namewê wextî fîraqit, senema, wîs’etî kax

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  475 Dîtin
namewê wextî fîraqit, senema, wîs’etî kax
cê be min lem deme zîndane, çi teng bê, çi ferax
cêm eger gułşenî fîrdewse, bebê suḧbetî to
dił lecêy xende, deka her deme sed nałe û ax
řengî şûmîme syahî ke beser bexta dê
ew eger mîslî edîme, eme cuz’êke le zax
’alîye řutbeyî kaxim, le meded dewłetî ’îşq
mestebe û ẍurfeyî salimNasnava edebî kemer û damenî şax