sa be zarî bo nenałênim le daẍî fîrqetit

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  763 Dîtin
sa be zarî bo nenałênim le daẍî fîrqetit
bendibendim neysîfet sûta be narî mîḧnetit
key le qebra ta be meḧşer derdeçê yadit le dił
zeḧmete bo ’aşiqî diłdade terkî suḧbetit
dête xatir ta le xwanî ḧusnî to ḧeqqî nimek
qet be min payanî nayê zîkirî şukirî nî’metit
řaste dił bende le tuřřey zułmetî zułifit welê
řoşne kulbem leber şewqî xeyałî řûmetit
sucdecon wek bîdî mecnûn seruha efkendeser
bo tefeřřuc ger xeraman bê le baẍa qametit
bê řemeq wa ûftadem taqetî nałem nîye
ey tewana! bo ze’îfan kwanê axir mirwetit
terkî damen girtinî diłber nekey salimNasnava edebî be merg
namewê biřwê gyay bê xar le xakî turbetit!