1- dimdim xanê kurda

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 17 Xulek  991 Dîtin
xurmîne, ha xurmîne,
qiseta xanê çengizêrîne,
ew jî raste, derew nîne.
texdîr hatîye ji ’ezmana,
felek geřya hingel xana.
xan mêvanekî xweyî nenase,
bû mêvanê şah abase,
ewî dayê kêr û almase.
xan mêvanê derê dera,
bû mêvanê şah qerare,
ewî dayê kêr û kembere.
xan sivekê zû rabûye,
ha - ha zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye.
şah qonaẍê derketîye,
go: herê xano, te çi mirazîye?
ewî mirazê xwe xastye.
go: - ez hefit sala qewaçî bûm,
bide min revoçya hespane.
şah revoçya hespa dayê.
xan hespê xwe terqan din,
çya û banya geran din,
devê bera diçêran din.
xan wê derê berek dîye,
wî berî heyr bûye.
xan dî şivanek wêderê bû. çû cem şivîn. şivan raza bû, go: «guneye, - dey lê nekir, go, - bera xewa xwe hilîne». şivîn tasa xwe tijî şîr kir bû, bilûra xwe danî bû ser tasa şîr. xan dî mêşek bêvla şivînderket, çû kete qula bilûrê, ji wê derket çû kete wî heyrî.
carke din lê nihêrî mêş vegeřîya, hat kete pozê şivîn. şivan hişyar bû, gote xan:
- te çima dey li min kir, ez raza bûm?
xan gotê: mêş kete bêvla te, tu hişyar bûyî!
şivan go: - min xewnek dît!
xan go: - xwedê xêr ke, te çi xewn dît?
ewî got: - min dît ez ser bera sipîra, pira hefit çevîra derbaz bûm, çûm ketme wî berê tu lê ḧeyr bûyî: min usa xizne dît, te karê aqle.
xan lê kire derew, got:
- te ji minra got, kesîra nevêj, wê li te bikenin.
ewî jî got: - wekî xelq min nekenin, ez nakme xeverdan, ji kesekîra navêjim.
ewî pezê xwe bir, yê din hespê xwe bir.
xan hespê xwe terqan din.
cerdeke giran derketîye,
wê revoyê şah xistîye,
ne heware, ne gazîye...
xan dû wê cerdê ketîye,
syarek wê cerdê girtîye,
hespê wîya syar bûye,
sîlḧê wî hilanîye,
wê cerdê kir gazîye:
go: - ew talane bê xaye?
ewî û cerdê li hev xistîye,
pêncî mêr cerdê kuştîye,
pêncî extirme jê girtîye,
heyata şahda danîye.
şah qonaẍê derketîye,
’ecêvek giran çevê xwe dîye,
go: - ev çi bazirgane heyata min danîye?
go: - xan bi hespê xwe terqand,
cerdeke giran derketîye,
wê rêvoyê şah xistîye,
ne heware, ne gazîye.
xan dû wê cerdê ketîye,
syarek wê cerdê girtîye,
hespê wîya syar bûye,
sîlḧê wî hilanîye,
wê cerdê kir gazîye:
- ew talane bê xaye?
ewî û cerdê li hev xistîye,
pêncî mêr cerdê kuştîye,
pêncî extirme jê girtîye,
heyata şahda danîye,
go: - milekî xanê te fiřîye.
şah go: - bikin, bilezînin,
qursê zêřa mal derînin,
nav legana bihelînin,
milê xanê min bikşînin.
ewan dikirne, dilezandin,
qursê zêřa mal înandin.
rebê min kir xûn û goşt. ji wê şûnda şah kire serkarê mala xwe, tas mertela guhê fîl jî a’îlxa wî dayê.
xan siveke zû rabûye,
ha têcîbê zû rabe.
qesta qonaẍa şah kirîye.
şah qonaẍê derketîye.
go: herê xano, te çi miraz?
ewî mirazê xwe xastîye,
go: - serê şahî, bavê şahî,
tu bide min qedera çermê gahî,
xwera bikim sitar - avayî.
şah gotê: tu avaya çê meke,
gêjê dora min û xwe neke,
kevir li kevir zêde meke...
lê ewî dîsa xastîye.
şah li ser sozê wî dayê çermê gê.
xan çermê gayê pel bir kire avê.
ew çerim, çermê gayê pele,
ew xanekî fenî û fêle.
hûrk - hûrk kir duhêle,
girtîye deşt û newale.
xan sivekê zû rabûye,
ha têcî lê zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
şah qonaẍê derketîye,
go: - herê xano, te miraz çye?
ewî mirazê xwe xastîye,
go: serê şahî, bavê şahî!
deste pale jê xastîye.
