7- xan dimdim

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 11 Xulek  535 Dîtin
bavê dimdim mir, dya wî ço yekî kurmanc şû kir, mêrk jî bir dya wî. du kuřê wî mêrî hebûn. dya dimdim dimdim xwera birbû, ço mala wî mêrî. wêderê diçûne deştê - ji xwera dişxulîn: herdu bira dibûn yek li dimdim didan, li kuřê jinkê didan.
rojek, dudu kur ji xwera mitale kir, go: «ew du birane, wê rojekê min bikujin». ji wêderê revî, ço cihê îran. ço nik padşayê îran - bû gavan: we kuřk cindî bû, we kuřk minasb bû.
nav dilê padşa kelî, xûna padşa lê kelî, we kuřk minasb bû. kuřk gote padşê:
- gavantîya bajara xwe bide min.
wê carê li wêrê padşa go:
- ez te dikim gavan, paş êvaran tu bêyî cem min, dîwana min.
rojek, dudu serva borî, go:
- welle ez naçme bêjme vê kuřkê dê dêwar be alyê rihêl.
şêrek li wê rihêlêda bû, wê carê ço gote kuřkê:
- dewarê xwe bi vê rêda neve!
kuřk dûr ket, mitale kir, go: «pa, ew çi bi vê rêda heye, go, padşa gote min- neve? «kuřk dewarê xwe zivrand, bir ser wê rê, ko padşa go «neçe».
şêrek li wê rihêlêda hebû, dî ji wêda hat, kuřk dît - gavan. ew jî, kulavê wî, kulavê xwe ho kire gewrîya şêrêda bi destê çepê. şêr milê wî biřî, biřî bi devê xwe, de milê dimdim biřî. dimdim jî şêr kuşt bi şîrê xwe. hat, îdî neçû dîwana padşa. padşa go: «ya, çi li vî kuřkî qomîye, nehat dîvana min?» virêkir dimdim îna dîvana xwe, go:
- dimdim, ew çira ew du, sê roje tu nedhatî dîvana min?
go: - padşayê min, caxbî, bo min digotin xan, niha divêjin xanê qop.
- kuřê min, çi te qomîye, wekî divêjin xanê qop?
go: - padşayê min, ew roj wekî te go - dewar nebe bi wê rêda, min bê xeberîya te kir, min dewar zivrand, îna ser vê rê. wêcar ez çûme nêzîka rihêlê bûm. şêrekê ji mêşe derket, ez jî berva çom, min bi destê çepê, destê xwe bi kulavekî kire gewrîya şêrêva - heta şêr destê min biřî. min jî bi şîrê xwe, bi destê rastê şêr kuşt.
padşa gote wezîrê xwe:
- ka sibê heřn zêndin, ka raste xebera xan, an derewe?
çon, go: - raste, padşayê min!
padşa jî go:
- bînin, heyda bînin,
gimgima zêra ji minra bînin.
heyda bînin - rex cixisyê daynin,
çengê zêra jê bikşînin,
bi çengê xan sifirkelkin.
heta wê rojê digotin xanê qop, wê rojê go - xanê çengizêrîn, ko ew xan hind şirînda padşa, padşa kiça xwe li xan meher kir, kir wezîrê milê rastê. zevayê wîye. dya xan mêrê xwe berda, hate nik xan, li wir.
rojek padşa gote wezîrê xwe, go:
- were ez û tu biçin deştê, ka deşta me çawane?
çon, yil şivanek hilbeyîn. li wêrê nik şivan rûniştin, reḧet bûn. xewa padşa hat, serê xwe danî ser çoka zevayê xwe. xewa padşa ço. şivan ji padşa, wezîrê wîra şîr dot, danî nik padşa, nik xan. bilûra xwe danî ser devê kota şîr. ço pê pezê xwe şivan. xan jî dinêrî şiklê padşa. dî mêşek yij kepyê padşa derket, yij vir heta dere han ço. şikêrek hebû, ço şikêrêda dageřa. wextê k ço, nava bilûrêda, ser kota şîrêda, ço alyê din derket, hat yij şikêrê: çevê xan lêye, car dî di bilûrêda hat ço car din kepyê şay ’ecem.
padşa hilbeyî, li wirê zevê wî gote padşa:
- xer be, ew tu çira hilbeyî?
go: - zava min, min xewnek dît!
go: - padşa, xewna te xêr bî!
go: - min nava xewna xwe dît, ko ez ser beḧereke sipî, ser pira neh aqid, ez borîm, çom yil şikêra hilbeyîm. min derge hey dît, min derê dergehê vekir: hezar - hezar mixaze hebûn, ez nav wan mixaza geřyam. hemî zêr û zîv, dur û cewahir, çek û sîlḧ, cil û libas...çiqa padşa hene li dunê, hingî wê mixazêda zêr û zîv, dur û cewahir, çek û sîlḧe, cil û libas, hemî eşyan hebû têda.
