xistye çeh ta řostemî bextim nedamet wek şuẍał

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  960 Dîtin
xistye çeh ta řostemî bextim, nedamet wek şuẍał
behmenî ẍem ’eyşimî têk da wekû eywanî zał
řojî řoşin key debînim ta muqabîl to nebim
merdumek kwanê le çawma labdey ger ’eksî xał?
bête ser damanî nazit ta serî řeşmarî zułf
bo nyazim key be damanit dega destî xeyał?
banî ser ferşî řehit bû çunke paşêlit nekird
eşkî ḧesret dê be řûma wek tikey wêranemał
lafî çî lê dem le hemřengî leb û pustanî to
wa ne narim dî le bustana, newa gułnarî ał!
mah eger wek to cemałî bê le kwê bênê qedit
seru eger wek to sehîqed bê le kwê bênê cemał?
ta le diłma bê xeyałî weḧşî to degirim nefes
nek be sirwey bay henasem řem bika mîslî ẍezał
zułmî bê payanî to ta bê be dił lezzet deda
ya îlahî! qet nebê bo załmî salimNasnava edebî zewał