9- dimdim

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 10 Xulek  854 Dîtin
hey xulmîne, hey xulmîne,
ev qiset raste, qe derew nîne,
qisa xanê lep zêrîne.
texbîr rabû li ’ezmana:
felek digeře xan û mana,
seva kala, bona cana.
xan êtîmek dero - dero:
çû ba şahê qecero -
ewî dayê kêr û kembero.
ew hefit rojin, hefit meha,
qeweçya qawê gêřaye,
ser serê xwe danîye.
ew sibeye, hêşka zûye,
tacîlê zû rabûye,
ser qonaẍa şah seknîye,
revoçya hespa lê xastîye.
ew hefit rojin, li hefit meha,
dora berê gêřaye.
dêna xwe dayê kerî pez wê hêsûyê diçêre. go: «wele ezê heřim ba wî şivanî şîr bixum, hemîn nanê min tisîye». rabû çû, dîna xwe da şivan razaye: şîr dotîye, bilûra xwe danîye ser, razaye. go: «welle, ez deng lê nakim, şivan jî mîna min rênicbere». dêna xwe dayêda mêşek bêvla şivên derket, kete qula bilûrê derbaz bû. ewînî dêna xwe dayê, hew dît, mêş dîsa zivřî hat ket bêvla şivîn. şivan vecênqî, rabû, go:
- malava, te çima deng li min kir?
ewînî go: - min deng li te nekir, go, tu xwe - xwe vecênqîy.
şivan go: - min xewnek dî!
go: - xadê xêrke!
go: - min xewna xweda dît ez ser pira hefit çevîra, bera sipîra çûm derketim cîkî. ewder xizne defîne bû: hefit padşa têda bikira - bixara xilazbûn tunebû. ez vecênqîm, min hew nihêrî xewn bû.
xan xewna wî kire derew, ew k ewî ber çevê xwe dîtbû, ew k, derḧeqa wî kevrîda zûda şivelû bû, go: «ḧeve, neve, go, ew kevir xizneye».
ew sibeye, hêşka zûye:
tecîlê zû rabûye,
cerdek giran pevketîye,
ha revongê te xistîye.
revoçî para pey cerdê ketîye,
pêncî mêr kuştîye,
pêncî axtirme anîye,
milkî wînî fiřîye,
sivê zû der qonaẍa şah seknîye.
go: - herê revo, eva çye?
go: - cerdeke giran pevketîye,
ha revongê te xistîye.
ez para pey cerdê ketme,
min mervek cerdê girtîye,
min kincê wî xwe kirîye,
min pêncî mêr cerdê kuştîye,
min pêncî axtirme anîye -
milekî min fiřîye...
go: - kuřo, zûkin, bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
milê xanê min zêr bikşînin.
rojekê dîya wî gotê:
- lawo, go, tu aqa navdar, go, gerekê tu xwera avayîkî çêkî.
a siveye, hêşka zûye,
xan der qonaẍa şah seknîye,
go: - herê xanê min, te miraz çye?
go: - serê şahî, bavê şahî,
go, bidî min qasî çermê gahî,
ez ji xwera têxim mal - avayî.
go: - herê lawo, wê yekê neke,
mal - avayî tu çê neke,
bo min, xwe sergêjyê neke.
efendim, çermê gayê reşî - pêle,
hûrk - hûrk kir duhêle,
girtîye deşt û nihêle.
dora zerê giraye,
bizmarek têda kutaye.
a siveye, hêşka zûye,
deste pale lê xastîye.
go: - kuřo, zûkin, bilezînin,
sêsd paleyî bicvînin.
ewan zû kir, zû lezandin,
sêsd pale tev civandin.
xanê kurda çî cindîye,
ser kela dimdim peya bûye,
heta êvarê çûye,
serkanî der anîye,
êvarê serê wî sêsd paleyî jê kirîye.
ew meḧmûdê melekanî,
pirzuk bê serê zimanî,
bû baysê mala xanî -
tenê maye.
go: - herê dayê, herê dayê!
te zendê sipî zend badayê,
tu rave bike nimêj û dwayê.