zeva wî xan go: - padşê min, merv bi xevna mirazê xwe nake!
lê nav dilê xwe xan go: «min bi çevê xwe dît». padşêra negot, go: «ew bera sipî - ev koda şîre, ew pira neh aqid - ew kundêd bilûrêye, ew mêş - ruḧê padşêye, şikêr jî hemîn a waye.»
vegeřyan, şîrê xwe xarin, vegeřyan hatin mala xwe.
rojek, dudu serva borî. wezîrê zevê wî rabû hespê xwe syar bû ço ew şikêr, ew şikêra padşa xewn dît. şikêr hilweşand, dergek lê vebû: hezar - hezar mixaze bû. ew mixaze hemî zêr û zîv, dur û cewahir, çek û sîlḧ bû. car dî rabû, dergehê xwe da ser, çawa bû, car dî kir şibî berî. hate li mal, ço dîvana padşa, go:
- padşa’im, ez qurba, ew deşta ko ez tu çon geřyan - ew der gele xirabî dibî: tu were hingî cihê çermê ga bide, ez xwera li wêrê çêkim avayek. ezê li wêrê çêkim, xirabî nebî.
şay ’ecem virêkir xelîfeyna, go:
- zevayê min filan derê hingê çermê gayê dixazî ji xwera bike avayî, de dinya pê bibî teynayî.
xelîfeyê şay ’ecem go:
- em nadin xana kurdan şûna çermê, go yij xwera ke avayî, dê sibêy yij mera bibe serêşayî.
padşa got, go: - xelîfeyo, ser mezno, îro zavangê min yij min bixaze - ezê ravim deştê xwe pêra nîvî kim.
go, xan jî mervekî rihale,
kirî qore gaye, îna seřjê kirîye,
goşt lê xarîye -
çerim kirîye dê avêve.
go: bînin, heyda bînin,
kêr û gewazan yij minra bînin,
divêl çermê ga bikşînin.
we zirav kişan mîna mûyê dûvêd hespan. bi gazê pîvan, bû hezar çil û çarde gaz. avîtin, deşta xan yekcar girt. xan go:
- bînin, heyda bînin,
hosta û pala yij minra bînin.
dema xîma kelê hatî ber kolayî,
hezar hefisd pale wir hayî.
go, min hatî mehka yekê,
xan ço ser hostane,
go: - ew çi dîwar bi tinaze?
go: - xano, tu têyî ne razî,
firey dîwarê çil û çardeh gazî,
tu dewa şêr dixazî?
yil min hatî mehka duyan:
xan ço ser hostan,
go: - yij minra çêkin midbexan.
li min hatî mehka sisyan:
xan ço ser hostan,
go: - yij minra çêkin dîvanxan.
yil min hatî mehka çaran:
xan ço ser hostan,
go: - yij minra çêkin cihê topan.
yil min hatî mehka pêncan:
xan ço ser hostan,
go: yij minra çêkin sarîncixan.
yil min hatî mehka şeşan:
xan ço ser hostan,
go: - yij minra çêkin cihê zeryan.
go, çêkirin çêkirin,
sûk û qehwe têkirin,
çêkirin, temam kirin,
kanî înandin yij çyêye,
binber badaye.
xan ço nik dya xwe, wêcar go:
- emê destûra pala bidin.
dîya xan got: - ew pale ko bila bin yil dinyayê, ew kelha ha kêra xan nayê.
go: - dayê, pa ez çi kem?
go: - bîne serê hemû hosta jêke, bavêje mixazayê tarîda, bila kes nebînin.
xan serê hostan hemî jê kirîye, avête mixazayê tarîda. meḧmûdê nemayî meznê hemû pala bû.
ji xan kirîye zarîye:
- situyê min jê neke,
hingî ez saxim -
serê min bi serê tera,
canê min bi canê tera.
xan situyê meḧmûdê nemayî lê nedaye.
cav ço nik şa û ’eceme:
- heker xana kurdan şelandî bazirgane.
padşa şa û ’ecem nekir tu bawere:
- zavayê min bê min nake tu şuxulê waye.
go, payze, reşîş hey baran avîte li ’erdêye,
xana kurdan batmîş kirîye poşta padşêye.
cav ço padşê yiranra, şa û ’ecemra: «eger xana kurdan batmîş kirîye poşta dewletêye», - cav yij padşê çoye. padşa go:
- bînin, heyda bînin,
barek kaẍez yij minra bînin,
qelemil kaẍezê bizviřînin,
’eskerê giran şa û ’ecemra bicevînin.
