10- dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
19 Xulek
834 Dîtin
ha bi xurmîne, xweş xurmîne!
qeseta mîr çengizêrîne:
eva raste, qe derew nîne.
texdîr rabûye bi ’ezmana,
felek digeře xan û mana,
him ba pîra gel be cana.
xan êtîmekî çî nenase,
bû mêvanê şa ’ebase,
şa ’ebas firot, xwera kir kêr û almase.
xan êtîmê dero - dero,
bû xulamê şa qecero,
şayê qecer firot, da kêr û kembero.
go: - xano, tuyê bivî revçîngê hespane?
xana hespê xwe diterqandin,
çya û banîya digeřandin,
devê bera diçêrandin.
xanê min berek dîye,
wî berî ḧeyrî maye,
dêna xwe da kerî pez mexil hatîye.
dîna xwe dayê şivanekî razaye, çû here cem şivîn şîr bixiwe. dîna xwe dayê şivanî razaye: koda şîrê xwe danîye kêleka xwe. dêna xwe dayê - mêşek pozê şivên derket, hat ket qula bilûrra nava koda şîrra çû kete keloşkeke kevrî. şivan rabû, wî revoçyê hespara got, go:
- te çima dey li min kir?
go: - min dey li te nekir, go, çira?
go: - min xewn dît, go min dêna xwe dayê pira hefit çevîra, bera sipîra kevrekî qulba tijî xezne û defîne bû.
xewna şivîn rast bû, lê revoçî lê kire derew: pira hefit çevî - ew bilûr bû, bera sipî - ew koda şîr bû, kevrê qul jî - ew keloşk bû, wekî mêş çû ketêda cyê xeznê û defînê bû.
revoçî dêna xwe dayê
cerdeke giran derketîye,
ewî revoyî xistîye,
çi talanekî bêxaye:
xan mêrk cerdê girtîye,
hespê wî mêrî sîyar bûye,
tivniga wî sîyarî hilanîye,
dû cerdê kirîye gazîye:
pênisd mêr cerdê kuştîye,
şesd exterme zivrandîye -
ser heyata şa danîye.
şa li heyatê derketîye,
şa wêderê nizan bûye,
go: - ew kîye bazirgana xweva hatîye,
derê heyata min danîye?
xan gote şa, go: - şaho, tu min nas nakî, revoçyê teme?
min hespê xwe terqandin:
çya û banîya min têr geřandin,
min devê bera diçêrandin.
cerdeke giran derketîye,
min li cerdê hev xistîye:
min pênisd mêrê cerdê kuştîye,
min şesd axtirme zivrandîye,
min ser heyata te danîye,
dêna xwe dayê - milekî xanê te fiřîye.
şah divê: - kuřo, bikin, bilezînin,
min we divê hosta bînin,
milê xanê min usa bikin -
ji berê çêtir bicebrînin.
qursê zêra mal înandin,
nava legana diḧelandin,
xadê usa hiz kir çêtir -
milê xanê min cebrandin.
yê bîna me heta êvarê mal - halê xweda gîro bûn. xan heta êvarê milê xweda gîrokar bû- çira, milê zêr nedîtbû. milê xan fiřî, şah milê wî pê zêr da çêkirnê, hê ji berê çêtir.
muxdarek kete ortê, xan fikirmîş bû cem xwe, go: «canim, go, minra mal û ḧal lazme, - fikira wî ket, go, - ew hevalê minî şivan ha go, min jî xewna wî kire derew». çû dîna xwe da wî cî, wekî xewnêda şivên dîtîye. çû dîna xwe da wê keloşkê: sê kevir ji keloşkê rakir, dêna xwe dayê derîkî dikanî yij bin keloçka kevirda heye jî, derî vekir - xizne û defîne.
xan wêderê fikirmîş bû, go: «canim, go, ez xwe - xwe mervekî ra’et, go, ez ser çi formê ewê xiznê derxim, wekî padşayê mayîn nizanbim min ew xizîne û defîne derxistîye?» sivê rabû, ser qirara rastyê, çû cem şahê ’ecema, go:
- serê şayî, bavê şayî,
tuyê bidî min qedera çermê gayî,
ez bo xwe têkim mal - avayî.
