diłî piř weḧşetim cana leber mujganî wek tîrit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  660 Dîtin
diłî piř weḧşetim cana leber mujganî wek tîrit
ḧesarî bû le ḧełqey derhemî gêsûyî zencîrit
le se’îy hatuçoday, ey xeyałî ẍemze deyzanim
nîhanî bo şebîxûnî diłe dûbare tedbîrit
myanit bestuwe, turkane, bo qetiłim le mestîda
teḧemmul ke zemanê ba bibosim dest û şemşîrit
wîda’î can û dił nakem welakîn ẍa’îlem zore
le wextî zerbî şemşêra bibînim ḧałî te’xîrit
mufeřřeḧ bê demaẍim ba le nefḧey tuřřeyî canan
were ey badî şebgîrî serim qurbanî te’sîrit
be tîrit cergim er let key ebed terkî nezer nakem
le merga bo temaşa baze daym çawî nexçîrit
dezanim fî’lî penhanit eger çî mu’mînî zahîr
ferîbî min mede zahîd be tesbîḧat û tezwîrit
beteng hat ey şewî zułmet diłî salimNasnava edebî ledes tûlit
çi bû netşuşt be abî subḧidem řuxsarî wek qîrit?