go: - herê lawo, herê lawo!
go, kela te ber topa kêfre.
go: - kuřo, minra bînin topa devb çûke.
dev wê bîne, derê sindirûk,
bircê kelê reşandin,
lê ranekir weke tek neynûke.
go: - kuřo, minra bînin topa dermezne.
bircê kelê reşandin,
lê ranekir weke tek bazne.
efendim, ewî kela xwe çêkir,
hosta, pala xelat kir,
ser malê da çêkirin,
herkê mertalek guhê fîl zêr dayê.
efendim, ew palana cara duda anîbû, qe yek wana jî nehatbû kuştinê. ewana xatrê xwe xan xastin, rabûn çûne şeher, tiştê şeher eger sed manat bû, rakirin hezar manêtî. wî wextî birê şah rastî wan pala hat, go:
- kuřo, hûn xelqê kîderêne? we ev der kire xelayî.
go: - tu nizanî, îsal hefit sale me rûçkê mala xwe nedîtîye: me kela çê dikir, kela xanê kurda, kela dimdimê.
efendyê xwera bêjim, wî wextî birê şah zivřî ba birê xwe, go:
- herê şaho, tu xudan tacî!
go, te kela daye vî kurmancî,
xadê xiravke olketê te jî,
kela çêkirîye, bûye dijminê te jî.
go: - ew xulamekî min amne,
bo min û wî mixenetî tune:
go, kuřo, zûkin, bilezînin,
du axûnda minra bînin:
dêmek gef û guřa serda dişîne.
efendim, du merva serda dişîne.
xan digre milê yekî jê dike,
çevê yekî derdixe.
wêda tê qasdê kore,
ḧalê xweda pore - pore,
wêda tê qasdê qope,
ḧalê xweda kote - kote:
ḧukmê dimdim çiqa zore.
şah ’abas ’esker hilda hate ser xan.
xanek tê erdevêrdê,
xanek tê kela xwêye,
xanek tê çînûmaçîne,
xanek tê selamaste,
hink divê: «derewe»,
hink divê: «raste».
dêmek hefit dewlet rabû ser wî xanî.
sivê zû ’evdile begê qesta nimêja sivê kirîye:
nimêja sivê nekirîye,
cav bavê xwera anîye.
go: - bavo, çiqa sitêrê ’ezmana,
çiqa çiloyê serê dara,
haqa ’esker dora kela me danîne.
go: - lawo, metirse, -
bavê tirê bazirgane, -
nedan, min û wana hev dane.
dêmek sivê hev dan, hefit sala hev dan. ew meḧmûdê melekan xarzê wî bû. dêmek mixenet derket. kaẍezekê dinvîse, dide mervekî, dişîne xezûrê xwera, divêje, divê: «hewara min werin». efendim, wextê meḧmûdê melekanî pêra derdikeve, diçin serekanyê dibiřn.
’evdile beg qesta nimêja sivê kirîye,
tijî xûn bûye, dewsa avê xûn bûye.
go: - bavo, ḧal û hewal eve!
van ’ezmana dinge - dinge,
baranê şinge - şinge,
xûn satranda tijîye.
êvarê peyakî ’esker karê xwe kir, go:
- em heřn dora kelê bigirin.
dêna xwe dayê, merîkî serê xwe danî bû ser nerdiwane, kaẍez ber serê wî derxistin, kaẍez xandin, wekî: «xan ketîye tengayêda».
xana jî go: - îda boşe, go, em çar pê nakin, go:
- kuřo, zûkin, bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
misryê lawka zêr bikşînin,
paşî me kêra dimînin?
xan hêja ketîye rîya,
- şeřê me papaxgenîya.
top rakirne girka,
wê ringe - ringa top û tivniga,
eferîm dê û bavê kuřka.
xan hatin dergê sisya,
zêr bela kirin temsîya.
xan hatin dergê navê:
gotin: - derga ber bavê,
hêşka şeřê kuř û bavê.
şah wêderê tack dişîne,
divê: - bila xan vî tacî hilîne,
qe tişkî wî jî tunîne.