şah wê deste pale wî daye,
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
sêsd paleyî xanra bînin.
ewan kirin, dilezan din,
sêsd pale înan din,
ser xanê kurdida şandin.
xanê kurda ketîye rêye,
sêsd pale daye pêye.
xanê kurda çî cindîye,
pêşya palê xwe ketîye,
ser xizna xweda hatîye,
hingê xizne der anîye.
xanê kurda yeke çi kir,
serê sêsd paleyî jê kir,
ha riknê kelê jê çê kir.
ew memûdê melekanî,
ew emînê mala xanî:
xan baweřa xwe pê anî,
pizka xirav bê serê zimanî.
xanê kurda tu li beranî,
te ewl çê kir gere kanî,
rikna kelê vederanî.
xan sivekê zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
şah qonaẍê derketîye,
go: - herê xano, te miraz çye?
ewî mirazê xwe xastîye,
go: - serê şahî, bavê şahî,
ew palengê te duh daye,
şevê dinê g revîne,
qe şuxul minra ne kirne,
tu aqçe pere ne birne.
go: - kuřo, bikin, bilezînin,
pênisd pala xwera bînin,
ser xanê kurdada bişînin.
xanê kurda ketîye rêye,
rêda pênisd pala daye pêye:
xanê kurda çî cindîye,
pêşîya palê xwe ketîye,
ser kela xweda dihatîye.
dumdum hate li ber qatê,
pênisd pale lê dike satê,
ew çê dike cyê selewatê.
dumdum hate ber pestinê,
pênisd pale lê ketnê,
ew çê dike cyê mirnê.
dumdum hate devê dolê,
pênisd pale lê dike şolê,
ew çê dike cyê xurdolê.
dumdum hate ber vedanê,
pênisd pale girt berdanê,
ew çê dike cyê meydanê.
xan wê kela xwe çê kirî,
hefit roj nînin, hefit şevanin,
hefit şev nînin, hefit mehanin,
hefit meh nînin, hefit salanin.
xan wê kela xwe çê kirî,
xulam - xizmetkarê xwe xelat kirî,
ha ser malêda rê kirî.
ma memûdê melekanî,
ew emînê mala xanî,
xan baweřîya xwe pê anî,
pizka xirav bê ser zimanî.
xan go: - lê dayê, lê - lê dayê!
bike nimêja ji dwayê.
go: kuřê min, xweş kelaye te çê kirî,
xweş hevrare te çê kirî:
herçar beden qusas kirî,
binê wênê pola kirî,
serê wênê mifirq kirî,
tu were ber derpa kafir megrî.
xan go: - bînin topa mezne.
topçyê, topçî wê topê gazne,
ew davêje bircê bine,
nafrîne yek bazne.
go: - bînin topa devbiřî,
topçyê wê li topê dixuřî,
axçe kelê qe nefřî.
go: - binin topa biçûke,
derê wê mîna dû çûke,
ew êvarda zûke - zûke,
ew davêje birç û sûke,
ne fiřandîye yek neynûke.
go: bînin topa engelê,
ew davêje bircê kelê,
xan avîte kelê hezar gule,
tove werê lê ket yek - du lope.
berfê li çya dilîlîne,
baran deştê direşîne,
xan bazirgan başîya dişêlîne,
mêrê kotî diqelîne,
mêrê çê digre, tîne.
em heřn ser qiseta palê wî. palê wî çûne şeherê têhranê xwera bazar kirin, xelîfe hat, dêna xwe da meydanê, go:
- hûn çi tevane, we şeherê me kir bihayî, we nan baha kir, perçe lê baha kir?
go: - em xebatçînin, rênicberin. îsal hevit sale me kela çê kirîye: em pênisd pale bûne, me kela xanê çengizêrînra çê kirîye.
go, kela me çê kir, me rojê kelpîçek rast dadanî, yek çep dadanî, me zirîc diheland, ber dida ortê, me sikê pola ortêda dikuta.
go: ew kela we jêra çê kirî, aylxa we çi bû, wekî we jêra ew kela çê kir?
ewan gotin: - çiqa hosta hebûn xelat kirin, wekî dinê a’îlxa me - destek mertalê guhê fîl zêr dida me.
xelîfe rabû, çû cem şah go:
- xwedê ji te razî be, ne tuyî xudantacî:
te kela da vî kurmancî,
serê te kirîye armancî,
em derxistin vî qiracî.
