8- xan dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
11 Xulek
937 Dîtin
go, li min welmîne, welmîne,
micala şeřê bûye,
law dimdime xan têda.
sitêr gerhane li esmanan,
felek vegeř hat ser kelaha xanan,
law dimdime xan têda.
xan çimbila dya xwe girtîye,
qesta şah û ’ecem kirîye,
nanê xulamtyê xwestîye.
şah nanê xulamtyê daye,
rojek nav şeřê ketîye,
şîrk ketîye çimbila xan biřîye,
law dimdime xan têda.
şah û ’ecem kirne hewale,
şah û ’ecem go:
- her bînin, bînin, bînin,
gumgumê zêran bînin.
gumgumê zêran înandin,
sîwka cixsîya bezandin.
go: - cixisyo, zûke, zû bilezîne,
gumgumê zêran biḧelîne,
çengek ji xanra dayne.
de gotin: «xanê çengizêrîne».
xan û şah ’ecem rojek nav deştêda çoyne,
nav şivanekê hilbîne.
şivan rabûye kode şîr dotîye.
şah û ’ecem serê xwe danîye,
koşa xwe xewda çoyye.
şah û ’ecem nav xewna xwe dî -
mêşek ji şikêrê derketîye,
hatîye kepîya wî ketîye,
car dî ji kepîya wî derketîye.
şah û ’ecem dû mêşê ketîye,
çoye şikêr vekirîye:
sê hodek xîzîne nav şikêrê hebû.
şah û ’ecem rabûye, go:
- xano, min xewnek dîye!
xan go: - xadê xêrke, xewna te çye?
go: min dî mêşek şikêrê derketîye,
çoye nav şikêrê.
ez pey mêşê ketim, çome
min şikêr vekirîye -
sê hode xîzîne dîye.
xan û şah ’ecem hatne mal.
be xan rabûye,
çoye şikêr vekirîye:
sê hode xîzîne li wêderê dîye,
hatîye dya xwe gotîye:
- min sê hode xîzîne li wêderê dîye,
em çawa bikin?
dya wî gotîye:
- here şah û ’ecem bixiweze cyê xanyê xwe,
li wêderê çêke.
xan çobû cem şahê,
go: - bide min şûna çermê gayê -
ji xwera bikim avahî,
ew cih bikim teynahî.
xelîfe go:
- nede xan şûna çermê gahî,
dibî ser me êşahî!
go: - xelîfeyo, sermezno,
zavayê min bixiweze deşta -
xan dê lêkim bikem
cihê deştê nîvahî.
ew ço nav bajêr, gakî qorîn kirî, îna,
gayê qor ser jêkir,
go: - hey bînin, bînin, bînin,
kêr û çevzandan bînin,
duvêlada bikşînin,
deşta xan biřeşînin,
hezar hefisd hoste, pala da bînin.
go, înandin, înandin, înandin,
kêr û çevzandan înandin,
hezar hefisd hosta, pala înandin,
xîmê dimdim kilandin.
wekû xîma dimdim hatî li ber kolayî,
hezara hefisd hosta, pala lê wer hay.
go: xanan kirin dîwane,
xan hatî mihka êkane,
xan hatî ser hosta, palane,
xanan hatî nerazî.
hosta, pala go:
- xano, tu çima ne razî?
xîma kelha te çardeh gazî,
dewa şeřê dixazî?
go, xanan kirin dîwane,
xan hatî mihka dûyane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê cêrexane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka sisyane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê çekane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka çarane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê hespane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka pêncane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê destexane.
go xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka şeşane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê sitîyane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka heftane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê begane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka heyştane,
xan hatî ser hostane,
go: - çêkin mezelê xulamane.
go, xanan kirne dîwane,
xan hatî mihka nehane,
xan hatî ser hosta, palane,
go: - çêkin mezelê keçane.
go, çêkirin, temam kirin,
gazî kir ev qas hoste, pale -
serê wan hemî biřî,
yêk meḧmûd tenê hila,
ew serê hostan bû.
go: hey bînin, bînin, bînin,
çiqas topan da bînin,
kelaha xan cerbînin.
çiqas topan înandin,
yêk car veřesandin,
ber ji berê ne zivřinidin.
dimdim rabû serê banê,
dîwarê nêhêra xarê,
ber ji berê ne zivřandîye.