’ivdila beg dike dilezîne,
tacê wî didrîne:
- tacê te serê tebe,
k... min dînê tebe,
kuştina mêra hemîn hebe.
bavê go: - herê lawo, tu çixurî,
tu qe gavkê nasebřî.
go: bavo, xu ez ne berxim ber berana,
ez ne hespim, te ez destikirî,
kuřê mêra hemîn mêrin,
kuřê mêra çek hilgirin,
kuştina xwe nafkirin.
efendim, der qonaẍa xelîfeda çûye,
xelîfe dest xweda qudûm ketîye.
go: - xano, xanê mistiretê,
kul kete nava ’eşîretê,
go, tu bide min muletê,
ez tera derxim pir ’ezetê.
go: - xan, tu xanê xelîfe,
wekî tu îro bidî min sed bar qedîfe,
qe waj nagre, ew teglîfe.
çevê xwe digeřîne,
şûrekî darda divîne.
go: - kafir, kanê şûrê te çye?
şûr çar tilya kalên derketîye,
çinge - çinga dengê wîye,
go: - kafir, şûrê te çye?
go: - şûrê min misrîye,
go, min hefit aşa kirîye,
go, şevê din min cêrbandîye,
go, qe tişt jî nebřîye.
go: - kafir, şûrê te misrîye,
go, te hefit aşa kirîye,
go, qe tiştê usa tuneye,
go, bimbarek be, bo xanê mûkuřîye.
xan hêja ketne rîya,
serê xelîfe difřîne,
ordyê gaze - gaze,
go, şeřê piling û beraze.
çêbe lawkê çixurî,
tu çaxê girarê ḧazrî,
tu şeřada diřcifî mîna tirî.
çêbe lawkê hertoşî,
te li sêrî qerepoşî,
şeřada jêhatî.
çêbe lawkê beravî,
şeřada tu çawa qolayî.
çêbe lawkê mendokî,
tu xayê rima kinkî,
şeřê ewl tu bikî.
xan hêja ketne rîya,
bû şinge - şinga misrîya,
- bû şeřê me û papaxgenîya.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê xan mukiryê rabû,
pênisd mêr xişvandî bû,
xencer kêlekê ava bû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê xan temir rabû,
şesd mêr xişvandî bû,
sîlḧ bejnê duta bû,
xencer kêlekê ava bû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê xan ’evdêle beg rabû,
ewînî hezar mêr xişandî bû,
sîlḧ bejnê duta bû,
xencer kêlekê ava bû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê lep zêrin rabû,
hezar mêr jî xişvandî bû,
sîlḧ bejnê duta bû,
xencer kêlekê ava bû.
go: - hey qede bê bavê hostane,
qe nedaye saw şûrane.
dêmek, wextê ’evdêle beg hate biřîndar kirnê, ewî kire orta herdu lingê xwe, wekî kuřê xwe aza bike. kuřê wî go:
- bavo, go, tu nezanî,
go, şûrê xwe bikşîne kalanî,
navê xwe lê hilanî,
bavêje hespê û xudanî.
xilas kir hesp û xudanî,
go: - her rema bê bavê hostanî.
go: - sityê, ha sityê,
bejin ziravê, taw - tawyê,
paşî me kurmancyê.
îja, wextê roja ew çûne şêr, sitîya temam top - qumbare kire padvalê. ewana anî hat texte biřî, weke kulekê sova. wana qeln û titûn hilda. efendim, anî hatin, kêr kirne destekî xwe, îstekana jerê kirne destekî xwe, go:
- kîjan nêzîkî mebe, go, emê vê îstekana jerê vexun, emê evê kêrê jî ser dilê xwe xin.
wî wextî ’esker top bû, kete kelêda, ewana wî wextî qelûna xwe ser barûtêda dakuta, top û qumbare lêda - dême ew ’esker g lê qir kir. sitîya xwe akoşkê avîtîye. de wî wextî kerema xadê pêra hebû. ba kete dawa dêrê wan mîna teyra danî.
sitîk ḧemle bû, weldî: xadê du zar danê, koka wî hê rûbarê dinê heye. hew bû îda.