şah gotêda: - xurmîne, ha xurmîne,
xan xulamekî amîne,
milekî wî kirîye zêrîne,
baweř meke - piş mida bibe xayîne.
xelîfe gote şah, go:
- tu dibêjî - piş minra nabe xayîne?
tu rabe kaẍezê minra bîne,
hubrê kaẍezê bireşîne,
gefa, guřa serda bişîne:
hergê kaẍezê te hilanî,
tu lêxe serê min bifřînene.
ew kaẍeza hatîye dere,
xan rabû danî sere.
dêna xwe da kaẍezda gef û guř nivîsîne:
rabû ew herdu qasdê kaẍez anîne,
milekî yekî jê kir, çevekî yekî kor kir.
xelîfe rabû ser minarê, dêna xwe da, çika qasd hatin, yan na? qasd hatin: yek milekî wî jê kirî, yek çevekî wî kor kirî. xelîfe go:
- were, were, qasdê kore,
ḧalê xweda pure - pure,
ḧukmê vî xanî çiqa zore.
were, were, qasdê qute,
ḧalê xweda kurte - kurte,
ḧukmê vî xanî cegera dilê min disote.
xelîfe go: - te dît sozê min çawa hate sêrî.
şah divê: - kaẍezê minra bîne,
hubrê kaẍezê bireşîne,
ser xanada bişîne.
kaẍezek şand ser xanê başqe, cyê îranêda, wekî ’esker berev kin.
’esker kişya.
xanek hate ormyê,
zêř bela dikir temsyê,
seferlixî ser xanê kurmancyê.
xanek hate selemaste,
hink dibên «derewe», hink dibên «raste»,
sefer ser xanê çengiçolaste.
xanek hate ji tewrêze,
pênisd hezar top û tiving pê bûye rêze,
sefer ser xanê çengiqelêze.
xanek hatîye kela xwêye,
xwedê meke kafir bêye,
wê bike gola xûnêye,
heta ko bera wanêye.
xanek hate belûbuqarê,
dore mînanî ewrê ber nîsanê,
dibê, wekî ez bêm, ne şîva mine, ne paşîva mine.
’esker berev bû, hat. pêncî xan, serekê xana: her xanekî pênisd hezar ’esker ser, hat dora kelê girt.
’evdila beg kuřê xanê çengizêrîn bûye.
’evdila beg sivekê zû rabûye,
qesta nimêja sivê kirîye,
’ecêvek giran çevê xwe dîye.
nimêja sivê ne kirîye,
cahab bavê xwera anîye.
go: bavo, go, çiqa siterkê ’ezmana,
çiqa çiloyê serê dara,
çiqa qûmê devê bera,
çiqa tûkê pişta kara -
haqa çadir - xêbet dora kela te girtîye.
go: - kuřê min, wan çadra nefkirin,
ew hemû devene,
wê li cyê bavê te danîne,
go, bacek bavê teyê ser wane.
sibê bû şeř. bi gotna gotîya, hefit sala bû şeř. pale û xulamê xan dikirin şeř: êvarê hatin nan xarin, nan ji memûdê melekanîra ne ma. ewî rabû werkî çû otaxa xweda rûnişt, kaẍez nivîsî, avîte nava ’eskerê şah.
go, kaẍeza tîrê wer kirî,
xebata kafrî da kirî,
sere kanyê bin kevrî.
go, kaẍeza tîrê pêçayî,
avîte ji xebata şahî,
go, sere kanyê binê çyayî.
ewî qebûl nekir, bi xwe rabû çû, go:
- avê ser bibiřn, yanê na, hûn nikarin alit bikin.
şah got: - ewî çi kêm qulxî ji tera kir, wekî te eva wa kir?
go: - ez serkarê mala xan bûm,
seva şîva şevekê min wa kir.
şah got: - memûd bigirin, bînin cem min.
lêxist, kuşt, pirtî - pirtî kir. av ser xan biřîn.
’evdile beg sivekê zû rabûye,
qesta nimêja sivê kirîye.
nimêja sivê ne kirîye,
cab bavêra anîye.
go: - av sarcixana biřîye,
xûn sarcixana qermîye,
li mala me bûye şîn û girîye.
li wêderê gote dê, go:
- lê dayê, lê - lê dayê!
bike nimêja vê dwayê.
dê seknî dwa kir,
go: - xwedê, hîvîya me
ewrê reşî dirêj -
tevî baran hûr - hûr birêj,
mala xan pê bike ferz û nimêj,
hîvyême...
