çi biłêm bira?! be qur’an, ḧeyrane dił lih karit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  649 Dîtin
çi biłêm bira?! be qur’an, ḧeyrane dił lih karit
řîtî te’eşşuqî pûl peymaneyî qerarit!
peř derdekey le şewqa, perwaneyî lepêy pûl
berqî tełayî meskûk şem’î şebanî tarit
to bulbulî perêşan, guł pûl û kîse bustan!
nîw qazekanî taran, newẍunçeyî beharit
me’şûqe yek tumanî, canane dû hezarî
saḧêbqiřane pîrit, manûte yarî ẍarit
pûlê beraberî to, kêşawye diłberî to
ta pûle diłberî to, çon min debim be yarit
řûbendepoşî kîset aẍoşî çend kesî dî?!
wek yarî min, heta ser, muşkîl bibê be yarit
meḧcûbekey ke şebha ẍełtanî baxełit bû
baqił be mîlî beqqal xałî deka kenarit
daxo qedîm çi řendê nîm dangî birdibê lêy?
gwêy kel buwe be mîqraz, mestûrî nazdarit!
îtir be çawî temkîn meyřiwanerê le wezna
seřřaf be sûkî hanî, sengînî bawîqarit
sêsed nîqabî dêba, ger boy dirust key axir
bê perde dête bazar, xatûnî perdedarit
bazûte herdû cêy pûl, zanîwme çend ’ezîzin?!
«mudxel» fîday yemînit, «eş’es» fîday yesarit!
neqłî mewacîbî kon hênawme naw, witit: of!
sałêkih min dekêşim, xercîy hemû neharit
demut: erê birader! emsał mewacîbim kwa?!
dedut: biła ḧîsab kem alîkî espî parit!
demut: le pûlî qulluẍ, qîsmet be ême naga
dedut: ewîş lebatîy nan û penîrî şarit!
demut: le qîstî sertan nadey ḧîsabî cewza?
dedut: lepêy çi bû dam ew xercekey beharit?!
peşmek deba witim: dił, dedut: be noşî canit
demut: girane nirxî, dedut: be zehrî marit
ew řoje pêm witî: bê, pûlê bideyn be şerbet
dedut: minî tewaw kird, teklîfî bê şumarit!
barî ḧîsabî bêca nałêm be çingî to bû
çengałî tengiçeşmî birdûye îxtyarit!
salim! kilîde giryan bo qufłî mexzenî dił
sa dey biřêje seḧra lûlûyî şahwarit
ey dîde! bêne çabûk mercan û duř be damen
ba hełgirin ḧerîsan uftadeyî nîsarit
salimNasnava edebî eger tełeb key «eş’es» be komekî kar
wek kîsepûlî «mudxel», sed ’uqde dête karit!