pêşgotin

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 6 Xulek  964 Dîtin

zargotna gelê kurda gelekî dewlemende û dinê’eyane. xusustîke belkêş ewe, wekî janrên wêye efrandaryê pircûrene. bi saya vê yekê ’emir - jyana gelê kurda, baweř bikî, bi her alyava nava wêda hatne dyarkirnê.

gelê kurd rêke dîrokêye piř giran û zeḧmet qedandîye. goveka kurd lê dijîtin bûbû meydana şeřên dirêj û xûnřêj ji terefê dewlet - zevtiçyên vê heremê: xelîfeta ’ereba, dewletên sêlcûka, monxola, tirka û farsa. kurdistan bibû meydana şeřekî dirêj û giran navbeyna tûrkyayê û îranêda. van dewleta her teherî dixiwestin ji hev zêdetir axa kurda bikin bin destê xwe. ji bo vê yekê gelek cara usa jî dîplomatîya - kisîyaseta durû dihate karanînê. serokên ’êl - eşîrên kurdara arş - vêrşa syasetyê dikirin, dîwan û hebûna wan zêde dikirin - bona wana bînin terefê xwe. em wê jî bêjin, ko hindava xweda serokên kurda jî her mecal didane karanînê, ko dujminatîya herdu dewleta - tûrkyayê û îranê bidin xebatê bona ji nava lepê wan derkevin.

ser vê bingehê têmake berbiçev û sereke nava zargotna kurdada têma mêrxasyêye, ya şeřê bona nav - namûsa gel û axa wî.

êposa me «kela dimdim» - da bingeha sereke şeřê bona azadyê û serxiwebûnê, parastina nav - namûsa netewyê û axa wêye. şeřê bona azadî û serxiwebûnê rûpêlekî dîroka kurdayî herî geşe. folkilora kurda, wek eyna ’emre mezin, raberî me dike qewmandinên dîrokêye rêkal, yên despêka sedsala 17 - a, gava kurda şeřekî giran dikir dijî ordîya şah ’abasêKes îranê.

çend varîyantê me berevkirî wa destipê dibin:

xurmîne, ha xurmîne,
qiseta xanê çengizêrîne,
ew jî raste, derew nîne...

bi kurtî serecema êposa «dimdim» eve: serokekî kurdayî navdar û xweşmêr - ’emir xanêKes herema mêrgewrê ji terefê îranê revoçyê hespê şah ’abas bûye.

carekê xanra derket cerdeke giran,
evê cerdê revoyê wî terqand...

’emir xan dijî tirka şeř dike. xan merîkî ji cerdê digre, çek û sîlḧê wî jê destîne,

ewî û cerdê li hev xistîye,
heyştê mêr dikuştîye,
sed axtirme dizvirandîye...

xêlekê şûnda ’emir xan tê nas kirnê wek seresker û mêrxasekî zor, nav - ḧurmeta wî gelekî bela dibe. nava şeřda destekî wî zendêda tê biřînê. bo qedir û ḧurmeta wî şahê îranê dewsa destê biřî jêra zenda zêrîn dide çêkirnê û bo vê yekê jêra dibêjin xanê (xanoyê) çengizêrîn (xanê lepzêrîn).

’emir xanê çengizêrîn ne tenê sereskerekî navdar û mêrxas bû, lê usa jî nava wîda hisîna miletyê pir bilind bû. ew bi rastî pêşewtyê miletê xwe bû, bona azadî û serxiwebûna wî sere xwe dida. qedir- ḧurmeta wî nava serok ’eşîrên kurdada bilind bû. bîr- bawarîya serxiwebûnê derdê wîyî herî mezin bû. nava çend salada ew serê çyê kelake zor û mitîn çê dike - bi hemû mecal - mikanên jîynê, xweparastinê, cyê zexîrê, yêra sitîya - keça, xulama, «derxist serekanî, bin riknê kelêva deranî»...

şahê îranê pê diḧese derḧeqa şênbûna wî ware kurdada û temûl nake. bona rîya serxiwebûna kurda bigre, ew ordîke mezniva erîşî ser kela dimdimê dike.

hevit sala şeř dikin, lê ’eskerê şah nikare kurda bitewîne, bîne rayê....

tenê bi destî xayîntîya memûdê melekanî şah pê di’ese cyê riknê avê, ko tê ser kelê. avê ser kurda dide biřînê û wana dike derga mirnê.

lê xweşmêrên dimdimê heta kutasyê şeř dikin, xwe sax - sax nadin destê dijmin. xanê çengizêrîn û hogrêd wî bi mêranî xatrê xwe ji ’emir dixiwezin, mêrxasî têne kuştinê, lê teslîm nabin.

’eskerê farsa dadkute kela dimdimê. şahê îranê tacê seroketyê hiltîne û raberî dîya xanê çengizêrîn dike, dibêje:

- ezê avê berdim, avê bê kelê, eger tu dîn - îmanê me qebûl bikî.

dîya xanê çengizêrîn dibêje şah:

- kafir, paşî van kuřa, van nevîya, van bûka, van xulama tu wan gilya minra dibêjî? ez tu tacî nadim sere xwe, emê xwe bikujin, nave rayê naynin ser xwe.

paşê cixara destê xwe davêje zexîra çek - sîlḧa û barûdê. kelê diteqîne û temamîya ’esker li wir qir dibin...

şeřkarîya vê dema dîrokî rûpêlekî azadxazîya kurdaye here geşe. qewmandinêd wê rêkaln û bi wê yekê qîmetê beyt - serhatîya me piř bilinde.

temamya qewmandinên vê demê bi hûrgilî nava pirtûka beşdarekî wan - îskender mûnsîye «tarîxa ’alamarayî ’abasîNava taybet» - da hatne nivîsandinê. tiştekî piř hewaskare, wekî bingeha qewmandinên pirtûka îskender mûnsisî û ya zargotnê hev digirin û hîmlî mina hevin.

derḧeqa van bûyerên dîrokîda nava gelê kurdada gelek varyantên (şaxên) zargotnê hene: «kela dimdim», «xanê çengizêrîn», «xanê dimdimê», «dimdim» û yêd mayîn. me vê berevokêda sêzde varyanit cî - war kirne. gerekê bê gotnê, wekî neh varyantê êposa «kela dimdim» - êye bi zimanê ermenîya jî me berev kirîye, lê mixabin, ew destinvîsarin û nehatne çap kirnê.

êposa kurdaye «dimdim» efrandineke bihagrane. berî her tiştî ser bilindayîke mezin dyar dibe qîmetê azadyê nava kurdada. ew sertacê her tiştîye, û gel ḧazre ’emrê xwe bide rihîna wê. ya duda, li wir em dibînin mîkaserbûna mesela kurdaye ’eyan: «şêr - şêre, çi jine, çi mêre». mêrxasî û kirna dayîka xanê çengizêrîn nimûneke duř- cewahre ya mêrxasyê û azadîparastinê. we ya dawyê: nava gelda piř belabûna varyantêd «dimdimê» - ye derḧeqa şeřê kurdayî azadaryê, hostatya efrandarîya wê, sitranên wêva şedetîya wê yekêne, wekî kurd bindest bûn, lê neşkestin.

nimûnên zargotna meye piř bihagran hene. di nava wan duř - cewahrada «dimdim» cîkî herî layîqî meznaya xwe digre.

’eyane, wekî kelefê kela dimdimêye qedîmî li îranê heta naha jî hene.