şah gotêda, go:
- xano, serê şayî, bavê şayî,
ez bidme te qedera çermê gayî,
tu bo xwe têkî mal - avayî -
tu were tu orta min û xwe têxî gêjayî.
go: - serê şayî, bavê şayî,
tu bide min qedera çermê gayî,
ez bo xwe têxim mal - avayî,
qyamet rave ez tu cara
orta xwe û te naxim gêjayî!
ewî wêderê da wî çermê gayî.
çermê gayê reşî - pele,
hefit roja avê dinhêle,
çi xanekî fen û fêle,
hûrk - hûrk kir dihêle,
girt bû deşt û nihêle.
dora kêvir dibir û tanî,
bizmarek serî qutayî,
remet gîhande bavê şayî.
muxdarek maye, şa qesta kewşenê gunda kirîye. dêna xwe dayê - çermê gayê reşî - pêle kewşenê hefit gunda girtîye. şa hatîye, dey nekirîye.
xan tezîlê rabûye,
qesta qonaẍa şa kirîye,
şa li qonaẍê derketîye,
go: - kuřo, xano, te miraz çye?
ewî mirazê xwe xastîye,
pênisd pale jê xastîye.
şa go: - kuřo, bikin, bilezînin,
pênisd pale li hevxînin,
ser xanê minda bişînin.
xanê kurda daye rêye,
pênisd pale dide pêye.
xanê kurda çi cindîye,
pêşya palê xwe ketîye,
ser kela dimdim peya bûye.
go: - herê xano, tu beranî,
tu ewl derxe serekanî,
bin riknê kelêva deranî.
jêkir serê pênisd paleyî,
ma memûdê melekanî:
pirza xirav bê serê zimanî,
axir - songê bû baysê mala xanî.
xan tezîlê zû kirîye,
qesta qonaẍa şa kirîye,
şa li qonaẍê derketîye:
- xan, hewalê te çye?
xan gotîye:
- serê şayî, bavê şayî,
ew palê te pêr dayî,
ewana suxul nekirîyayî,
axçe pere ne înayî.
- kuřo, go, bikin, bilezînin,
pênisd pala zû hevxînin,
ser xanê kurdada bişînin.
xanê kurda dide rêye,
pênisd pale dide pêye.
xanê kurda çi cindîye,
pêşya palê xwe ketîye,
ser kela dimdim peya bûye.
hefit roj nînin, hefit şevane,
hefit şev nînin, hefit mehane,
hefit meh jî nînin, hefit salane.
hefit salê xwe temam kirî,
kurmanc kela xwe çêkirî,
serê kelê mifirqikirî,
herçar beden risas kirî.
dimdim hatîye li ber şolê,
pênisd pale lê dike dolê,
ew çê dike cyê xurdolê.
dimdim hatîye ber pestinê,
pênisd pale ketnê,
ew çê dike cyê mirnê.
dimdim hatîye ber vedanê,
pênisd pale berdanê,
ew çê dike cyê meydanê.
xan go:
- lê dayê, lê - lê dayê, lê - lê dayê!
te kurteke qe kêr nayê,
carekê dêna xwe bide min û kelayê.
go: - lawo, çi dêna xwe bidme te û kelayê,
xweş kelaye te çê kirî,
hesareke asêye, rinde te çê kirî.
tu were tirsa min wê tirsêye,
tu xwe ber derba kafir negrî.
go: - kuřo, minra bînin topa mezne,
topçî ji topê gazne,
ez bavêm kelê birc û bine.
avête kelê birc û bine,
ew ranekirîye yek bazne.
- kuřo, go, bînin topa biçûke,
bavêne kelê birc û sûke.
avête kelê birc û sûke,
ewê ranekir qusêsa weke yek neynûke,
lê çima êvarda zûke - zûke.