’ewrê reşî tevî baran hûr - hûr barî,
mala xan kir ferz û nimêjê êvarî,
hefit roja îdare kir pê wê avê.
go: - kaẍezê bidne xanê bedenşêre,
pêsîrê wîne mêre,
îsal hefit sale çevê wîne kore.
go: - kaẍezekê bişînin xanê bedenřeşe,
ew pêsîrê wînî neqşe,
îsal hefit sale ew nexaşe.
ew kaẍeza hubra şîne,
hubra kaẍezê biřeşîne,
ew şandîye meke - medîne.
meke- medînê kaẍes nivîsî, go: «bera xan hefit roja ber xwe bide, roja heyşta ezê li cem wî bim». ewî wêderê gotêda: «hefit roja ber xwe bide, roja heyşta ezê hewara wî hatim».
qasdê wî kaxes kire ber serê xwe, hat ber kelê raza: tirsa ’ecema newêr bû bikira gazî.
seydê ’ecema hebûn, remdarê wan hebûn, go:
- kaẍez şandîye meke - medînê, kaẍez hela neghîştyê.
sibê rabû, hate ber nimêjê, dîna xwe dayê - feqîrek razaye ber kelê. kaẍeza ber serê wî dixûne, kaẍeza ber serê wî hiltîne, dinhêre nivîsîye: «bera hefit roja ber xwe bide, roja heyşta ezê bighîjmê». ewî jî dewsa wî nivîsî: «bera ber xwede hefit sala, sala heyşta ezê bighîjmê».
sivê zû rabû, çû kaẍez da destê xan, go:
- gotîye: bera hefit roja ber xwede, roja heyşta ez hewara te hatim.
ewî got: - xwedê mala te xiravke, vira nivîsîye: «hefit sala ber xwede, sala heyşta ezê hewarê bêm».
- çima ez wa xapandime, yanê ezê derketma şeř bikira, yanê teslîm dibûm, min tevdîra xwe bidîta.
dîya wî wêderê ten lêxist, go:
- bes bikşîne vê xîretê,
kul ketîye ’eşîretê,
desteşûr here xebatê.
bes bikşîne vê dêmê,
kul ketîye nava romê,
desteşûr heřne komê.
ewî go: - lê dayê, lê - lê dayê!
te kurtekê ji lê bayê,
bike nimêja dwayê,
sive diçme xezayê,
karek me naçe somayê.
xanê çengizêrîn got, go:
- kuřo bikin, bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
nav legana biḧelînin,
misryê xana bikşînin -
paşî xanê çengizêrîn
ev zêr kêřa bimînin?
çar kuřê wî hebûne, ew jî ser wan pênc bûye, wekî din xulamê wî zef bûne. sivê karê xwe kirin, wekî derkevin.
bê, ha rabû, rabû, rabû,
xan qiral kelê rabû,
derabê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
çev renga bira mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan bukirî kelê rabû,
derabê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû
ew çev renga birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan ’evdile beg kelê rabû,
sîlḧ bejnê ava bû,
ew çev renga birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan ’abas kelê rabû,
xencera wî bejnê ba bû,
sîlḧ bejnê ava bû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê çengizêrîn rabû,
derabê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer bejnê ba bû,
çev renga sitîya ma bû.
xan hatin dergê navê,
go: - van derga hûn ber bavên.
xan hatin dergê şeşa,
silavek da feraca,
şeřê me qizlibaşa.
xan hatin dergê sisîya,
bû şinge - şinga misrîya,
go: şeřê me papaxgenîya.
xan kelê dimaşîya,
’ecema tacek şandîye pêşyê,
go: herê xano, tû kurmancî,
xwera hilîne vî tacî,
hê min şeř nekirîye ’almancî.
xan bukuřî dike dilezîne,
ewî tacî didrîne,
nava gûkê san dixîne,
divê: - kafir, tacê te serê te be,
gû nava mesebê te be,
kuştinê mêra her hebe.
bavê wî gotêda: - lawo, lawê çûxûrî,
go, bihêle ez xwe bighînim
xêbeta vî kafrî.
go: bavo, ne beranim kozî kirî,
ne game - xwey kirî,
ne golkim - situ kap kirî.
go, kuřê mêran, her - her mêrin,
şeřada na sebirin,
dewada xwe nagirin.
go: - kuřê min, pirs - pirsyara bê ’eyb,
pirs - pirsîyarê we kê bin?
ew xebera daye dare,
go: emê mala xan xelîfe bin!
ew çûn mala xan xelîfe,
xan bukuřî çûye, xelîfe berba rabûye,
şûrek bejna wî dîye.
