11- xan dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
7 Xulek
769 Dîtin
xulamekî şah û ’ecem hebû. xulamê birincî bû. rojekê ji rojan xulamê wî swer bû, ço nava deştê gerha. nêrî çi dinêřî, rex kahnîkî runişt, nêrî mêşan tên diçin li wî derê nav kevran, diçin û derdikevin. ew jî temaşe dike. ço, guhê xwe danî ser wî kulî (qulê). nêřî dengek jê tê: gim, gim... deng jê tê. rabû kola, nêřî zêr derket. wekî nêřî zêre êdî têk neda, dîsa anî kevir - mevir danî ser, ax da ser, ço. ço cem xelîfe, go:
- cihkî bidne me, ezê xanîkî yij xwera çêkim.
xelîfe go: - ezê bêjme şah, ka şah çi dibêje?
dema got, şah go: bide!
go: - kî derê dixiwezî?
go: - filan derê. serkahnîkî bide me - cihê çermê gakî.
çermê ga kir divêl, avêt - çiqa divêl ’erd girt, ewî aqa hilda û paşê, şand sêsd pale, sed oste anî. xîma kelê avît. ço ser kahnî anî nava xanî. eva xilac bû, eva çîroka wîye.
- vê carê xilas kir, osta - mosta hemî temam kir, go:
wiha çêkin, wiha çêkin, - nîşan da çawa çêkin.
ew xilas bû, vê car go:
- yil min hatî mehka yekane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê palane.
yil min hatî mehka dudane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê xulamane.
yil min hatî mehka sisyane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê çekane.
yil min hatî mehka çarane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê ceblixanane.
yil min hatî mehka pêncane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê axelerane.
yil min hatî mehka şeşane:
xan seknî ser palane,
go: qenc çêkin cihê begane.
yil min hatî mehka heftane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin cihê heremane.
yil min hatî mehka heyştane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin cihê serîncane.
yil min hatî mehka nehane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin cihê nemezane.
yil min hatî mehka dehane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin cihê sitîyane.
yil min hatî mehka yanizdane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin cihê beglerane.
yil min hatî mehka donizdane:
xan seknî ser palane,
go: - qenc çêkin sibe destûr baxşîşdane.
ez xulam sêrî, dema xan xana xwe çêkir, temam kir, serê sêsd pale - oste yek - yek jêkirî kelha bircêda avêtye.
dor giha meḧmûdê nemayî. ewî got:
- xan, min mekuje, tucar gel te nebim xayîne.
xan xana xwe çê kir. asê bû: dûr şînetê ardên (derî diha çêkir).
yil min hatî mehka payze,
barananê vîze - vîze.
dimdim kelha xwe çê kir, asê bû: karvana şah û ’ecem batmîş kir, deng ketî, ço cem xelîfe, go:
- dimdim kelha xwe çêkir, asê bûye,
karvanê te şelandîye,
por û batmîş kirîye,
qet mineta te hilnegritye.
xelîfe kaẍezekî yij şah û ’ecemva şandîye, go:
- xana ko xana teye,
kelha dimdim çê kirîye,
kelhêda asê bûye,
karvanê te şelandîye,
por û batmîş kirîye,
qet mineta te hilnegirtîye.
şah gotîye xelîfeye:
- kaẍezekî jêra bişîne,
go, heke tu xana xana kurmancî,
tu qebûlke vî tacî, hey na -
xwe sibe ber tav danî tu ber top û tiving armancî.
xelîfe kaẍezekî yij dimdimra şandîye,
dimdim kaxaza wî qet qebûl nekirîye:
kaẍeza wî qet - qetî kirîye.
xelîfe yij şahra kaẍez şandîye,
go: - xana ko xana kurmance,
kaẍeza te qebûl nekirîye,
kaẍeza te qet - qerî kirîye,
qet mineta te hilnegirtîye.