- kuřo, go, bînin topa devbiřî,
bavêne kelê dîwar û derî.
avêtne kelê dîwar û derî,
axçe ji kelê nefřî.
xan xwe - xwe diçe kelêda disekne, kelê dicêrbînin, davêne kelê pênisd tiving - tope. xanê çengizêrîn diçe xwe - xwe kelêda rûdnî. nizane avêtne kelê pênisd tiving û tope? ji kelê aqa xuya dike- tirê çitîka baranêye, yek dilope.
xan girt her hostekî xelatek lêkir, her palekî, her merv ekî guhê fîl tijî zêr kir û dayêda.
hosta û pala xatrê xwe xan xastin, çûn rastî şeherekî hatin. ewî şeherîda kirne bahlêxî: koda nên rakirne yek zêr, gaza perçe rakirne yek mecdî. wekaletê şeher sibê zû rabû, ’ecêveke giran dît, go:
- filankes, go, we usa kirîye, wekî îdara feqîr - fiqara têda nave.
mervekî dinê go: - çira, go, hûn nizanin vî şeherîda feqîr hene, fiqare hene? go, vî şeherîda dikandar rojê nîv zêrî qazanc dikin, feqîr jî yole diçin. - êh, go, qurban, çira dixeydî? go, îsal hefit salê meye, me tişt nestandîye, wekî em îsal nedin û nestînin, emê kî salê bidin û bistînin? go, îsal hefit sale em ser kela dimdimin dixevtin.
- canim, go, hiş, go, hûn rêva hatne pênisd pale, we devê hev girtîye, kela çi wê çêkirnê?
pala hilda gotê, go:
- qurban, çima diẍeydî? îsal hefit salê me- me malê xwe nedîtne, hizkî em hefit sala jî tera bixevtin? lê tu hema qirar bike roja çûyna me her yekî me guhê fîl tijî zêrke, bide.
go: kuřo, lê we kêra kela çê kirîye?
pala hilda gotê, go: xanê çengê wî zêrra!
- aha, go, welle xadê raste, ew meryê çermê gayê reşî pêl, wekî usa kire dihwêl, girt deşt û nihêl, bizanbe raste, ew xan hema berêda fenî - fêle.
wekaletê şeher rabû çû cem şayê ’ecema, go:
- erê, şaho, tu xudan tacî,
te kela girt da vî kurmancî,
serê me kire armancî.
tu usa bizanbe, hesab bike -
em derxistine vî qiracî.
şah got: - xurmîne, xweş xurmîne!
xan xulamekî zef amîne,
ez milê te jî têkim zêrîne,
tu were tu jî pêş minva neve xayîne.
go: - xurmîne, xweş xurmîne!
şa, xan xulamekî zef emîne,
tu milê min neke zêrîne.
tu rave kaẍezeke reş bixûne,
gef - guřa serda bişîne -
hergê ber gef û guřê teva rabû,
tu lêxe serê min bifřîne, bo!
şa dike dilezîne:
kaẍezek reş dixûne,
gef û guřa ser xanda dişîne.
xan ber kaẍeza wîva rabûye,
silama herdu qasda vegirtîye,
reşkaẍezê nihêrîye -
dêna xwe da gef û guř serda şandîye.
milê qasdekî biřîye,
çevê qasdekî kor kirîye.
go: - weyl qasdê kilî - koro,
ḧalê xweda pore - poro,
min hê kela pak çê nekirîye,
hukumê kafir çiqa zoro.
go: - weyl qasdê qopo,
ḧalê xweda kote - koto,
ḧukumê vî kafřî -
cerg û milekê min disote.
temsya temsî kirin:
xan dest xiravyê kirin,
bazirganbaşî dişêlandin,
mêrê kotî diqelandin,
mêrê çê digirt danîn.
wî çaxî şah kaẍez şand ser xana, wekî ’eskerê xweva bên ser xanê çengizêrîn, go:
xanek hatîye selamaste:
teze pirsa kelê dikin -
hink divên: «çêkirna kelê derewe»,
hink divên: «raste».
xanek hatîye ji tewrêze:
pênisd tiving - topayî rêze,
go: sefer ser xanê çengiqelêze».
xank hatîye belbiharê:
situyê wî xanî nola darê çinarê,
tilî bîna sipnidarê,
divê: gava ez bighîjim xanva -
ne dive şîva min, ne dive paşîva min.
