le qîbley řû birot mîḧrabe bo dił

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  932 Dîtin
le qîbley řû birot mîḧrabe bo dił
be leb qublet wekû cullabe bo dił
şewî dey bê çira piřnûre kulbem
xeyałî ’arîzit mehtabe bo dił
elem asayşî erbabî ’îşqe
hemû xarî cefa sencabe bodił
qenare ḧazre her sû le mujgan
le çawta merdumek qessabe bo dił
le cewrit wek semek ger biçme derya
mujet bergeşte, wek qullabe bo dił
le ḧesret hate leẍziş qelbî salim
xeyałit me’denî sîmabe bo dił