hunermendî nîye bo dam, eger yekdef’e mahîy girt

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  513 Dîtin
hunermendî nîye bo dam, eger yekdef’e mahîy girt
xemî zułfî perêşanit be mû sed def’e mahî girt
hemîsan řûy le min poşî, derêẍa, yarî meḧcûbim
be qanûnî qedîmî, mahî dû hefte penahî girt
tereḧḧum ke, biła cewrit negate merkezî axir
biłên: ’aşiq ledest diłber zemamî padşahîy girt
le tuhmet, ta tewana bê, «ḧizir kinFarsî», ey řeqîb aman!
le damen pakîy mûsa zemîn saḧêb gunahî girt
le qurbî qafłey dunya, mukemmel, duşmine îblîs
be hoşyarî biřo salimNasnava edebî, ke duşmin dewrî řahî girt