xanek hatîye çîn û maçîne:
pênisd navda tûtkiçîne,
şesd navda balteçîne,
ew xan divêje: - kurmanceke, çye?
emê usa bikin ga û cot ser kela wî bigerînin.
xanek hatîye kela xweye:
xadê neke ûrs bêye,
wê bike gola xûnêye -
hetanî bera wanêye.
pêncî pênc xan temam kirin,
çadir - xêbet bol vegirtin.
xan ’evdêle sivê rabûye,
ser kelêda nihêrîye,
’ecêveke giran çevê xwe dîye.
hêwa ferz - nimêja sivê nekirîye,
cahab bavê xwera anîye.
go: - bavo, tu rave,
çiqa qûmê binê bera,
çiqa çilê serê dara,
çiqa tûkê piştê kara,
haqa vî kafrî çadir - xêbetê xwe
dora kela me vedaye.
bavê wî zanbû, lê usa kir kuřê wî netirse, go:
- lawo, ew kafir nîne,
ew bazirgan başîye,
miskenê bavê te danîye.
baceke bavê te ser wane,
sive dane, xwe wê dane,
heke nedane, tu yeqîn bizanbe -
ewan bavê te li hev dane.
sivê rabûye,
’ecêva giran çevê xwe dîye.
go: - bavo, mala te xirav neve,
dîsa min ferz - nimêja sivê nekirîye.
go: - lawo, ez dimdim nîbûm,
wa bûme dimdim,
şayê ’ecem rabû ser min,
ezê xirav kim bajarê mezin.
hefit sala şeř kirin, tiştek dimdim nehat, ’eskerê şah dikir ko vegeře.
meḧmûdê melekanî,
pirza xirav bê serê zimanî,
axir tu binêre- wê bive baysê mala xanî.
xanma xaya kelayê nan ḧazir kir. memûdê melekanî nizam kuda çû, nehat. hingê hat, wekî gişka nan xarne, sîtlada tiş nema. memûdê melekanî derda hat, gote xanma xaya kelayê:
- minra nan bîne!
xanmê go: - memûd, go, xulama û xizmetkara nan xarne
sîtlada tiş nemaye, lê hema ser sinya zef maye.
memûdê melekanî bal xwe got: «ez memûdê melekanî bim, emînê mala xan bim, xan rave mehê guhê fîl tije zêrke bide min, ez ravim ber mayê girtî û reşrota bixum?» memûdê melekanî çû tewlexanê, kaẍezeke reş nivîsî, nav xêbeta kafir dayî: «serekanî binê çyayî».
serekanî derxistin: çilka avê ser xanada nehat. qerez av miçqî. memûdê melekanî revî çû cem şahê ’ecema. şah gotê, go:
- kuřo, ne tu emînê mala xanê çengizêrîn bûyî?
go: - wele, çi te veşêrim, çi ji xadê: şîva şevekê nema, bona şîva şevekê min eva yeka kir.
şahê ’ecem gotê, go:
- mala te xirav neve, min aqa kaçke, aqa top, aqa cebirxane, haqa ’esker anî... ez hesav dikim hê mesrefa guhê fîl min nebûye, niha te ji wîra çi kir, tu minra çi bikî?
- kuřo, go, bînin topa mezne,
topçî ji topê gazne,
memûdê melekanî pêva bişdînin,
bavêne kelê birc û bine.
pirtyê memûdê melekanî mezin - ma guhê wî.
ava ser kelê dane biřînê.
cûcka ser hêlînê -
bira xwera cavê bive
meke û medînê.
xan ’evdêle sivê zû rabûye:
cahab dya xwera biřîye,
go: - lê dayê, lê - lê dayê!
te kurteke tev lê bayê,
de tu bike bi du’ayê -
belkî ez bikim ferz û nimêja sivê.
dayîke dike du’ayê, divê:
- min ya xwe gîhandîye ya yekê jorîne,
tevî baran belkî hûr bibarîne.
ewan ewrê gahan kirî,
vê baranê hûr lê kirî,
mala xan عەڤدێال bûye şayî û girî.
vê baranê şinge - şinge,
xûn sarincixanada bûye pinge.
xan ’evdêle wa digotîye:
- bavo, go, ḧal û hewalê kelê bû ev.
