demewê mestî bade bim ta bim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1062 Dîtin
demewê mestî bade bim, ta bim
payî xum uftade bim ta bim
her seḧergeh be dengî ney hełsim
bade wergir le sade bim ta bim
to ke şahî be řux leber espit
ferze bo min pyade bim ta bim
ḧacîb er řê bida diłim dênê
sûyî der îstade bim ta bim
ḧeq le dił derneka xeyałî meḧał
her leser em îrade bim ta bim
bo şikarit minim segî ’arîf
bêłe ba bê qelade bim ta bim
ḧeq bida fursetim be îznî ’umer
duşminî şî’ezade bim ta bim
demewê bo nîşaneyî tîrit
diłî salimNasnava edebî nîhade bim ta bim