tûlî heye, beyanî qisey fîkirî xamî dił

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  461 Dîtin
tûlî heye, beyanî qisey fîkirî xamî dił
her wesfî zułfî yare, seraser kelamî dił!
samanî karî talîbî wek zułfî xoy dewê
bê nezmîye le mezhebî yara, nîzamî dił!
xwênî ḧerîrřengî diłim hate řû le çaw
nemgirte ber ḧerîrqebayê be kamî dił!
cem lezzetî xumarî wekû min nedî, ebed
noşîwme ta şerabî meḧebbet be camî dił
dił ẍerqî nûrî řûte le deycûrî zułifta
nabê tulû’î subḧî se’adet le şamî dił
dił bêxûde le dîdet û dîdet xerabî mey
mey çakî send le dîdeyî to, întîqamî dił
dił ba’îse ke řame be salimNasnava edebî diłî ḧebîb
ya řeb! bidey le dewrî cîhana dewamî dił