- kuřo, go, bikin, bilezînin,
kaẍezeke reş bixûnin,
ser meke - medîn bişînin.
wekî meke - medîn îmdada me neyê,
evê koka me biqelîne.
kaẍez nivîsîn, dane destê qasdekî. qasd çû, kaẍez bir da destê meke medîn. meke - medîn îslam bû, go:
- erê, qasdê min, go here bêjêda bira ber xwexe, roja şeşa ber xwexe, roja hefta ez pey wîme.
qasd vegeřya, hat ber kelê, serê xwe danî ser derezînga (şêmîkê) derîya. êvar bû, raza.
’ecemada hebûn pînas, hebû reqemçî. reqemçî reqema xwe vekir, pînas pîlê xwe nihêrî, remdar remla xwe avît. reqemçî çû, qasdî raza bû.
kaẍezê wî ber sêrî rakir, kaẍezeke dinê nivîsî, go: «hela bila şeş sala ber xwexe, sala hefta ez pey wîme». tu were binêr gotna herdiwa hev negirt: gotna meke - medîn şeş roja bû, kafir dijmin bû, têda nivîsî «şeş sala», îşê şeş roja kire şeş sala.
qasd rabûye çûye. xan ber kaẍeza wîva rabûye, kaẍezê nihêrîye, dêna xwe dayê kaẍezek nivîsîye, gotîye: «şeş sala ber xwexe, sala hefta ez pey te».
dîya wî hat, go:
- lawo, kul ketîye ’eşîretê,
bes bikşîn vê xîretê,
dest şûra heřne xêbetê.
kul ketne nava romê,
sivê deste şûra heřne komê.
xan ’evdêle go:
- lê dayê, lê - lê dayê!
te kurtika tev lê bayê,
de tu bike du’ayê,
wekî em diçne xezayê,
bila herçar birayê me neçne somayê.
xanê çengizêrîn divê:
- kuřo, bikin, bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
nav legana bihelînin,
misryê lawka tê bikşînin.
paşî me, emê heřn bên kuştinê,
paşî me ev zêrê kêra bimînin?
ewan dikir, dilezandin,
qursê zêra mal înandin,
nav legana diḧelandin,
misryê lawka tê dikşandin.
ha rabû, rabû, rabû,
xan ’evdêle kelê rabû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
çev rîya birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan ’abas kelê rabû,
ser derabê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
ew çev rêka birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan temir kelê rabû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
ew çev rêka birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xan qiral kelê rabû,
ser deravê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
ew çev rêka bavê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê çengizêrîn rabû,
ser deravê rawesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
çev rîya sityê mabû.
go: - sityê, ha sityê!
bejin ziravê, çarde qanyê,
paşî me kurmancyê,
pirs û pirsyare bê ’eybin.
em ko kelê derketin,
emê heřn bêne kuştin,
pirsê we mala kê bin?
sitya xeber dane der:
xana xwe derabada berdane,
sitya jî kêrê çirtimê hildane,
ew çev rêka xana mane.
xan çûne dergê navê:
xana me kire silavê,
- kuřo, lawo, derga ber bavêjin.
xan çûne dergê sisya,
bû şinge - şinga misrîya,
go: - lawo, şeř hatîye dora me û papaxgenîya.
xan çûne dergê şeşa,
- kuřo, dergê bidne paş,
şeřê me û qizlibaşa.
top dikşin dev newala,
heyfa min tê bavê tifala.
top dikşin dev girka,
heyfa min tê bavê kuřka.