îcar destê xwe avît talan- tîlanê şah û ’ecem. kurd bû dimdim- çiqas bazirganê şah û ’ecem dihat li wêderê- temam talan, tûlan dikir.
go payze, payzeke direnge,
berfê serê çyan sipî kirîye,
xan karvanbaşyê şah û ’ecem batmîş kirîye.
go, înandin, ha înandin,
heta qola beẍdayê talan - tîlan înandin.
xan dimdim ev cih metel kir,
îdî kes nedçû, nedhat.
cab ço nik şah û ’eceme, go:
- xan dimdim ev cih metel kirîye.
şah û ’ecem go:
- hey bînin, bînin, bînin,
’eskerekê giran ji minra bicevînin.
go, pa înandin, pa înandin,
’eskereke giran şah û ’ecem cevandin.
xelîfe go şah û ’ecem, go:
- ev ’esker diçeme ser zevayê te,
dilê te nagre zevayê xwe bigrî bînî?
go: ’eskerê giran min daye te,
here bigre, bîne.
xelîfe kete ber ’eskerê girane,
hat dor kelaha dimdim çadir - xêbetê xwe veda.
’evdile xan kuřê xane,
rabû li serê banî -
heçkû sitêrêd esmanî,
heçkû belgêd daranî,
heçkû xîzêd çemanî
we çadir - xêbet dor kelaha dimdim vedayî.
’evdile xan hatî male,
go: - babo, tu rabe serê banî,
heçkû sitêrêd esmanî,
heçkû belgêd daranî,
heçkû xîzêd çemanî,
we çadir - xêbet dor kelaha me hate vedanî.
go: - kuřê min, ew bazirganin,
sibe ez diçim pacê xwe bînim.
sibe xan radbîye,
dergaha mezin vekirîye,
qesta çadir- xêbeta xelîfe kirîye.
go: - xelîfe, min bihîstîye,
te şîrek kirîye, ka bîne,
binhêrim ev şîr çi cipsîye?
xulamek hebû xelîfe serwext bû,
go, şîr vekirîye ji sitûne.
ser sitûnê girêday bû,
dabû destê xane.
xan şîr xilas kir ji kalane,
lêda biřî hesp û zîn û xudane,
toz ’erdêda hilane.
xan êvarê hatî li male,
sêsd çadir - xêbet kirî xurî - xale.
xan sibê radbîye,
heta êvarê şeř kirîye,
sêsd çadir - xêbet kirî xurî - xale.
sê roj ço, hêla kizîr, qahveçî, xelîfe. destê kizîr biřî, go:
- ma kîs babê te bû, te kerek nan dida min?
destê qahveçî jî biřî, go:
- kîs babê te bû, te fîncana min nîvî dida min?
pyê xelîfe jî biřî, go:
- ’esker pezê babê te bû, te îna ser min?
ewan hersê jî rabûn hespê xwe swer bûn, qesta şah û ’ecem kirin.
şah û ’ecem go:
- her bînin, bînin, bînin,
sed bar kaẍeza da bînin,
çiqas xûndîyanan werînin.
kaẍezan nivîsîn,
bajaradan şahandin,
cihîya - emlekanan lê geřandin,
’eskerekî giran lê cevandin.
go, pa înandin, pa înandin,
heta qola beẍdayê ’esker înandin.
şah ketîye ber ’eskerê girane,
hatî ser tewrêzê, xane,
go: biçim ser kelha xana kurdane,
bikim tewlexanê hespane.
şeh hatî dilîmane,
bar kirî barût - dermane,
go: - biçim ser kelha xana kurdane,
bikim ji xwera paxrê dane (bostan).
şeh hatî ormîya,
derbaz bûye gemîye,
go: - biçim ser xana muxrîye.
teter xan kuřê xane,
rabû serê banî -
heçkû sitêrêd esmanî,
heçkû belgêd daranî,
heçkû xîzêd çemanî,
we çadir dor kelaha dimdim vedanî.
teter xan hatî li male,
go: - babo, tu rabe serê banî,
heçkû sitêrêd esmanî,
heçkû belgêd daranî,
heçkû xîzêd çemanî,
we çadir - xêbet dor kelaha te vedanî.
şah ’ecem go:
- hey bînin, bînin, bînin,
topa terxan da bînin,
tirara barût derman tê bweşînin,
kelaha dimdim dê biřeşînin,
xan ji minranê bigirin, bînin.
hey bînin, bînin, bînin,
topa mezin da bînin,
sindirîkan barût- derman tê bweşînin,
xan ji minranê bigirin, bînin.
go: - hey bînin, bînin, bînin,
topa biçûk da bînin,
sindirûkan barût- derman tê bweşînin,
xan ji minranê bigirin, bînin.
