha li bin bircê kelê kirin,
xîmê kelê ça rast kirin:
serê pala tev jê kirin,
ha li bin xîmê kelê kirin.
ma meḧmûdê melekanê:
kul bigre serê zimanê,
bive bayzê mala xanê.
go: - meḧmûd merîkî aqlibende, ew jî kuřekî mîna kuřê mine, wê kelê jî cî bîne.
xan sibekê zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye.
go: - lo - lo, xano, te miraz çye?
go: - palê te jî daye,
go, hemû jî revîne,
qe şuxulek minra ne kirne,
kapêkek jî heq ne sitandine.
şah go: - kuřo, bikin, bilezînin,
nava ’êlê bigeřînin,
hefisd paleyî xanê minra bînin.
ewan hefisd paleyî civandin,
bona xanê kurda jî înan din.
xanê kurda çî cindîye,
pêşîya palê xwe ketîye,
ser kela dimdim danîye.
ewî hefisd paleyî rojê du kevir dadanin: yek rast dadanîn, yek çep. zirînc diḧelandin, dikirin orta herdu kevra: bila hev bigirin, hilneşin.
hefit salê xwe temam kirin:
kela xanî tekmîl kirin,
dora kelê hesar kirin,
serê kelê risas kirin,
hoste û pale xelat kirin.
kuřê wî gotê bavê: gere em kela xwe bicêrbînin, belkî hilşîya.
go: - ha bînin, bînin, bînin:
hatîye topa devbiřî,
top ji topê dixuřî,
axçe ji kelê ne fiřî.
hatî topa mezne:
topçî ji topê gazne,
davê kelê birc û bine.
go: - ha bînin, bînin, bînin,
hatîye topa biçûke,
qûn mîna qûna sindûke,
êvarda zûke - zûke,
davê kelê birc û sûke,
lê ranabe mîna neynûke.
kuřê wî go: - bavo, em vê qebûl nakin, yek top em davên tiştek nake.
dora kelê çarme kirin,
hefisd top qurmîş kirin,
xan çû kete hundurda.
ewan hefisd top agir kirin,
tu teybîr kelê nekirin.
xan ji kelê derket dere,
gote kuřê xwe, go: - kuřo, lawo,
hosta û pala xelat bike,
dilekî xweş pala rêke,
nifrê wana me kar meke.
destûra pala da, pale çûn şeherê beẍdayê, de tase zêr sitendibûn.
helebîya perçe rakirin, yek zêr. gundyê wana carekê hev girtin, çûn şikyatê pala kirin, gotin:
- xelîfe, gere tu van pala şeher bidî derxistinê, zef bihayî kirin şeherê meda.
xan xelîfe şande pey hostayê pala, go:
- haqa zêr we ko anîye?
pala gotê: dewlet serê xanê çengizêrîn, go:
me malek xanra çê kirîye,
go, me hefisd top lê xerc kirîye,
axçe ji kelê rane kirîye
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
du axunda minra bînin,
hubrê rûyê kaẍezê bireşînin.
kaẍez nivîsî ser şah ’abasda,
go: «ḧal û hewal derḧeqa revoçyê teda»
baranê deşt lêlandin,
baranê deşt heřî kirin,
xan bazirganbaşî temam rût û tezî kirin.
ew kaẍezê şandibû, gihîşte şah ’abas. ewî kaẍezê xwe bela kirin:
xanek hatîye nav sergîse,
go: - tu minra bîne qet werîse,
kelê bavêjim tivlîse.
xanek hatîye kela xwêye,
xadê qewatê nedêye:
go: - ezê xilas bikim bera wanêye.
xanek hatîye selamaste,
hin dibê derew, hin dibê raste,
şeř ser xanê çengiçolate.
xanek hatîye çînûmaçîne,
sêsd hev lê tûtkiçîne,
sêsd hev lê çerxeçîne,
sêsd hev lê topçîne.
çadir, xêbet sibê dora xan lêxsitin, îda ḧesab tunebû. kuřê wî sibê zû rabû dest nimêjê:
gava çev çadra ketîye,
ser bavêda vegeřyaye.
bavê go: - lawo, çi bûye?
go: - bavo, hesavê qûmê bera,
hesavê pûrtê kara,
hesavê belgê dara -
çadir - xêbet vegirtine.
go: lawo, ew heye bazirgane,
baceke bavê te li ser wane,
hekî dane, ji xwe wê dane,
hekî nedane, sibê li min wana hev dane.
go: lawo, ez ne dimdim bûm,
teze bûme dimdim.
dinya ’alem rabû ser min,
wexta min hefisd top xerc dikirî,
cyê meydanê çêdkirî,
karê xwe vê şeřa kirî.
sibe ron bû:
repandine hevdu...
hefit sala ser kelê kirne şeř,
nikarbûn kelê bistînin.
meḧmûdê melekanê, belkî kulê bixiwe, nizam wê şevê kuda çûbû:
xana jî şîv xarbû,
xatûna wî şîv pêra anî bû,
go: - meḧmûd, xana şîv xarîye.
ewî go: - min devê bavê te xan ha, ha kiryê,
ez bixebtim, tu, xan, bixiwî?
meḧmûdê melekanî -
kaẍeza tîrê beş kirî,
avîtîye nava ordîya wî kafrî,
«serê kanî bin kevrî».
xwe jî revî hate nav ordyê.
cab dane şah ’abas,
go: - yê tîr avîtîye, hat.
şah ’abas gazî wî kir,
go: - te çira şedetî da?
go: - welleh, tu kêm qisûrî tune bû,
hespê min mîna hespê kuřê wî bû,
şûrê min temam zêr bû...