şah gote xelîfe:
- biçîne, de biçîne,
nav şah û ’ecemda ’esker bicewîne,
sibe ber tav danê dora dimdim dayne.
ewa xilas bû.
vê car, go, xanek hatî yij hind û minde,
devê topê hing kulinde,
go: - ezê biçim ser xanê -
xan xirab bikim yij bende.
go, xanek hatî yij sitembolê,
devê topê hing diholê,
go: - ezê biçim ser xanê -
xan xirab bikim, binî çêkim toz û pêkolê.
go, xanek hatî çînûmaçînê,
go: ezê biçim ser xanê -
xan xirab bikim, binî biçnim karçînê.
diha çûn şeř dikin, niha diha şeře. hefit sala şeř kir: cav yij xanê nekirin. vê car dor giha meḧmûdê nemayê. ewî kaẍezek avîtî xêbeta şahî: serkahnî nîşan dayê, go: «filan derê kahnye, kahnyê jehir bavêjin. wekî av xilas be, tengî bikevin, wê teslîm bin». dema k xelîfe nêrîkser kahnî jehrê avêt.
yil mala xanî bûye şîn û girîye.
digrîn - îda av tune.
vê car rabûn nav kehlê pirs kirin:
- ew kî wiha kirîye?
nevî ko nevî meḧmûdê nemaye,
gel me bûye xayîne,
serkahnî nîşan dayye?
dimdim rabû meḧmûdê nemayî yij kelhê avêtîye.
ço.
xelîfe meḧmûdê nemayî biřîye, pirs kirîye:
go: - çira tu ber dimdim tu bûyî xayîne?
go: - heke şeřme, heke fihête,
min bûka mîr xan divête,
seva wî bûme xayîne.
xelîfe pirs kir, go:
- rojê dimdim çi dida we xarin?
go: heřo goşt û birince,
’a’îlxa min çengek zêre.
go: - wekî waye,
min heye hezar xulamê byanî,
ez rojê didim kerek nanî,
tucar gel me nabin xayîne.
go: - bînin, de bînin,
topa mezin bînin,
meḧmûdê nemay têda daynin,
kelha dimdimda veřesînin,
go, te yij wîra çi kir,
tu minra çi bikî?
dimdim go: - hewara min xadê,
ewrê di nîsanî,
tu bidî tevîk di baranî,
em kamil bikin îmanî.
go, van ewra guře - guře,
baranê şire - şire,
av sarincan pire - pire,
mala xan bûye şahîne.
kuřê xan temir xane,
go: - bavo, bese, temame,
ev hefit sale em kehla dimdimda mane,
çye, em golkê bavê tene?
go: - biçînê, de biçînê,
xûn misryan biřjînê.
go, dergevan derge vekir,
zurneçî zurne pif kir.
go: - biçînê, de biçînê,
xûn misryan biřêjînê.
kuřê xan temir xan zivřî ser bavê xwe,
go: - herê bavo, nele li maka hostane,
qenc siqa yil şîrê min nedane.
xan lênhêrî, go:
- herê kuřê mino, temir xan,
nele li maka te anî,
şîr bikşîn yij kalanî,
bide, bibrî zuhru, zîn û xayê xudanî.
dema şîr kişand yij kalanî,
avêt biřî zuhru, zîn û xayê xudanî.
go: - herê bavo, reḧme li bavê ostane,
qenc siqa yil şîrê me dane,
dibřî zuhru, zîn û xayê xudanî.
vêca, wekî şeř kirin, haqa şeř kirin, hemî birîndar bûn, îdî milê wan negrî şîr. vêca go:
şîr bigirin bi deve,
bavêjin rûḧê ḧeve.
go: - kizûr, ko ber kilame,
xudbe nekin temame,
ew nav yil min ḧerame.
xan ’evdêle bohtîme,
şîr bigirin bi deve,
bavêjin rûḧê ḧeve,
çi şêrekî mukirîme...
îda kuta bû, ewe.