’eskerê giran şa û ’ecemra cewandin. xelîfe gote padşa:
- ser’eskerî bide min, ez biçim ser xana kurdan.
sibe kazîv (ronayî) vedaye,
hingî belgê daran,
hingî xîzgê çeman,
hingî sitêrêd ’ezmanan -
çadir - xêbet dora kelha xan danane.
temir xan kuřê xane:
rabû ser bane,
dûrbîn daye ber çevane,
nihêrî herçar çyane:
hingî di sitêrêd ’ezmanane,
çadir û xêbet dora kelha xan danane.
temir xan hatî li male,
yij xanara kirîye hewale,
go: - hingî sitêrê ’ezmanane,
çadir û xêbet dora kelha me danane.
go: - kuřê min, temir xane,
ew miletê me sorane,
gimrîkê babê te li wane.
xan rabû şîrê xwe kêşaye,
heta êvarê sed çadir hiştîye valaye.
’eskerê şa û ’ecem revîye,
cav şa û ’ecemra biřîye,
go: - xana kurda nav rojek -
sed çadir hiştîye valaye.
şa û ’ecem go:
- bînin, heyda bînin,
barek kaẍez yij minra bînin,
qelem û kaẍezê bizviřînin,
dora dunê bigeřînin,
’eskerê giran yij minra bicevînin.
go: - bînin, heyda bînin,
topê mezin yij minra bînin.
bînin, heyda bînin,
top bînin selemastê,
dermanken bi tasê.
’eskerê giran şa û ’ecem kişandîye,
ser kelha xan danandîye.
temir xan kuřê xane:
rabû ser bane,
dûrbîn dane ber çevane,
nihêrî herçar yane,
hingî sitêrê ’ezman, çadir û xêbet -
dora kelha xan danane.
temir xan hatî li male,
gote babê xwe xane:
- hingî belgê daran,
hingî sitêrê ’ezmana,
çadir - xêbet dora kelha me danane.
go: - kuřê min, temir xane,
ew miletê me sorane,
gumrîkê babê te li wane.
sibê xan rabûye,
şîrê xwe kişandîye,
sed çadir heta êvarê
hiştîye valaye.
şa û ’ecem gotîye topçyane:
- berê topê li kelha xan bizviřînin,
yil bircê bizelqînin.
nav şeřda xana kurdan meḧmûdê nemayî yij bîr kirîye, mayşê wî ne daye.
meḧmûdê nemayî kaẍezek nivîsîye:
yil tîrê pêçaye,
avêtî çadrê şa û ’eceme -
ser kahnî nîşan daye:
«kahnî tê yij çyaye,
ser kahnî bin berê badaye».
şa û ’ecem av lê biřîye: se, ker, hesp îna ser jê kirîye: xûna wan li cihê avêda berdaye, li serhinca tijî bûye.
sibê rabûn li serincan nihêrane,
ziravê xatûna qetyaye.
meḧmûdê nemayî sibê rabû derketîye,
ço li çadra şa û ’eceme.
şa û ’ecem pirs jê kirîye,
go: - meḧmûd, mayşê te li wirê çi bûye?
go: - her eynê min hebû tasek polaye,
her eynê tecûbê tasa polayî zêr dida mayşa min.
go: - pa, te çi dibê, meḧmûdê nemayî?
go: - padşayê min, fihête,
min jina delûmîr xan divête.
(delûmîr xan kuřê dimdime).
şa û ’ecem go:
- bînin, heyda bînin,
topê mezin yij minra bînin,
meḧmûdê nemayî tê biheşînin,
yil dîwara xan bizelqînin.
meḧmûdê nemayî yil topêda hilşandin,
yil dîwarê xan zelqandin.
go ketin nav hev bi şîrane,
o, temir xan şîr avêtîye,
nebřî zîn, hesp û xayeye,
go, temir xan gotîye:
- nelat babê wî hostayî,
ew şîrê ha kêm seqa dayî.
xan gotîye: - kuřê min, temir xan,
şîr bikşe yij kalan,
da tu bavêjî bibrî,
zîn, hesp lev xudan.
temir xan şîr kêşaye,
avîtî zîn, hesp lev xudane,
biřîye yekcare,
go: - reḧme ser reḧme babê di vî hostayî,
ew şîrê ha têr seqa dayî.
min avêtîye, biřîye,
hesp, zîn lev xudaye.
şa û ’ecem go:
- bînin, heyda bînin,
barût, dermana yij minra bînin,
yil deştêda bireşînin,
berê topê lê bizviřînin,
’eskerê xan, ya şa û ’ecem tevda biqelînin.
barût yil deşt reşandin,
berê topê lê zivřinidin,
agir li berdadin,
’eskerê xan, ya şa û ’ecem teva qelandin.
ma li wê derê şa û ’ecem, temir xan û dimdim.
xilas!