şah ’abas go: - kuřo, bikin, bilezînin,
topa mezin minra bînin,
ji meḧmûdva bişdînin,
bircê kelê biřeşînin.
de devê kelê, sîngê kelêva perçîn kir,
go: - te wîra çi kir, minra çi bikî?
wê şevê deste deve hildan,
av ser xan biřîn:
ew deve şeřjê kirin,
xûna deva zerîncava
hate ket hundurê kelê.
xan sibê zû rabûne,
av zarîncada red bûye,
xûn zarîncada meyaye -
mala xana bû şîn û girî.
sofîkî wan hebû, gazî wî kirin, gotin:
- han vî kaẍezî hilde bive meke - medînê.
ewî jî usa kir, bir da destê padşê meke medînê, ewî jî nivîsî, go:
- here, roja hefta ezê xwe bighînmê, bira hefit roja ber xwe bide.
sofî zivřî hat dergê kelêda, birûska kulê mala xwe xist, deng lê nekirbû. raza, kaẍez jî ber serê wîda. ’eskerek hat ber serê wîda derxist. ewî ew kaẍez xwend û avît. dewsa wî nivîsî çêr, go: «hefit sala na, sed hefit sala jî têda bimînî, ez nayêm hewarîya te». sibê dergê kelê vekirin, sofî çû. sofî pirsîn, go:
- di rîya xadê, qe çi tera gotin?
go: - minra got hefit şeva şeřke, roja heyşta ezê bêm.
kaẍez xwendin, dîtin başqeye, go:
- sofî, tu cîkîda ranezayî?
got: - na. (derew kir).
go: - mala me şewtî, çû.
xana go: - îda feyde nake, em ser vî navî qayl bivin, nave.
go: - dayê, hay, hay, dayê
zend zerê, zer badayê,
tu mera bike du’ayê,
em sibê heřn xezayê.
dayîkê dwa kirê:
baran ’emrê xadê barî,
xûn red bû,
av tijî zarinca bû.
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
gazî hosta bikin, bînin,
misrîya zêr bikşînin.
go: - ha rabû, rabû, rabû,
xanê husletê rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer bejnê duta bû,
çev renga birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan bukuřî xan jî rabû,
pencerê rewesta bû,
xencer bejnê ava bû,
sîlḧ bejnê duta bû,
çev renga birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
şah temir şah jî rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê duta bû,
çev renga bavê ma bû.
ha rabû xanê çengizêrîn rabû,
xencer bejnê duta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
çev renga bûka mabû.
go: - sitîno, ha sitîno...
gava xan ew xeber digote,
agir hinavê wan disote,
sitîya xwe ji dolava berdan,
fîncanê jerê hildan,
çev rêka xana jî man.
xana xwe da deryê şeşaye,
kirne gazî simteraşe:
- tu li van derîya bide paşe.
xana xwe daye deryê pêncaye,
kirne gazî dergevane:
- kilîta mera bîne!
xana xwe da dergê çaraye:
- derga bide ser piştaye.
xana xwe da dergê sisya:
- emê derkevin hewşêye.
xana xwe da dergê dudane,
kirne gazî dergevane:
- tu bike, bilezîne,
tu van derga hev derîne.
xana xwe da dergê yekêye:
- van derga ber bavêye,
xêra me têda tuneye.
xan derketne hewşêye,
şah tacek pêra şandîye,
go: - tacê min têxe serê xweye.
go: - tacê te serê te be,
kuştina mêra her - her hebe.
xanê husletê xwe kişand koma beřojê,
şûrek li orta tac xistî,
lê daye tac diřandî,
tac li nava gemarê dayî,
go: - taca te serê te be, de!
bavê wî go: - lawo,
tu eslê xweda rûxurî,
qaşoyê şeřada natbitî,
nahêlî destê bavê te
bigîje ordîya wî zalmî.
go: - ez ne golkim,
te ez kap kirî.
ne beranim kozî kirî,
ez ne hespim
te tewle kirî.
kuřê mêra çek hilgirî,
meydanê nafkirî.
şeř kete van beřoja,
şûr diçûrsin mîna roja -
bû şeřê piling, beraza.
şeř kete van dibûra,
şûr diçrûsîn mîna roja.
kuřa gotê: - emê şev jî bikin şeř, roj jî. gotna gotîya ewana roj dikirin şeř, şev- na.
xanê çengizêrîn kuřê xweva bû mêvanê şah ’abas, hersê dinê bûne mêvanê xan xelîfe.
xan xelîfe go xanê husletê, go:
- min îro şûrek kirîye, bihayê wî min donizde gund daye, - poşman bû, go,
- min îro şêrda şûr kişandîye, tişte ne biřîye - de tirsa şûrê xwe.
xanê hûsletê go: heře şûrê xwe bîne!
ew çû şûr anî.
go: - şûrê te misrîye,
avdana wî derzîye,
bimbarek be pişta xanê husletêye.
go: - xano, xanê husletê,
tera derxim ’ezetê.
go: - xan xelîfe, xan xelîfe,
tu minra derxî sed bar qedîfe,
tiştek nîne, ew teglîfe.
go, tu li rû dola çêlê,
te bikujim vê simbêlê.
xan pişta xwe da deryê odêye,
kuştîye ap û birazî,
ordîya zalim bûye gazî.
sibe ron bû: hersê kuřê wî çûn cyê xwe. xan ma navda. wana derman avîtbûn: destê kuřa şewtîn, xan tenê ma: tac danîn sêrî. xan girtin anîne kelê. çiqa şivan, gavan hebûn çûn kelê. wî çaxî bûka xwe kuştin.
dîya xan agir avît top û qumbarada. top, top çetlimîş bûn: agir bûn û kela hilşya, giş jî pêra hatin kuştinê.