tuřře, bo abî beqay çîhre, diłî bird be şîtab

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  511 Dîtin
tuřře, bo abî beqay çîhre, diłî bird be şîtab
bo delîlî řeh, eger karî xizirNava taybet bê le ẍurab!
wa be dił çespe, cuda nabê, peřî tîrî nîgeh
key bîrun dê, be kesê, tu’me le çengałî ’uqab?
sîřřî mekşûfe, şehîdî gułî çîhret, le mezar
dê le sengî leḧedî, ta be ḧeşir, boyî gulab
bo serefrazîy demî sułḧî nîgarî zûřenc
ḧazre řûtbeyî pestî, heme ca, mîslî ḧubab
her teref řemlî byaban û hewagermîy temûz
tîşneleb, keşmekeşî dawe be min, berqî serab
gunehêke beqeder kuştinî ewladî nebî
’efwî salimNasnava edebî, demî kuştin ke bizanê be sewab!