destubirdî diłberî, êste le ẍemze û řûte řast

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  490 Dîtin
destubirdî diłberî, êste le ẍemze û řûte řast
mensebî şemşîrdarî, bo keçîy ebrûte řast
mûyî muşki’efşanî toye ba’îsî eḧwałî min
zexmî nasorî diłî meḧzûn le boy gêsûte řast
dewreyî «ma’ alḧyaةErebî» y leb le zułfî zułmete
pasebanî awî ḧeywan xałekey hîndûte řast
quwetî bazû bekar nayê le wadîy ’îşqita
şêrgîrî nawek efgen dîdeyî ahûte řast
ejdehay zułifit le kwêrî kewte ser tîẍî biro
xałî to bo dîdeyî ḧey daneyî zimřûte řast
’îşqî to bo canî ’aşiq wek telîsmî bable
bo giriftî dił, zenexdanit çehî harûte řast
salimNasnava edebîy dêwane huşyare le beḧsî medḧî to
nukte nukte, yek be yek, wesfî hemûy merbûte řast