înandin, pa înandin,
yêk û car pê veřesandin.
xan rabû li serê banî,
dîvarê nêra xarî,
ber ji berê ne zivrandî.
hefit salan şah û ’ecem şeř danî, tu micale pê nekir, ne şikênand. rojekê dimdim maşê meḧmûdê nemayî neda. eva rabû serê banî, kaẍezek nivîsî, avêt nav çadir- xêbetê şah û ’ecem.
kaẍez anîne xandîne,
kahnî vê li çyayê,
vê li bin barê badahî.
yêkî hatî mexîne,
ser jêkir se û kere,
cirna xan tijî xûn kir.
meḧmûd rabû, qesta xwe dê şah û ’ecem kirîye. şah go:
- meḧmûdo, were bixaze, te çi divête?
go: - min sed caran fihête,
bîka delûmîrxan divête.
(bîka delûmîrxan jî keça şah bû).
go: - meḧmûdo, pa maşê te çi bû?
go: - min mertalekî hebû,
tase polê zîv lêda bû,
her eynînekê maşê min zêr dihat.
go: - me heye hezar xulamî,
her rojê maşê wan kerek nanî,
ji me, ji wan tucar navî dilmayî.
tu cisnê xwe şeytanî,
hêceta serê xanî.
go: - hey bînin, bînin, bînin,
topa terxan da bînin,
meḧmûdêda bihejînin,
kelha dimdim bizelqînin.
xan rabû ço ser serînc -
xûn tijî serîncixana xan bûye.
rabûne xûn kişandin, temz kirin.
xan go: - hewara min xadê, ewrê reş û dirêjo,
tevîk baran biřêjo.
zerî esmera çobûn dest û nivêja,
hewara min xadê, ewrê reş û tarî,
tavîk baran bibarî,
feqe, mele çobûn dest û nivêja.
min hatî mihka nîsan, gulane,
guřêd - guřêd ewrane,
bû şire - şira barane -
serîncixane tijî av bûye.
hefit salan jî ava baranê şeř kirin. hefit salê wan wekû temam bû, zixîrê wan jî xilas bû, ava wan jî xilas bû. xan ço bû koçk û serayê, go:
- dayê, ji minra bike teybîr û çarê!
go: - kuřê mino, ez ji tera nakim teybîr û çarê,
wê rojê bîra te tê -
te talan danî ji qola beẍdayê,
min go: «kuřê mino, şûlê ha me bi kêr nayê».
xan çobû koçka serayê,
gazî kir xanmanê:
- were, min destûra we dayê,
nabim webalê qetlanê.
xanman gotin:
- aqa sal em bi hevra bûn,
dimirin - em bi hevra bimirin.
xan çobû koçka serayê,
gazî kir xulamane,
go: - werin koçka serayê,
min destûra we dayê,
nabim webalê qetlanê.
xulaman çiqas hebî,
’eskerê wan çiqas hebî
gotne xan:
- hinde sala te me xudan kirîye,
hemî jî bimirin yekcare.
xan go: - hey bînin, bînin, bînin,
gumgumê zêra da bînin,
sîwka cixsîya bibezînin,
şîrê xana zêr bikşînin,
go, çekê mêran çêken.
cixsîya çêkirin: şîr, xencer, hemî tişt.
go, xan xezayî mijxirbî,
xan çobû terenca vêlayî.
çê bû lawê hekarî,
namûs jî karê wanî,
xan xezayî mijxirbî.
çê bû lawê ertoşî,
namûs jî nafroşî,
xan xezayî mijxirbî.
çê bû lawê bahdînan,
- xazîya wê rojê, min ser kelah dimdim dixar mewîj, xan xezayî mijxirbî.
’evdile xan kuřê xane,
şîr xilaz kir ji kalane,
’eynî girtî nav milan,
biřî hesp û zîn û xudane.
lêre xan rabû dergeh vekir, ’eskerê xan û şah û ’ecem rahêlan hevdu bi sîng û devane êk jê dû qirkirin. şah û ’ecem go:
- hey bînin, bînin, bînin,
çiqas barût - derman nav deştê biřeşînin,
devê topa lê werînin,
’eskerê dimdimîya, şah û ’ecem êk car biqelînin.
îda xilas!