çaxê ew kelê derdikeve,
xanê min di nasî,
divê: xano, tu kurmancî?
qebûl bike min û vî tacî,
te dernexme vî armancî,
cyê te nekme yêrê vî qiracî.
xan ’evdêle dike, dilezîne,
tacê şah didřîne,
divê: - kafir, tacê te li serê tebe,
gû li nava mesebê tebe,
kuştina mêra bila her - her ḧeve.
bavê wî got, go:
- kuřê min, tu nav şeřada nastirî,
qe kuştina nafkirî?
xan ’evdêle got, go:
- bavo, xwe ne golkim, situ kap kirî,
xwe ne beranekim - kozî kirî,
xwe ne hespim - qeyd û çîdar kirî:
kuřê mêra her - her mêrin,
kuřê şêra çek hilgirin,
em qe ji kuştinê nafkirin.
xanê min wêderê kes ne nasî,
ew mêvanê şah ’ebasî.
heça xan ’evdêleye, hersê bira,
mêvanê xan xelîfeye.
xan xelîfe berva rabûye:
selama wana vegirtîye,
xan ’evdêle şûrek milê wî dîye,
dîna xwe dayê şûr çar tilya kalên derketîye,
xeza kafir jê xastîye.
gava şûr dide destane,
xelîfe dest xweda bû poşmane.
xan ’evdêle gote xan xelîfe, go:
- kuřo, go, şûrê te çye?
go: - şûrê min madane,
min kirîye xercê hefit gundane.
xan ’evdêle gote xan xelîfe, go:
- dewza şûrê te misrîye,
qevza wî derzîye,
tîra wî birûskîye,
de bila bimbarek be
bo xanê bikuřîye.
xan xelîfe got, go:
- xano, xanê nisletê,
ka şûrê min bide min,
qasekî min bide moletê,
ez heřim ser heyata şah
tera derxim ’ezetê.
- kuřo, kuřê dêlê,
go, te rû weke poçka çêlê,
tu min bikî fen û fêlê:
binêr ezê te bikujim ferqa vê simêlê.
ordyê bû gaze - gaze,
go, bûye şeřê piling û van beraza,
kafra xanê min kirîye şênîye,
kafra topek avîtîye,
hêta xanê çengizêrîn fiřîye.
xan ’evdêle dike dilezîne,
şeqê sitûyê bavê datîne,
şûr kalênva dikşîne.
go: şûr dike xiře - xiře,
qe tiştekê nabře.
go: lawo, lawê nezanî!
şûr xilaske lap kalanî,
bavêje hesp û xudanî,
bila kerke bavêje dera hanî.
ew lawe, lawê nezanî,
şûr xilas kir ji kelanî,
avête hesp û xudanî,
ker kir, avête dera hanî.
xan temir dike dilezîne,
şeqê sitûyê bavê datîne,
sitûyê hezara lê dixîne,
pêlê xûnê wî hiltîne.
xan ’ebas dike dilezîne,
şeqê sitûyê bavê datîne,
sitû pênisda lê dixîne.
xan qiral dike dilezîne,
şeqê sitûyê bavê datîne,
sitûyê pênisdî lêdxîne.
xanê çengizêrîn gotêda, go:
- lawo, lawê azzî!
carekê xulama bike gazî.
go, hate lawê perê,
pênisd temam kir xencerê.
go, hate lawê hertoşî,
te sêrî qerepoşî -
ling da koma beřojî.
go, dor hate lawê êzdîye,
şeř xweş bû çadra sipîye.
go, dor hate lawê melane,
selewat navê xudê mêra dane,
xwe li xêbeta kafrî dane.
go, dor hate lawê divînî,
tu şeřada kesê minî.
go, dor hate lawê tîmarî,
her hero ber tendûra xwe dixiwe sore savarî,
xwe şaşke: çû dora koma qîfarî.
go, dor hate lawê mendesorî,
şeřada tî bi zorî,
gava bû şeř, go: «ez bi guřî,
namûs destê min bihurî».
xanma berî hingê top û cebirxane hundurê kelêda çel kirbûn. wexta kafir ûre bire kelê, go:
- sityê, ha sityê!
bejin ziravê, çarde qanyê,
paşî me li kê kurmancyê,
pirs - pirsyara ne ’eybin -
me mêrê we kuştine,
pirsê we mala kê bin?
sitya xeber dane der. sityê girt serka xwe û ser wan top û cebirxanê çelkirîda weşand, agir kir top û cebirxane.
jina ’evdêle xan xwe di kelêda avêt.
salê carekê silsileta wê hê - hê kafra şeř dike, dijminra şeř dike. kuta bû.