go: - xelîfe, ew şûrê teyî çye?
go: - şûrê min madane,
min kiřîye hefit gund, hefit aşane.
go: kanê şûrê te çawane?
ewî şûr dabû destane,
xelîfe bûye poşmane.
go: - xelîfe, go, şûrê teyî misrîye,
qewza wî derzîye,
tîra wînî birûsîye,
go, şûrê teyî minra bimbarek.
go: - tera dest nade, - şûr lê sitand.
xelîfe jêra teglîf kir.
go: - xano, xanê hisretê,
gavkê min bide moletê,
heřim qonaẍa şah,
tera derxim ’ezetê.
ewî gotê: xelîfe, kuřê dêlê,
te tê ware dêla çêle,
tu min dikî fende - fêlê,
te bikujim vê simêlê.
go: - xelîfe, ha xelîfe,
go, tu bidî min sed top qedîfe,
go, ew pûşe, ew teglîfe.
xanê bukuřî şûrê xwe kişandî,
hêdî - hêdî dihejandî,
serê xelîfe, herçar bira firandî.
herçar bira kirne cinaze,
ordyê gaze - gaze,
go: şeřê piling û beraze.
bavê wan kelê jorda têye,
’ecema lê kirîye şênîye,
lingekî wî lê fiřandîye.
xan qiral dike, dilezîne,
şeqê yistû bavê datîne,
sêsd mêrî wêderê dixuşvîne.
pêla xûnê ew hilanî.
xan bukuřî şeqê xwe îsdu bavê danî,
çarisd mêrî wêderê xuşvandî.
xan ’evdile beg dike dilezîne,
şeqê îstu bavê datîne,
pênisdî wêderê dixuşvîne.
pêla xûnê ew hilanî.
xan ’abas şeqînya xwe ser danî,
sêsd wêderê xuşvandî.
go: - rema ne dê û bavê hostanê,
ne daye şeqê şûranê,
em bûne poşmanê.
bavê wî got:
- lawo, lawo, nezanî!
şûr bikşîne kelanî,
bavêje hesp xudanî,
bifřînene, bavêje dera hanê.
go: - lawo, lawê berazî!
go xulama bike gazî.
ewî xulama kire gazî.
go: - dor hatne lawê pîrê,
pênisd hevê kuştîye tîrê,
qe yek jî nehatîye bîrê.
dor hate lawê perê,
bin palana derket derê,
pênisd hev kuştîye xencerê.
dor hate lawê hekarî,,
te li sêrî tora tarî,
ewî nigda hezarî.
dor hate lawê hertoşî,
te li sêrî qerepoşî,
ewî nig daye koma beřojî.
dor hate lawê divînî,
xudanê şeşxana meznî,
tu şeřada kesê minî.
dor hate lawê êzdî,
şeř xweş kirîye çadra sipî.
dor hatîye lawê mela,
lê kirne hela - hela.
dor hate lawê beravî,
xudanê rima ziravî,
xwezîya wî şeřî- tu li navî.
dor hate lawê tîmarî,
xudanê sore savarî,
şûr hilda çû qîfarî.
wêderê ’eskerê meke - medînê hat.
’eskerê batînê lê rast bû, ’ecem diřevin, serê wan difiřn.
şah kire gazî ordîya xwe, go:
- bila ’eskerê min jî biqele, ’eskerê wî jî!
şah tacek hilanî, anî bide dîya xanê çengizêrîn, go:
- emê avê berdin ser kelê, go, bira were ser dînê me.
dîya xanê çengizêrîn dîna xwe da, hatne kelêda. topa cibirxane dike rikna kelê, xwe jî çû serê kelê, miştika xwe tijî titûn - kir, agir danî ser.
şah gotêda: were ser dînê min pey wan kuřa, ezê avê berdim.
ewê got: - kafir, paşî van nevîya, paşî van kuřa - ez tac nadme serê xwe, ez xwe dikujim, nayême cem te.
cigara wê sor bû, jorda nav cibirxanêda dikute: lêda kela bela- bela kir, avît, ew muxulqetê têda qir kir.
her otaxek ma, jineke ḧemle têda ma ji wî muxulqetî. ew jink jê xilaz bû, jina ’evdile begê. mala bavê wê hekarî bû, çû mala hekarîya. wê derê kuřek xwedê dayê, silsileta mala simkoye. salê carekê wanara, wê rojê, dîsa romêra dike şeř (mala cewar axa gulî, rikna wana zef bûye).
aqa.